Şerê Qamişlo dilmanî bû û çareseriya pirsa Kurd li Sûriyê bi sê mercan ve girêdayî ye

Selah Bedredîn:
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn dibêje, PYD û rêjîmê ve negihane nakokiyekê ku her yek ji wan programeke wan ya cude hebe, heta niha tevgera PYDê di çarçova rêjîma Sûriyê de ne. Herwiha dibêje, çareseriya pirsa Kurd li Sûriyê bi sê mercan ve girêdayî ye.

Şerê di navbera Asayişa Rojava û rêjîmê de li Qamişlo

Siyasetmedarê Kurd Selah Bedredîn ji K24ê re ragihand, li Qamişlo di navbera Asayişa Rojava û rêjîma Sûriyê de şer çê nebû, dilmanî bû, ji ber ku di navbera wan de dijminatiyeke siyasî tune ye. Di sala 2011an de 3 hezar şervanen PKKê ji Qendîlê li ser rêkeftinekê di navbera rêjîm, Îran û PKKê de di bin diruşma "Em hemû dijminê Tirkiyê ne" de derbasî Kurdistana Sûriyê bûn, bo Kurd nekevin nava rêza şoreşa Sûriyê.

Bedredîn diyar kir, şerê Qamişlo ji ber du sedeman bû. Yek, şer ne di navbera PYD û rêjîmê de bû, lê bi hêza Berevaniya Niştimanî re bû, jî bo hinek desthilatên li ser erdê bû.

Bedredîn sedema duyemîn jî xuya kir ku, di nava YPGê de hin grûp çê bûne dixwazin şerê rêjîmê bikin, dixwazin lihevhatineke Kurdî çê bibe û ne dijminê Herêma Kurdistanê ne, wan grûpan dixwast şer bikin, lê serkirdeyatiya wan nehêşt ev şer berdewam bibe, ji ber ku jeger vîna şer li cem PYD hebe, ji bilî li çarkoşeya ewlehiyê û firokxaneya Qamişlo de rêjîm tune ye.

Bedredîn amje kir jî, ku hin leşkerên Îranî, Hizbulaha Libnanî û hêza Ewehiya Leşkerî yên li firokxaneya Qamişlo û li devera Hilko dimînin û herêma Cezîrê birêve dibin, şerê Qamişlo rawestandin.

PYD û taxa Şêx Meqsûd

Bedredîn amaje bi topbarana taxa Şêx Meqsûd ya Helebê kir, ku ji destpêkê ve rêjîmê xwast şoreşê ber bi şerekî taifî û olî bibe, lewre di sala 2012an de li Şex Meqsûd şerek bi destê PYDê di navbera Kurd û Ereban de çê kir, bo şoreş derbasî wê taxê Kurdan nebe. Lê niha ew şerê di navbera YPG û opozîsyonê de bo riya Kastêlo ya li bakurê Helebê ye, ku riya sereke ya opozîsyonê ye, rêjîm û YPGê jî dixwazin wê rêyê bidest bixin.

Federalîzma PYDê ji Rêveberiya Xweser kêmtir e

Bedredîn derbarê federalîzma ku Rêveberiya Xweser ragihandiye de got, di programa PYDê de federalîzm bi awayekî temam ranegihandiye. Ferderalîzma ku PYDê ragihandiye ji Rêveberiya Xweser kêmtir e. PYD û rêjîmê ve negihane nakokiyekê ku her yek ji wan programeke wan ya cude hebe. Heta niha tevgera PYDê di çarçova rêjîma Sûriyê de ne.

Kurd û Mafê Çarenûsî

Bedredîn amaje bi Tevgera Kurdî kir û got: "Em wek Tevgera Kurdî ya azadîxwaz di Kurdistana Sûriye de, ji damezrandina Partiya Demikrata Kurdistanê di sala 1957an de, di programa wê de azadkirin û yekgirtina Kurdistanê me dixwast, piştî 2salan ji ber sedemên girtin û îşkenceyê, me mafên rewşenbirî xwast, di sala 1965an de konfiransa Tebaxê çepgir û rastgir çê bû. Çepgiran di programa xwe de gotin ku miletê Kurd miletek e xwedî erd e, divê mafê wê yê çarenûsî hebe."

