Guman liser rastiya Kurd neman e. Pirs – bicîhanîna pêwîstî û bersîvdayina daxwazên vê rastiyê ne

Vahap Coşkun

 

 

Vahap Coşkun, 

Di sala 1973an de li Diyarbekrê hatiyê dinê. Lisansa xwe û herweha lisansa bilind li Zanîngeha Dîcle de û doktora xwe li Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Mafên Mirovan, Modernizasyona Tirkiye û Pirsa Kurd babetên sereke yên xebatên wî ne. Di gelek rojname, kovar û malperên internetî de (dinav de Kurdistan24) nivîsên wî tên weşandin û li Zanîngeha Dicle beşa hiquqê de mamosteyiya zanîngehê dike.

 

  1. Di ware sosyolojî de, herweha lêkolînên hiquqî, civatî de rewşa xebata azad ji we re heye?

Wekî hemû welatan li Tirkiye jî, çarçoveya azadiyan carnan berfereh carnan tengtir dibe. Nimûne: di salên 2013-2015an de gava Pêvajoya Çareseriyê dihate jiyandin, çarçoveya azadiyan bilind bû bû. Pirsa Kurd bi tevayiya giraniya xwe dihat girtina dest, tabû dihatin hilweşandin, mijarên ku berê qet liser wan nedihate axaftin, dihatin rojevê. Ev atmosfer a azad bandor li lêkoler û pisporan jî kiribû. Xebatên siyasî û hiquqî berfereh bû bûn û gengeşeyên civatî cîh di jiyanê de girtibûn.

Lê di Tîrmeh a 2015an de Pêvajoya Çareseriyê bidawî hat. Şer destpêkir. Piştî wê di Tîrmeh a 2016an de hewla Kûdetayê pêk hat. Rewşa Awarte hate ragihandin. Dewlet bi tevayî derbasî proseya alarmê bû. Desthilat, Rewşa Awarte ne ji bo eşkerekirina kûdetavanan û sizakirina wan, lê ji bo bêdengkirina tevayiya opozisyonê bikar anî. Bi Biryarnameyên ji Cihê Yasayan, çarçoveya azadiyan teng kir. Civata sivîl û medya dorpêç kir, tade li wan kir. Bi hezaran akademisyen ji kar avêt. Rewşek metirsîdar afirand.

Ev rewşa metirsîdar, bê şik, bandorek neyênî li lêkoleran dike. Metirsiya wendakirina kar û azadiyan, gelek mirovan dixe pozisyona auto-kontrolê (xwe – kontrolî), xwe mecbûrê tevgerek weha dibînin. Lêkolerên ku liser babetên hestyar lêkolînan dikin, ji bo vê demê bêdengiyê liser gotin û helwêsta xwe hildibijêrin. Dezgehên Lêkolînan xebata xwe arasteyî wan alî û çarçoveyan dikin, ku bal nekşînin ser xwe, ji xwe re ewletir dibînin. Sazûmanên Civata Sivîl, bi kêmtir xebatan û bi kêmtir xûyabûnê, dixwazin vê proseyê derbas bikin. Dikarim vekirî bibêjim, ligor berî 5 salan em neçar dimînin, saheya xwe, çarçoveya xwe ya xebatê teng bigirin... 

  1. Di ware lêkolînê de girêdayî rastiya Kurd, gelek tişt nehênî ne û tên veşartin. Ev yek çi bandorê li nasandin a rastiya Kurd navxweyî û navneteweyî de dike?

Em lêkolînan di derbarê sosyolojî, çand, ziman, dîrok û siyaseta Kurd de bidin aliyekî, demek gelek dirêj navê Kurd bi xwe li Tirkiye hatibû qedexe kirin. Hebûna Kurd dihat redkirin û inkarkirin, nasnameya bi milyonan kes wekî nebûyî dihat liqelem dan. Ew kesên ku bi ser van hemû tadeyan jî, behsa Kurdan di medya de kirin, li zanîngehan liser Kurdan xebat dikirin, lêkolîn dikirin (wekî nimûneya Ismail Beşikçi), bi encamên gelek giran re berbiçav dihatin.

