Şiûra mêjoyî kesayetî ye, moral e, xwenasîn e...
Şakir Epozdemir,
Sala 1937ê li nawenda Nehya Minar ya bi navça Baykan wilayeta Sêrtê va girêdayî hatime dine. 20 salên min li Minar, 10 salên min li Amedê, 15 salên min li Tetwanê derbaz bûn û 36 salin mala min li Anqara ye. Pişti Eskeriye, Memurati yê, siyasetê û ticaretê ji sala 2005ê va bi tenê şolê min lêgerin, lêkolîn û nıvısandın e.
Giraniya xebatên min lêkolînên dîrokî ne. Bi taybet li ser zemanên dewlet û Mîrekên Kurdistanê radiwestim. Ev yeka ha jî, piştî İslamiyetê di sedsala Miladî ya 8ê dest pê dike û heya sedsala 19 yê didomînê ku 1100 salan dide ber xwe. Di vê mijarê da heya nuha pirtûkên min
Bİ TİRKî:
1- 1514 Amasya Antlaşması - Kürt Osmanlı ‹Ittifakı ve Mewlana ‹Idris-i Bitlisi Pérî yy. 2005 – İstanbul )
2- İdris-i Bitlisi ve Kürt Meselesi ( Fanos Yayınları – 2011 – Ankara )
3 - Kürt-Osmanlı İttifakının 500. Yılı ( 1514- 2014) – VENG yayınları – 2014 – Diyarbakır -
Bİ KURDî:
1-Di Diroka Zirkan da Mîrekiya Derzin ( Weşanén Fanos– 2011 - Ankara )
2-DESTANA Mihemed Axayé Kelhokî ( Weşanxana avesta – 2013 – İstanbul )
3-Medreseyên Kurdistanê – ( Weşanxana Nûbahar 2015 – Stenbol
6 Pirtûkên din jî yên ku hatine çapkirin ev in:
1-Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi (1969/235) Antalya Davası Savunması (Pérî yy. 2005 – İstanbul
2-Demokrasi ve Barış Gülü: Av. Şewket Epözdemir (Form Ofset Matbaası 2008 – Ankara )
3-Zirkan Beylikleri Tarihinde Derzin ( Fanos Yayınları – 2011 – Ankara )
4-Destana Barzaniyan ( Weşanén Pêrî – 2009 – İstanbul
5- Bîranîn 1938 / 1971 Cilda 1ê ( Weşanén Fanos – 2011 – Ankara
6- Keça Gavanê Zevyasor û kurê Mîrê Derzin ( Weşanén Fanos – 2011 – Ankara)
................
Giringiya zanîna dîrokê di proseya netewî de çi ye?
Miletêk di rojek da nabe Milet. Em Kurd xwe dighêjînine 5000 salan. Lê em nizanin ka me di van 5000 salan da çi rolên mêjoyî leyîztî ye. Eger merivêk bi temenê xwe 100 salî bî û bîra wî nayê ka jiyana wî çewa derbaz buye, gelo ew meriv bi kêrî çî tê? Eger Kurdek piştî İslamiyetê li ser axa xwe çi rolî leyîstî ye, serkeftin û windakirinên wî çewa li dar ketibin neyê bîra wî, wê çewa xwe nas bik e. Şiûra mêjoyî kesayetî ye, moral e, xwenasîn e. Miletêk bi tenê bi zanîna dîrokê dikarê xwe nas bike û bibe xwedan şexsîyet. Xîreta millî ewe ku meriv miletê xwe ji miletên din kêmtir nebînê; evaha bi zanîna dîrokê û xwenasînê di qerekterê miletan da hêşîn dibî.
Dîroka Kurd hatiye qedexekirin, zanyariyên di arşîvên dewletan de heyî tên veşartin. Bandora vê yekê li zanîna rastiyên dîrokê – yên herêmî û nav neteweyî re, hûn dikarin ji me re binirxînin?
Pirsgrêk û problem ne qedexekirina biyanîyan e. Pirsa mezina mezin em bi xwe ne. Em Kurd weke rêxistin, weke dewlet ango mekteb û medrese gringi nadine dîrok ê. Dîrok, tiştêkê wisane ku nayê veşartin; biyanî çiqas pê dakin û veşêrin, ew buyerên dîrokî serên xwe ji binê erdê derdixin û linava çavên me mêze dikin.
Wek mînak, nuha li tenişta bajarê Ruhayê bi navê “Gobekli Tepe” kolanêkê arkolojîk pêk hatîye. 12.000 sal berê ev mâbeda olî hatîye tenzîm kirin. Ev Mâbed li ser axa Kurdan e. Ev esere granbaha li aqarê gundê Xirabreşkê ye. Navê vî girî ku dibêjine “Gobekli Tepe” bi eslê xwe Girê Miraza ye. Bi hezaran aqademisyen û xwendevanên Kurd çune temaşe kirin e. Başe bo çî ji xeyrî Şakir Epözdemir yekê din bi riya Sosyal medyayê be jî vê rastîyê nanî ziman? Ku meriv li malê xwe nebî xwedî wê bo çî kesên din biber meriv û malê meriv bikevin. Xirabreşk û Girêmirazan ... ma ji vê zelaltir çewa tê îfade kirin?
Dîsa jî, di arşiwên hemî dewletên pêşketî da em û dîroka me tê parastin. Dostêkê min li Almanya di Zankoyek da mamostayê dîrokê ye. Bi eslê xwe ji bajarê Bingolê ye. Ewî ji min ra got:”- Min 100.000 belge arşiv bi tenê ji Hindistanê bi dest xistî ye. Bila derfet hebî; aqademisyenên Kurdên Bakûr di nava salek da bi milyonan belge arşiv wê bi dest bixin.
