“Divê Başûrê Kurdistanê ji AKPê bixwze ku bi Kurdên Bakur re li ser masa aştiyê rûne”

Selahetîn Demîrtaş
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fa2225e1-6dbd-4e41-9683-d3f836ebd63c/salahadin.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş ji Diyarbekirê de tevlî bultena K24ê bû û got: “Îro salvegera koçkirina Mela Mistefa Barzanî yê nemir e, ez wî bi rêzdarî bibîr tînim û ji ber têkoşîna wî jî bejna xwe ditewînim û hemû têkoşîna gelê Kurd jî silav dikim.”

Demîrtaş got: “îro li Hemû perçeyên Kurdistanê çi Bakur, Rojava, Rojhilat şer û pevçûn hene û li Başûr jî êrîşên DAIŞê didome. Em jî li Kurdistana Tirkiyê ji bo çareseriya demokratîk demeke dirêj e têdikoşin, di vî warî de partiya me di hilbijartinan de gelek serkeftinên mezin bidest xist. Birêz Ocalan bo çareserkirina pirsa Kurdî îsiyativek wergirtibû, ji ber ku nehat hesabê AKPê, maseya aştiyê têk da û dest bi siyaseta şer kir.”

Demîrtaş got: “Li gelek navçe û bajarên me, li hemberî xwastek û mafên Kurdan, Artêşê bi hemû tank û topên xwe li Silopî, Nisêbîn, Şirnax û Sûrê tarûmariyeke mezin çê kir. Ciwanên bexwedêr, sivîl û hêzên ewlehiyê jî di wî şerî de canên xwe jidest didin, em jî dixwazin pêşî li vê yekê bigirin û derbasî ser maseya aştiyê bibin, lê mixabin hikûmeta AKPê ji bo ku Kurd sûdê wernegire, hemû derfetên xwe bikar tîne .”

Demîrtaş derbarê roja 2ê Adarê ku bi girseyî bimeşin Sûrê û operasyonên hêzên ewlehiyê şermezar bikin, got: “Em nikarin li hember kuştina gelê me ya 90 rojî li Sûrê bêdeng bibin, me bangewaza xelkên xwekiriye bo meşê, lê ev ne bangewaziya şer e, ev bangewaziya aştiyê ye, gelê me jî dê bi dîspilîn xwe li dijî siyasetên şer nîşan bide.”

Demîrtaş got: “Em hemû gelên Tirkiyê wek dijmin nabînin, lê em dewletê rast nabînin, em qebûl nakin jî Kurdan bikujin, lê heger hikûmet bixwaze pirsgirêk li ser masa aştiyê çareser bike, emê piştgiriyê vê yekê bikin.”

Demîrtaş derbarê Başûrê Kurdistanê de got: “Normal e pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê û cîhanê re hebin, lê bila zanibin ku hikûmeta AKPê li hember gelê Bakurê Kurdistanê komkujiyê pêk tîne, divê Başûrê Kurdistanê vê yekê rexne bike û ji AKPê bixwze ku bi Kurdên Bakur re li ser masa aştiyê rûne û agirbestê rabigihîne.”

Demîrtaş got jî: “Em dizanin ku li Başûrê Kurdistanê gelek pirsgirêkên navxweyî û bi DAIŞê re hene, lê di vê qonaxê de divê rêberên Kurdan dijmitiya hev nekin. Îro roja yekîtiyê ye, roja em digel netewên din re bi hev re bijîn e. Ji vir de em silavên xwe ji gerîla û Pêşmerge yên ku li dijî DAIŞê têdikoşin, dişînin. Herêma Kurdistanê divê li hember van zehmetiyan, roleke mezin di vî warî de bilîze.”

Demîrtaş derbarê desteyeke Kurdî ji bo danûstandinên bi aliyên din yên Kurdî ji bilî HDP û PKKê de, got: “Ji 8 mehan de birêz Ocalan di tecrîdê de ye, ji salekê de ti hevdîtin nebûne. Divê aliyekî sêyemîn hebe bo çavdêriyê bike, me ti helwesteke cidî li hemberî xwe nedîtiye.”

Herwiha di wê derbarê de got jî: “Bêgûman tevgera Kurd ji tek aliyê pêk nayê, hemû partiyên alîgirya Kurdan dikin, divê di pêvajoyê de hebe û hêz bide Kurdan,.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de û dûrxistina PYD ji ENKSê re, Demîrtaş got: “Îro li Rojavayê Kurdistanê ne pêşbaziyeke hilbijartina demokratîk heye. Îro têkoşîna azadiyê heye, divê hemû partiyê Kurdan bi biratî bêne cem hev û yekîtiyê çê bikin.”

Derbarê bijardeya federaliyê li Rojavayê Kurdistanê de, Demîrtaş got: “Kurd li her perçeyê ku li dijî, dê çaresnivîsa xwe bi xwe birêve bibe û biryara wan de destê wan de ye, emê jî rêz ji biryara wan re bigirin, lê em nikarin ji ber wan ve, biryarekê bidin.”