Welatiyên Sûrî bêtirî 7 hezar kompanî li Tirkiyê vekirine
K24 - Navenda Nûçeyan
Welatiyên Sûrî yên ku ji ber şerê welatê xwe reviyane Tirkiyê, ji 7 salên derbasbûyî ve û heya niha, 7 hezar û 243 kompanî vekirine.
Li gorî yên Hikûmeta Tirkiyê de, ew kompanî di warên bazirganî, avahiyan, avakirin û gellek warên din de kar dikin.
Herwiha li gorî amara Navenda Lêkolînên Komeleya Siyaseta Abûrî ya Tirkiyê, di 6 mehên derbasbûyî de, welatiyên Sûrî li Tirkiyê 778 kompanî damezirandine.
Hejmareke mezin ji Sûriyan, li bajarê Stenbolê dijîn û li wî 473 kompanî vekirine.
N.O