Tirkiye bi çekdarên DAIŞ û Qaidê êrîşî Efrînê dike

Birûsk Heseke

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke, firokeyên artêşa Tirkiyê ti rojekê jî êrîşên xwe li dijî Efrînê ranewestandibû, lê çend rojan êrîşên xwe kêm kiribûn. Bi berxwedana gelê Efrînê Tirkiyê nekariye ti pêşketinekê bike.

Efrîn qurbanê Idlibê

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke, li Efrînê di hevpeyvînekê de ligel K24ê spasiya televisyona Kurdistan24ê kir ku dengê rastiyê digihîne tevahiya gelan û li ser armanca Tirkiyê ya ji êrîşî li ser Efrînê got: Ev 22 roj in êrîşên gelekî tundî bi ser Efrînê de hatine. Armanca artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê çeteyên Qaide ji hêzên ku li Sûriyê xwedî biryar in ji hev cuda ne, ku di navbera wan de rêkeftineke siyasî heye. Efrîn kirin qurban ji Idlibê re.”

Herwiha got: Destpêkê hemû çekdarên Qaide li Idlibê kom kirin, di pişt re û li gor rêkeftina wan a li ser bingeha berjewendiyên Tirkiyê dê Idlib bê valakirin û Efrîn li cihê wê bigire, ku Tirkiye hewl dide xêzeke ewle di navbera bakurê Sûriyê de çê bike, ji Cerablusê û ta Idlibê û ji ber ji aliyê ceugrafî Efrîn di navbera Idlib û Babê de, Tirkiye dixwaze Efrînê bigire.

Tirkiye li Efrînê ketiye çiravekê

Peyvdarê YPGê li Efrînê amaje kir: Tirkiye di wê baweriyê de bû ku Efrîn dê di hehteyekê de bikeve, lê ji piştî 22 rojan ew hesabê wê rast derneket. Tirkiye niha ketiye çiravekê, ku ne dikare bi pêş ve were, ne jî dikare bi şûn ve vegere. Bi berxwedana gelê Efrînê bi taybet û piştre berxwedana YPG û YPJê û tevî gelek êş û qurbanî, lê Tirkiyê nekariye ti pêşketinekê li Efrînê bike.

Got jî: Ji ber tundiya bombebarana firokeyan û topbaranê de Tirkiye kariy hin gundên di sînor de û navçeya Bilbilê bigire, ku teha niha Tirkiyê tenê kariye 14 – 15 gundan kontrol bike. Herwiha got: Tirkiye dixwaze çekdarên opozîsyona Sûriyê bi destê gelê Efrînê bide kuştin. Dixwaze şerekî di navbera Kurd û Ereban de derbixe.

Tirkiye bi çekdarên DAIŞ û Qaidê êrîşî Efrînê dike

Derbarê grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi Tirkiyê re êrîşî ser Efrînê dikin, Birûsk Hesek diyar, nêzîkî 32 grûpên çekdar bi artêşa Tirkiyê êrîşî ser Efrînê dikin, lê yên sereke Desteya Tehrîr El- Şam (Eniya El-Nusra) û çekdarên li Efganistanê şer dikirin û îdolojiya Qaide hilgirtine ne. an ku grûpên êrîş dikin di bin sîwana Eniya El-Nusra û DAIŞê de ne.

Birusk Heseke amaje bi eniyên şer ên germ kir, ku artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di gelek enî re êrîş dikin, lê li eniya Bilbilê û Cindirêsê ji ber girîngiya wan a stratejîk, eniyên herî germ in. ji ber wê jî Bilbil û Cindirêsê bi tundî hatin bombebarankirin û avahiyên her du navçeyan rûxandin.

Tirkiye gund û navçeyên sivîl hildiweşîne

Peyvdarê YPGê li Efrînê got: Tevî ti hebûna şervanên YPG û YPJê de li gundên sivîlan de nebûn, lê artêşa Tirkiyê bi firoke û çekê giran êrîşî hemû gundan kir, ku xwast milet bitirsîne û çavê wî bişkîne, ku pêwendiya di navbera gel û şervanan de qut bike.