Derfetên zanîna dîrokê heta radeyekê, piştî pêkhatina herêma federeya Kurdistanê, çi bandor li li zanîna dîrokî û şaristanîya Kurd kir?
Bê dewlet, bê Statu û bê imkanên maddî çand û dîrok û ziman û zanîna miletêkê weka miletê Kurd kevnare û ji hev hatî cudakirin; ne qabile ku bi pêş bikev ê. Dewleta Federala Herêma Kurdistana Başûr ji vê xizmetê ra şensêkê mezin e. Lê li gor ku ez dibînim hikumatên herêmê heya nuha giranîyeke berketî nedane vê mijara herê gring û pêwîst. Xizmeta çand û ziman û dîrokê bi hewildana herêmek bi tenê, bi teşebbusa partiyek û bi xebata çend navdarên weka min bê per û bask têrê nake. Divê ku ji herçar perçan aqademisyenên gênc û kêrhatî bêne neqandin û di wezareta çandî da cîyeke taybet bidine wan. Divê grêdana vê tenzîmê bi hemî bajarên Kurdistanê û bajarên taybet yên dewletên pêşketî ra hebî ku bikaribin hemî belge arşivan û agahdariyan bi dest bixin û dîroka Kurdistanê li ser rastîyê amade bikin.
Şaristaniya Kurdistanê pir qedîm e. Ji Kermanşanê heya Qersê û Ezirganê miletê Kurd di kuranîya dîrokê da şarıstanî ye. Şarıstaniya xwemal, ya Kurdî - ji xeyrî Bakûr - di rewacê da ye. Bi pêşketinên siyasi û iqtîsadî di vê dema ku em tê da nin mixabin ku gund vala dibin û bajar mezin dibin. Mesele tê wê merheleyê ku bajarî di nava gundiyan da winda dibin. Eger dewlet gundiyan perwerde neke û nêzîkayîyek di navbera gundî û bajariyan da nemezirînê, şiûra bajarvanîyê Pûç dibî diçî, gundîtî dest pê dik e. Kurd di her delavî da dereng mane. Divê em ne tenê koçk û serayên xwe bi aweyê şaristanîya modern ava bikin; divê em sewiya miletê xwe behemhal bi riya perwerdeyê bilind bikin û xwe bighêjînine karwanên pêşketî.
Li gor baweriya we, ji bo zanyariyan li ser dîroka Kurdistanê, kîjan proseyên dîrokî hewcedariyek taybet a lêkolînê ne?
Li gor zemanê ku em tê da nin, li gor ku eva 100 salin 5 dewlet destpîserê me bûne û me inkar dikin, bi ya min divê Kurd ji beriya Hz İsa 333 sal heya vê rojê hemî buyerên dîrokî tomar bikin. 1-Divê Kurd Roma Reş nas bikin. Roma Reş ewe ku bi taybet li Kurdistana bakur heya ku hêzên İslamê bajarên Cizîr, Nisêbîn, Urfa, Mêrdin, Amed, Farqîn, Bedlis û Xelat ji wan standine 973 sal li ser nefesa me man e. 2- Roma Reş ewe ku ji pêşiya Hz. İsa 333 heya piştî miladê 1071ê li beşekê giranê Kurdistana Bakur 1404 sal bi despotî hikim kirin e. 3-Di hêmanê Roma û Bizansiyan da Ermenî, Gurci, Asûrî û fileyên din ku di vê herêmê da henin li ser axa Kurdistanê hukumranin, hespên xwe bi qîma xwe bazandine û li hemî bajar û bajarokên Kurdistana bakûr da bi kêfa xwe tewlandin e. Jiber vê yekê divê em Bakurî wê esareta xwe ya 1000 sale baş binirxînin û Başûrî û Rohilatî jî berxwedanên xwe, şirîkayîtîyên xwe û Persan, destkeftiyên xwe û bi hatina İslamê ra berxwedan û bindestiya xwe bikolin û tomar bikin.
Divê dewra İslamê bi rêk û pêk bê kolan. 1-Dewra Eshaban, 2-Dewra Emeviyan, 3-Dewra Ebbasiyan, 4-Êrîşên Ecnebiyan (Serçoqî û wanên din) 5-Hêmanê Eyyubîyan, 6-Êrîşên Moxilan, 7-Şerên Mîran û Aqqoyîniyan, 8- Şerê Mîran û Sefewiyan, 9-Tifaqa Kurd û Osmaniyan, 10-Tifaqa Kurdên Rohilat û İraniyan û weke din ku piştî İSLAMİYETÊ çend dewletên serbixwe yên Kurd hatibine avakirin û heya dewra tifaqên Osmanî û İraniyan çend Mîrekîyên Kurdistanê hebûne, divê bête tomar kirin.
Miletêk divê rastîyên xwe veneşêrê ku winda nebî.
Bi taybetî li diaspora, akademisyenên Kurd karîn e çendîn xebatên girîng, ji arşîvên welatên Ewrûpa bidestxistin û ragihandin, lê zêdeyên wan bi ingilîzî ne...
Di zemanê ku em lê ne dinya biçûk buye, rê kurt bûne, teknik pêş ketîye, diyaspora Kurd li hemî derê heye û zimanên biyanî ne derd û xem e.
Britanya, Urusat, Hindistan, Fransa, Ermenistan, Arşivên Osmaniyan û yên Şahên İran ê. Tesbîtên Roma û Bîzansiyan, tesbit û qeydên serpêka İslamê, tesbîtên zemanê Eyyubiyan, arşivên Ozbeg, Tatar, û Moxil û despotên hevalên wan ku dane ser axa me; divê ku Kurd li van derana lêgerînên ciddî pêk bînin.