Bedredîn diyar kir, li Sûriyê ti proje bi tenê naçin serî, heta projeyek biser keve, divê yan rêjîm yan opozîsyon li ser wê erê bike. Kurd li Sûriyê ji sedî 15 ne, divê hevparî ligel pêkhateya Ereb re hebe. Tiştê herî girîng niha bo Kurd li Sûriyê ew e, ku Kurd mafê çarenûsî bixwaze.

Bedredîn got jî, çareserkirina pirsa Kur li Sûriyê sê merc wê hene, ew jî divê Kurd yekrêz bin, divê lihevkirin di hevparan (Kurd û Ereb) de hebe,  divê rewşek demokratî hebe. Ev her sê merc jî niha tune ne. ji bilî bidestxistina mafê çarenûsî ti rê li pêş Kurd li Sûriyê tune ne heta ku pirsa Kurd çareser bibe.

Piştevaniya Amerîka û Rûsyayê

Bedredîn debarê piştevaniya Amerîka û Rûsyayê ve ji Rêveberiya Xweser re, amaje kir, Amerîka, Rûsya û welatên rojava dibînin ku navenda yevgera Kurdeyatî Hewlêr e, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî jî rêveberiya Kurdan dike. Ti belge tune ne ku Amerîka û Rûsya ligel Rêveberiya Xweser rêkeftine, piştevaniya ku heye tenê bo şerê DAIŞê û girtina bajarê Reqa ye, pêwistiya Amerîkayê jî bi hin şervanan heye. Rûsya jî dixwaze hin grûpên xwe li Sûriyê çê bike, lê dijî perçebûna Sûriyê ye.

Rola Serokê Herêma Kurdistanê

Derbarê rola Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, Bedredîn diyar kir, ji destpêkê de Serok Barzanî agahdarî rewşa Kurdistana Sûriyê re, hemû civîn û hevdîtinên partiyên siyasî yên Kutrdistana Sûriyê di bin serpereştiya wî de hatin kirin. Xwast yekrêziyekê di navbera Kurd çê bike û Kurdan biparêze. Lê Serok Barzanî gihêşt baweriyekê ku her du alî li Sûriyê nizanin li kû derê ne, bi rêjîmê yan bi şoreşê re ne. Serok Barzanî di hevpeyvîneke xwe de got ku PYD hemû rêkeftin nebirin serî.

Partiyên ENKSê û pirsa Kurd

Derbarê rol û ne çalakiya partiyên ENKSê de, Bedredîn amaje kir, di sala 2004an de partiyên Kurdî nikarî ew serhidan bikirana şoreş, ji ber ligel generalê ewlekariyê civiyan, heta nikarîn program xwe biguhêrin û xwe nû bikin.

Bedredîn domand jî, divê Kurd li Alternativekê bigerin, ev jî erkê Kurdên Sûriyê ye, ne erkê Serok Barzanî ye. Divê Kurd li Sûriyê kongreyeke netewî çê bike, ku xort, jin, kesên serbixwe û hin partiyên siyasî, ku serkirdeyek nû û xort û bernameyeke siyasî ya zelal hilbijêrin û xebatê bikin.

Selah Bedredîn û dijeyatiya PKK û PYDê

Derbarê dijeyatiya Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) û PYDê de, Bedredîn aşkere kir, ku wî ti çek hilnegirtiye û şer nekiriye, ew kesekî aştîxwaz e, ew bi çand û hizr xebatê dike. Ez dibînim ku PKK û partiyên pê ve girêdayî tundrew in, ji rêza Kurdeyatiyê derketine, PKK şerê federalîzma Kurdistana Iraqê kirin û niha jî şerê wê dikin. PKK nahêle aştî çê bibe. PKK nahêle gelê me li Sûriyê bigihe şoreşê. Ez ni dijminê wan im, lê mafê min e wek Kurdekî ez bîr û baweriyên xwe bidim xuyankirin.”