Herwiha Birûsk Heseke amaje bi bombebarankirina artêşa Tirkiyê ya li ser jêrxane û cihên dîrokî kir û got: Artêşa Tirkiyê bendava Meydankê, navenda zelalkirina avê, keleha Eyn Dara û Nebî Horî bombebaran kirin, tenê ji bo gelê Efrînê koçber bibe.  

Bi berxwedana gelê Efrînê Tirkiyê nekariye ti pêşketinekê bike

Birûsk Heseke diyar kir: Gelê me dizane ku em di rewşeke awarte de dijîn, ji 7 salan ve Efrînê di dorpêçê de ye, ta ev dorpêç were şikandin, hinek qurbanî û êş jî pê gerek e, lê gelê me xwe ji vê yekê re amade kiribû, ji ber wê çi şikeft û jêrxane hebûn pak kirin. Gelê Efrînê xwe bi xwe ji bombebarana Tirkiyê parast, ji bo em wek YPG karibin baş şer bikin.

Herwiha got: Tevî van tedbîran jî ta niha dora 150 şehîdên me yên sivîl hene û hezar birîndarên me hene. Tirkiye ev yek da ku xelkê Efrînê koçber bibe, lê gelê Efrînê bi xaka xwe ve ma.

Êrîşa firokeyên Tirkiyê rojekê jî ranewestiya

Li ser jinûvebombebankirina Efrînê piştî rawestandina 4 rojan a firokeyên Tirkiyê de, Brûsk Heseke got: Êrîşa firokeyên artêşa Tirkiyê ti rojekê ranewstiyabû, rast e çend rojan kêm kiribû. Tirkiye xwast li ser erdê bi riya çeteyên xwe derbas bibe, lê rastî berevaniyeke tund ji aliyê YPG û YPJê hat û bi şûn ve vekişayan, lewre got heger ew careke din bi firokeyan bi tundî êrîş neke, dê bibin bikeve. Loma Tirkiyê careke gundê û navçeyên Efrînê û herwiha vê care jî taxên Efrînê bombebaran kir.

Herwiha got: “Tirkiye xwast li ser erdê bi riya çeteyên xwe derbas bibe, lê rastî berevaniyeke tund ji aliyê YPG û YPJê hat û bi şûn ve vekişayan, lewre got heger ew careke din bi firokeyan bi tundî êrîş neke, dê bibin bikeve. Loma Tirkiyê careke gundê û navçeyên Efrînê û herwiha vê care jî taxên Efrînê bombebaran kir.”

Rûsya glopa kesk da Tirkiyê

Derbarê vekişîna hêzên Rûsyayê ji Efrînê de Birûsk Hesek got: Ji destpêkê ve Rûsyayê glopa kesk da firokeyên Tirkiyê. Lê cara dawî û ji bo termê firokvanên xwe yê Idlibê hatiye kuştin vegerîne, dîsa glopa kesk da Tirkiyê ku careke din firoke bi tundî êrîşî Efrînê bikin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê got: Rast e hêzên Rûsyayê nêzîkî salekê ve li Efrînê bûn, lê ti tiştî me bi hev ve girê bide tun bû, tenê çavdêriya sînorê di navbera Efrîn û Tirkiyê de dikir. Lê destê Rûsya di vê êrîşa li ser Efrînê dibe de heye. Efrîn bû qurban ji bo Idlibê.

Tirkiye dixwaze guhartineke demografî çê bike

Tirkiye bi vê êrîşa xwe dixwaze guhartineke demografî çê bike, ku Kurdan ji Efrînê bar bikin û Tirkmen û Eeban lê bicih bikin. Wek çawa rêjîma Sûriyê kembera Erebî li herêma Cizîrê çê kir, Tirkiye dixwaze Tirkmenan û ew çekdarên cîhadîst yên li ser wê bûne bela, li xêza Idlib, Efrînê û Cerablusê bicih bikin.

Li dawiyê Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke got: Efrînê gelek mirovên ku di xewê de bûn hişyar kir, çawa di demekê Kobanê bûbû kela berxwedaniyê, niha li Efrînê berxwedana serdemê tê kirin. Cîhan tev dizane, heger Efrînê bikeve, dê sira Heleb, Minbic û ta Şamê berdewam bike