Çima nirxê pereyên Tirkiyê dikeve?

Nirxê pereyên Tirkiyê digel zêdekirina faîzan jî bilind nabe. Li gorî aborînasan sedema wê, destewêrdan û zextên siyasî ne yên li ser Bankaya Navendî.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e2e66755-c47e-4249-ae76-43b322130475/siyamand2.ism/manifest

K24 – Stenbol

Nirxê pereyên Tirkiyê digel zêdekirina faîzan jî bilind nabe. Li gorî aborînasan sedema wê, destewêrdan û zextên siyasî ne yên li ser Bankaya Navendî. Herwiha doza Zerrab, pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê yên bi vê dozê re têkîlar jî, bandoreke mezin dike, li ser kêmbûna nirxê pereyên Tirkiyê. Çavdêr dibêjin di wadeya kin de xuya nake ku wê ew rîskên siyasî ên li ser aboriya Tirkiyê, kêm bibin. 

Pereyên Tirkiyê di van demên dawîn de di nava wan pereyên ku herî zêde bênirx dibin de cih digire. Li welatekî wekî Tirkiyê, di şûna xwemaliyê de, ji çandiniyê heta pîşesaziyê bilindbûna para wan berhemên hawirdekirî û li beramberî dolar bênirxbûna pereyê Tirkiyê, faktorke bi hêz e ku rê li ber guherîna hevkêşeya aborî vedike. Yek ji sedemên din jî vegera kêşeya enflasyonê ye li Tirkiyê.

Li gorî pisporan, dû sedemên wê hene ku her diçe pereyê Tirkiyê bênirx dibe. Ya yekem zêdebûna rîskên siyasî û li dinyayê xirabûna nêzîktêdayîna li dij Tirkiyê - ku vê yekê Mehmet Şîmşekê ji aboriyê berpirsiyar e jî dibêje – ya dûyem jî kêşeyên sazîbûnê yên bi veavabûnê ve têkîldar. Digel van kêşeyên heyî di biryarên xwe de neazadbûna Bankaya Navnedî ya Tirkiyê jî wek sedem tê nîşandan. Me jî bandora van rûdanan ya li ser kêmbûna nirxê pereyê Tirkiyê ji zêr û dolarfiroşn pirsî.

Zêr û dolarfiroş Kadîr Tuner ji K24ê re got: "Divê di aboriya Tirkiyê de aramiyek hebe. Ji ber ku niha ew aramî nîn e, welatî jî metirsîdar in. Ev rûdan zêdetir bi bilindbûna dolar re eleqedar e. Ez vê meseleyê dişibînim bacanên sor. Dema bacanên sor kêm dibin bûhayê wan jî bilind dibe. Di zêr de jî niha grama zêr nêzîkî 160 lîreyî ye, lê diviya bû 140 lîre bûna. Kêmbûna nirxê pereyê Tirkiyê bandorê li her tiştî dike."     

Li gorî çavdêrên siyasî û aborî, hebûna Rewşa Awarte, kêşeyên ku bi YE û Amerîkayê re rû didin û doza Rezza Zerrab ya ku hîn berdewam dike jî, di warê xirabûna wê têgihîştina Tirkiyê de faktorên mezin in. Dîsa şikestina baweriya veberhêneran, ya li dij pereyê Tirkiyê ku bêhtir berê xwe didin standina dolar jî, dike ku nirxê pereyê Tirkiyê bêhtir bikeve  û dolar jî bilind bibe ku di demên raborî de dolar nêzîkî 4 hezaran bûbû.

Zêrfiroş Kadîr Korkut dibêje: "Li aliyekî dolar bilind dibe, beramberî wê jî nirxê pereyê Tirkiyê dikeve. Balkêş e bûhayê zêr jî bilind dibe. Lê em naxwazin bûhayê zêr bilind bibe. Dema bilind dibe kes hingî zêran nakire. Dema nirxê pereyê Tirkiyê dikeve metirsiya welatiyan jî zêdetir dibe." 

Li gorî şîrovekarên aboriyê, ji ber destkariyên Serokkomar Erdogan, ew amûra daxistin û bilindkiirna faîzê ya di destê Bankaya Navendî de, ji destê wê bi zexta siyasiyan hatiye standin. Loma jî ji bo pêşîlêgirtina bênirxbûna pereyê Tirkiyê ya li beramberî dolar, pêwîst e Bankaya Navendî tam serbixwe be û biryarên xwe li gorî amancên macro ên aboriyê ku di yaseyan de hatiye diyarkirin bikarbîne, wek Îngilistan, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê. Yan na bendewariya encameke erênî ji bilindkirina faîzeke biçûk, wek wê hêviya hêstirên çava ye, ji termê miriyekî.