Lê rewş hate guhertin. Ji salên 1990an ve piştî têkçûna Bloka Rojhilat (cîhana sosyalîst c.b) û li tevayiya cîhanê bilindbûn û qedrdan a siyaseta nasnameyî, li Tirkiye jî guherînên girîng bi xwe re anîn. Li hember ramana hevwelatiyê ya ku liser bîngeha nasnameya “Tirkbûnê” hatibû avakirin û hebûna nasnameyên din nedipejirand, helwêst hate diyar kirin. Rûdanên li herêmê pêkhatî jî, nasnameya Kurd li Rojhilata Navîn gihand astek bilind, bû babetek navendî û ciddî ya herêmê. Beramberî vê rastiyê, derfeta birêvebirina siyaseta kevn nema û di siyaseta dewletê de guherînan rû da. Îro ne li qada neteweyî, ne jî di qada navneteweyî gûman liser rastiya Kurd neman e. Pirs – bicîhanîna pêwîstî û bersîvdayin a daxwazên vê rastiyê ne.

  1. Veşartina rastiya Kurd, çi kargeriyê li rewş û çareseriya pirsên Tirkiye dike? Bêyî nasandina vê rastiyê, çend mumkin e pêşerojek ewle, aştiyane, hevjiyanê li Tirkiye hebe?

Pirsa Kurd di sê babetên sereke de Tirkiye dixe pêş zehmetîyên mezin. Aborî di ast a tê xwestin de nikare pêş bikeve. Proseya pêşkeftina standardên (Astên c.b) demokrasî û hiquqê radiwestîn e. Pêwendiya sosyal/civatî lawaz dike. Hebûna pirsgîrekê rê liber bandorên derveyî vedike, berdewamiya ewleyî ya aborî û siyasî neçar dike, astengiyên berfereh li pêş derdixe. Tirkiye neçar e vê meseleyê bi mekanizmayên demokratîk çareser bike. Tenê bi serkeftina proseyek weha, dikare pêşerojek ewle, yeksan, azad, aştiyane ji hevwelatiyên xwe re peyda bike.

  1. Konsensûsa civatî dikare liser çi binemale/bîngehê xûrttir bibe?

Ligor min mercê yekemîn, derkeftina bijardeya şer ji jiyanê û rojevê ye. Heta ku çek biaxifin û mirov jiyana xwe wenda bikin, ligor min pêkanîna konsensûsek a çareseriya pirsa Kurd gelek zehmet e. Hebûna şiddetê, ji aliyekî mafên rewa yên Kurd kriminalize dike û li aliyek din daxwaza demokrasiya giştî lawaz dike.

Divê rê liber siyasetê were vekirin. Bawer im: di serî de mafê ziman, mafên nasnameyî, siyaseta ku navendiya adem – î, nêzîkahiya hevwelatiya xwedî maf dikare alîkariya lihevhatinek/rêkeftinek civatî li Tirkiye bike.

  1. Nêzîkahiya pirsa Kurd – liser hest û helwêsta Fobî yê, pêşhukmiyê, çi kargerî li pêvajoya demokrasiyê heye?

Erê, li Tirkiye Fobî ya Kurd heye. Heta ez dikarim bibêjim, Komar bi xwe liser vê Fobiyê hatiye avakirin. Pratika dewletê beramberî Kurd her nêzîkahiya biguman bûye. Mêjiyê Dewletê Kurdan ne wekî, hevwelatiyên yeksan û bibawer, lê her dem wekî metirsiyê liser xwe dîtiye. Ew mêjî weha şikl girtiye ku, gava Kurdan fersend bidest xist, dê ji bo veqetandinê bikevin tevgerê. Ji bo vê. bi wê refleksê tevdigere ku, saheya xebatê, çarçoveya xebatê ya Kurd teng bike/lawaz bike. Gava Kurd daxwaza mafên demokrasî dikin, dewlet wekî refleks yekser vê red dike. Gava pêvajo nikaribe rêya redbûnê bide, wê demê jî dixwaze di ast a herî nizm û lawaz de bigre dest.

