Şandeke bazirganî Tirkî serdana Kurdistanê dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Biryar e îro êvarî, şandeke bazirganî Tirkî ji bo gotûbêjkirina hevrêziya abûrî û bazirganî li gel Herêma Kurdistanê, serdana Hewlêrê bike.
Li gorî daxuyaniyeke Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê li Hewlêrê, îro şandek ji bazirganên Tirkiyê wê serdana Odeya Bazirganiya Hewlêrê bike.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, ku armanca hatina wê şandê, lidarxistina civînan e li gel bazirganên Herêma Kurdistanê, ji bo dîtina derfetên karên hevbeş, bi taybetî di warê bazirganî de.
Herêma Kurdistanê, mezintirîn bazara rasterê ye ji bo berhemên Tirkî, hevdem Herêma Kurdistan û Iraq hevparên mezin in ji bo Tirkiyê di warê bazirganî de, bi awayekî ku piştî Ewropa, Herêma Kurdistan mezintirîn bazar e ji Tirkiyê re.
N.O