Huner zimanê herî kevin e

Şêwekar Ehmed Qilêç:

K24 – Navenda Nûçeyan

Huner peyameke xwedî naverok û rehendên ramyarî, zanistî, felsefî, civakî û siyasî ne, di riya xwendina tablo û awayê karê her hunermendekî re, dikarin hest bi lêkolîn û peyama wî hunermendî bikin.

Şêwekarê Kurd ê Efrînî Ehmed Qilêç jidayikbûna sala 1964an e û derçûyê peymangeha Fethî Mihemd a Hunerên Şêwekariyê li Helebê ye. Beşdarî di gelek pêşangehên şêwekarî û peykersaziyê li Şam, Beyrût, Arnhem û  Lahayê de kiriye û ji sala 2016an ve li bajarê Lahay ê Hollandayê dimîne.

Şêwekarê Ehmed Qilêç li ser derbasûna xwe ji vê hunerê re ji K24ê got: “Wek her zarokekî hez ji rengan dike, min demên xwe yên xweş dema min bi azadî pênûsên rengîn li rûpela spî digerandin derbas dikirin. Min hewl dida dîmena li ber çavê min dikeve bi bi rengan binexişînim. Bi demê re, ew kêfxweşiya min derbasî asteke din bû, êdî her çêroka min dixwend, yan bi min re derbas dibû, min hewl dida wê çêrokê bi rengan nîşan bidim.”

Şêwekar bîr û ramanên xwe û babeta ku dixwaze balê bikişîne ser, bi xêz û rengan di tabloyan de nîşan dide, di vê derbarê de Ehmed Qilêç dibêje: “Ji her hunermedekî re awayê xwe yê taybet heye. Li gor min, ew xêz û krokiyên destpêkê li ser tabloyê datînim, ew li dawiyê li ser tabloyê diyar dibin, piştî ku rengan bi firçeyê li ser wan xêz û krokiyan digerînim.”

Tabloyên şêwekariyê hunerek e xwedî rehend û asoyên kûr û taybet in, Ehmed Qilêç li ser tabloyên xwe dibêje: “Tabloyên min, neynika giyan û bîreweriyên min in, ew derbirînek ji kesayetiya min re ye. Tabloyên min gelek bi kesayetiya min ve diçin.”

Li ser babetên ku bala Ehmed Qilêç dikişînin û wan di tabloyên xwe de nîşan dide, wiha anî ziman: “Tabloyên min her li ser mirovê çewisandî, biêş û azar in. Dixwazim derbasî hunava wî mirovî bibim û hestên êş û azarê bi karînên rengan bigihînim dîdevanan.”

Herwiha got: “Ji dema mirovê destpêkê yê di şikeftan de dijî, huner amraza cadûyî bû ji bo gihandina bîr û hestan bi awayekî ku pêwîstî bêhtir bi peyvan nebe, ji ber wê li gor min, huner zimanê herî kevin e.”

Ehmed Qilêç ku ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, li ser bandora sirûşta Efrînê li ser kesayetiya wî dibêje: “Her mirovek kurê jîngeha xwe ye. Dîmenên destpêkê û di zarokatiyê de di mejiyê hunermend de dimînin, jê re dibin kanze û kaniyek, her tim jê vedixwe û pê tabloyên xwe av dide.”

Li ser tevgera şêwekariyê ya Kurdî dibêje: “Tevgera şêwekariya Kurdî jixwe girêdayî ye bi welatê ku ser bi ve ye. Lê tevî wê, hunermendên Kurd bi bêdengiyên xwe yên taybet û bi asoyên xwe yên ku rengvedanek ji çanda wan re ye, bi şahî û xemgîniyên gelê Kurd re dimeşin. Hin şêwekaran jî bi awayekî karîne hebûna xwe di meydana şêwekariyê de biçespînin.”

Li ser bandora koçberiya ji welat û penabertiya li Ewropayê, şêwekar Ehmed Qilêç dibêje: “Hunermend her tim babet û rengên xwe ji derdora xwe werdigire, lê bi demê re pêwîstiya wî bi pêşvebirina nerîn û amrazên xwe heye. Bi bawer im mayîna li Ewropayê derfeteke baş ji her hunermendekî re ye, ji bo pêşveçûna hunerê ji nêzîk ve bişopîne. 

 

S. B