Gava ji aliyên din ên civatî jî daxwaz tên ziman, ew jî bi Kurdan ve tên girêdan. Wekî nimûne, daxwaza veguhestina desthilatê ji navendê bo herêman ne tenê daxwaz û pirsa Kurdan e. Bêje ku, her alî daxwaza sistema nenavendî diparêze. Lê, jiber metirsiya Kurd sistema bihêzkirina desthilata herêmî nayê bicîhkirin. Di sala 2004an de pêşnûmayek reformî ji bo desthilata herêmî hatibû amadekirin. Bi rastî jî, pêşnûmayek pêşkeftî ji bo pêşerojê bû. Lê, Serokomarê wê demê Ahmet Necdet Sezer bi egera ku, ev pêşnûma lidij stûnên dewleta uniter e, yekparçeyiya xaka welat dixê bin gefê de, pêşî li vê reformê girtibû.

Fobîya Kurd Tirkiye nebîn dike. Pêşî liber avêtina pêngavên pêwîst digre. Ji bo Tirkiye ber bi demokrasiyek rasteqîn ve biçe, berî her tiştî divê xwe ji vê fobîyê rizgar bike. Bi tirs û metirsiya herdemî, tu nikare bextewer be!

  1. Herî dawî tu li Konferansa Çareseriya Pirsgîrêkan li Norweçê amade bû. Nêzîkahiya cîhana derve ji bo çareseriya rastiya Kurd li bakur û Tirkiye çawa ye?

Civîna ku li  Norweçê min beşdarî kirî, ji alî Democratic Progress Institute (DPI) hatibû amadekirin. Armanc ji civînê, nirxandina waneya ku ji Pêvajoya Çareseriyê di navbeyna salên 2013-2015an de derketî bû. Di vê çarçoveyê de, bi taybetî liser xebata Desteya Mirovên Eqilmend hate rawestandin, ev ezmûn çend di wê proseyê/pêvajoyê de sûdmend bû, liser çi mijaran dikarî bandorê bike û di çi mijaran de sernekeft, hate gotûbêj kirin. Di raya giştî ya Tirkiye de, ev civîn, wekî: “amadeyiya pêvajoyek çareseriyê ya nû”hate destnîşan kirin. Lê, dixwazim bibêjim: ev yek ne rast e!

Ezmûnên cîhanê ji me re diyar dikin ku, ji bo bidawîanîna şerê li nav welatekî cîhana derve dikare wekî fakterek alîkar bê nirxandin. Wekî nimûne, di pêvajoya Irlanda ya Bakur de, bandorek Dewletên Yekbûyî yên Amerika heye. Herweha di pêvajoya Kolombiya de, Kuba û Amerika xwedî bandor in. Li Tirkiye jî, di sala 2011an de “Pêvajoya Oslo” wekî pêvajoyek ku hevdîtin lidar ketibûn, koordinasyonek pêkhatibû, ji alîkariya welatên derve sûd hatibû wergirtin.

Lê li wir xala bingehîn, vîn a aliyên ên nakok e. Proseya ku dikare ligel xwe çareseriyê bîn e, tenê bi vîn a aliyan ku hevaheng be dikare encamdar be. Aliyên derve, di navbeynkariyê de û di çareseriya hin nakokiyên ku derdikevin de, dikarin rolek erênî bilîzin. Lê, ji bo ku ev hewl bikaribin berhemdar bin, berî her tiştî alî divê xwedî perspektifek çareseriya demokratîk bin. Ger perspektîfek weha nebe, encamek jî nikare bidest bikeve.

Girêdayî vê yekê, ji bo di mijara Pirsa Kurd de ev şer bidawî bibe binameya sereke wekî di sala 2013 û berî wê de, lihevhatina aliyan di çarçoveya çareseriya siyaseta demokratîk de ye. Aliyên derve, di proseyek weha ya lihevhatinê de, dikarin ji pêşkeftina pêvajoyê re bibin alîkar.

