Di pêşangeha Diyarbekirê de 2 ton zêr hatin pêşandan

Serokê Odeya Zêrîngerên Hewlêrê û Serokên Odeyên Zêrîngeran ên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, tevlî pêşangehê bûn

K24 - Diyarbekir

Li Diyarbekirê Pêşangeha Diwem A Mezopotamyayê ya Mucewheran destpê kir.

Serokên Odeyên Zêrîngeran ên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, tevlî pêşangehê bûn û 105 fîrmayên zêrîngeran, mucewher û xemlên herî nûjen li Diyarbekirê pêşkêş kirin û nûnerên zêrîngeriya Herêma Kurdistanê jî giringiyeke baş nîşanî pêşangehê da.

Di pêşangehê de bi buhayê 150 milyon Dolaran ango bi qasî 2 ton zêr lê hatine pêşandan û bi gotina Parêzgarê Diyarbekirê, ev pêşangeh ji bo geşepêdana bajar gaveke girîng e.

Derbarê pêşangehê serokê Odeya Zêrîngerên Diyarbekirê Mistafa Akkûl ji K24ê re got: Em karin bêjin ku niha di otêlan de cih nemaye. Ji xwarin û vexwarinê heya gellek beşên din, wê ji vê pêşangehê mifayê werbigirin. Îro çavên Tirkiyê li vê pêşangehê ye, dibînin ku li Diyarbekirê ti pirsgirêk tine ye. Ji ber vê yekê hem ji aliyê aborî ve, hem ji aliyê siyasî ve, gellek fêdeyên vê pêşangehê li bajar dibin.

Herwiha serokê Odeya Zêrîngerên Hewlêrê Şivan Ehmed Xidir jî beşdarî pêşangehê bû û ew weke pirekê di nav Hewlêr û Diyarbekirê de binav kir û got: Em ji Hewlêrê hatine. Serokê Odeya Zêrîngerên Diyarbekirê em vexwendin, ez jî wekî Serokê Odeya Zêrîngerên Hewlêrê li vê derê me. Ez gellekî kêfxweş im ku ev pêşangeh li Diyarbekirê hatiye vekirin. Me jî xwest em bibînin û mifayê werbigirin.

N.O