Herêma Kurdistanê daxwaza 3 milyar dolar ji kompaniyayek gazê dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza 3 milyar dolar ji grûpa “Konsortium Dana Gaz” ya Îmaratî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza 3 milyar dolar ji grûpa “Konsortium Dana Gaz” ya Îmaratî dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro, 29 Mijdarê, di daxuyaniyekê de derbarê dosyeya di navbera wê û grûpa “Konsortium Dana” ya gazê ya Îmaratî de, daxwaza 3 milyar dolar wek mafekî rewa beramberê zirarên xwe dike.

grûpa “Konsortium Dana” ji Ebû Zabî re ragehandibû ku, dadegeheke navdewletî li Londonê biryar daye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê 1.98 milyar dolar di 28 rajan de bide wê grûpê.

Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, daxuyaniya grûpa “Konsortium Dana” ne rast e û ne temam e.

Di sala 2007 de Herêma Kurdistanê girêbestek bi grûpa “Konsortium Dana” ya xazê û grûpa Petrola “Hîlal”  ya Îmaratî re îmze kiribû, bo pêşxistina kêlgehên Xormor û Çemçemalê, lê piştre nakokiyên yasayî derketibûn û piroje hat rawestandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got jî ku, ew dê berdewam be bi giliyên xwe li grûpa “Konsortium Dana” û hevparên wê de di hemû dadgehên lêhatî de.