  1. Ji bo pêşketina lêkolînê - rewşenbirî ya Kurd û bi taybetî ger em wekî realîteyekê bigrin dest, a desthilata Kurd (başûr, herweha şaredariyên bakur, û rêvebiriya rojava), erk a wan çi ye, divê çi xebat-projeyan bidin pêşya xwe?

 Sê mijarên xebatê ku cîhê balkişandinên min in hene:

  1. Dîroka Kurd, ziman, civatnasî û siyaseta wê
  2. Di çareseriya pirsa Kurd a ku naveroka xwe ya herêmî heye – modelên alternatîfî û pêşniyarî
  3. Di saheyên aborî, perwerde û ewleyiyê de ast a sazûmendiyê

Di van mijaran de, ev rastî divê bê gotin ku, ligor berê xebatên hêja û zêde tên kirin. Lê heman demê, av mijarên ku bi hevûdu re girêdayî ne, hîn derfetên pêkanîna xebatên gelek zêde hene. Ligor balkişandinan, bijardeyan û coxrafya ku lê tê jiyan kirin, lêkoler dikarin di mijarek an çendîn mijaran de xebat/lekolînên xwe bikin.

Ji bo ku lêkolîn bi naverokek xûrt encamdar bin, divê piştgiriya lêkoleran bête kirin. Di vê çarçoveyê de erk ek girîng dikeve ser milen otoriteyên Kurd.

Li Sûriyê rewş aloz e, dê çi bibe, ber bi kude ve biçe, ji niha ve zehmet e mirov bizan e. Lê li Tirkiye û Iraqê di qada herêmî û cîhwarî de derfetên Otoriteyên Kurd hene. Ev otorite dikarin bûrsan bidin lêkoleran. Di çarçoveya bernameyan de dikarin Xwendevanan binêrin Zanîngehên girîng ên cîhanî, ji bo lisansa bilind û bernameyên doktora alîkarê wan bin. Dikarin piştgiriya dezgehên ramanî bikin. Di mijarên ji wan re herî girîng/pêwîst dikarin navendên lêkolînan ava bikin. Dikarin hevkariya navneteweyî bihêz bikin. Çalakiyên akademî, zanyar, populer lidar bixin. Di vê proseyê de hin gav hatibin avêtin jî, hîn gelek rê ya meşînê heye.

  1. Nebûna dewlet a Kurdistanê –çi bandorê li xebata lêkolînê dike?

 Di sedsala dawî de Kurdan têkoşîna hebûn-nebûnê dan. Çar dewletên ku Kurd lê dijin, Jiber ku Hebûna Kurd ji xwe re wekî gef dipejirînin, liser Nasnameya Kurd di astên cuda de tade û zilm pêkanîn. Berdewamiya zilm û tadeyê, astengî lipêş xebatên sistematîk derxistin e. Bûguman di ast a kesayatiyan de xebatên hêja hatine kirin, lê jiber ku di warê perwerdeyî, medya û sazgehên akademî ev xebat nehatin piştgirî kirin, ev xebat ji cîhê pêwîst dûr man, negihiştin qada berfereh a raya giştî.

Dinav demê de rewş di cîhanê de ber bi guherînê ve çû, bandora van guherînan bêguman li herêmê û Kurdan jî bû. Îro ji bo pêkanîna xebatên sistematîk derfetên girîng hene. Li derveyî welat – bi taybetî li Ewrûpa – diaspora ya Kurd a mezin heye. Gencên Kurdan li her aliyên cîhanê di Zanîngehên navdar û girîng de  dixwînin, lêkolînên hêja dikin. Desthilata Herêma Kurdistanê, ji bo piştgiriya van lêkolînên hêja, xwedî derfetên berçav e. Li Tirkiyê partiyên siyasî yên ji misyona HDP tên, li gelek deveran şaredariyan birêve dibin. Ligor baweriyan di Adar a sala 2019an de jî, dê desthilata gelek şaredariyan bigrin dest. Ji bo ku bikaribin piştgiriya xebatên kulturî / çandî bikin, derfetên mezin di destên wan de hene. Hin sazûmanên ramanî, bi taybetî di warê ziman de, piştgiriyê didin xebatên hêja. Girêdayî vê, em dikarin bibêjin, ligor berê rewşek pêş heye.

Ya girîng ew e, ev rewş a derfetdar çawa bi awayek herî baş bîte bikaranîn. Ev yek jî, berî her tiştî pêwistiya azadiya ramanî derdixe pêş. Gava dibêjim azadî, ne tenê azadiya Kurd û dezgehên Kurdî girêdayî dewletê, herweha azadiya navxweyî ya Kurd jî, ku bikaribin ramanên xwe bi awayek azadanê bînin ziman, jî tînim ziman. Bi şêweyekî, di ast a heremî û deverî de yên ku desthilat in, beramberî lêkoleran dev ji sepandina ideolojiyê û berjewendiyên xwe yên siyasî-partizanî berdin. Di vê babetê de pirsgîrekek berçav heye.

  1. Erk a medya di nêzîkahiya çareseriya pirsgîrêkan de çi ye?

Di roja me ya îro de bandora medya ne cîhê gumanê ye. Medya di nav sistemekê de dikare kêmasiyan eşkere bike. Dikare xerabiyan veşêre jî! Dikare civatê bixe nav tevgerê. Ji bo ku bijardeyek siyasî dinav civatê de cîh bigre, ji bo rêxistinkirina civatê dikare rolek berçav bilîze. Jiber vê yekê, kes nikare hêz a medyayê paşçav bike. Herweha medya dewlemend dibe, medya – civatî (sosyal-medya) di belavkirina nûçeyan de bi hêzek berfereh derdikeve pêş. Tê dîtin, xerabî jî, başî jî bi awayek bilez belav dibe. Jiber vê jî, kes nikare hêz a medyayê nebîn e.

Medya çawa dikare bibe alîkarê çareseriyê, herweha jî dikare nakokiyan kurtirr bike. Wekî nimûne: Li Kolombiya dewlet û FARC, piştî pevçûnên 50 salan gihiştin rêkeftina dawîkirinê. Rêkeftin çû referendûmê. Lê, ji referendûmê encama “Na!” ji rêkeftinê re derket. Ligor pisporên mijarê, di redkirina xelkê ji vê rêkeftinê re sedema bingehîn, helwêsta medya ya beramberî vê rêkeftinê bû! Helwêsta beşek mezin ji medyayê hemberî rêkeftinê, bandor li helwêsta welatiyan kiribû. Jıber vê yekê gava alî derdikevin rê, ji bo çareseriyê nexşerêyekê amade dikin, divê xwedî stratejiyek medya ya rast bin.

  1. Xebatên, projeyên te yên niha û di pêşeroja nêzîk de çi ne?

Di dema nêzîk de sê xebat min da ye pêş xwe.

Ya yekem: Ji sala 199an ve liser mijaran, sereke jî, mijara Kurd, ji gelek kovar, rojname û malperên internetî re dinivîsim. Hejmarek zêde nivîs kombûn e. Wan nivîsên bi rêzkirina mijarî, dixwazim bikim pirtûk. Di destpêka sala 2019an de, dixwazim beşek mezin a dema xwe bidim vê xebatê.

Ya duyem: Liser guherîna pejirandinên siyasî yên gencên Kurd li herêmê û çaverêkirinên wan ên pêşerojê xebatekê lidar bixim. Babetek nêzîkî wê, bi tîmekê re, berî niha min ligel gencên Tirkiyê li Ewrûpa kiribû.

Ya sêyem jî: Demek dirêj ez liser pêgeha “Hukmet – î Hukimet” bernameya xebatek pirtûkî min da ye pêşya xwe. Lê, jiber xebatên rojane, her bi paş ve dixim. Hêvîdar im de demek nêzîk de, ez vê pirtûkê binivîsim...