Xendekan bi HDP'ê da wendakirin

Altan Tan:

 

K24 – Diyarbekir

Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Altan Tan got; ji ber siyaseta PKK'ê ya xendekan, li Bakurê Kurdistanê dengên HDP'ê kêm bûn. Li gorî Tan, heger HDP siyaseta xwe di ber çavan re derbas neke û guhdariya dengdarên oldar neke, dê piştgiriya wê hîn jî dakeve. Tan, bangî AK Partî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî kir û got heger ew jî siyaseta xwe neguherînin, dê roj bi roj piştgiriya wan kêm bibe.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Altan Tan, bi taybetî ji bo K24'ê encamên referandûma 16'ê Nîsanê nirxandin. Tan ragihand ku; li gorî encamên referandûmê, li seranserê Tirkiyeyê dengên AK Partiyê ji sedî 10 kêm bûn lê li bajarên Kurdan bi awayekî berbiçav dengên AK Partiyê zêde bûn.

Tan da zanîn ku li Diyarbekirê dengên 'Nexêr' ji sedî 67,6 bûn û ev hejmar jî zêde ye lê li gorî hilbijartinên berê, dengên HDP'ê kêm bûne.

Ji 7'ê Hezîranê ve dengên HDP'ê kêm dibin

Tan anî zimên ku li Bakurê Kurdistanê oldar û muhafezekaran ji xwe dengên xwe didan Partiya Fazîlet, Refah û AK Partiyê. Parlementerê HDP'ê Tan li ser encamên hilbijartina herêmî ya 2014'an jî wiha got; "Di hilbijartinên şaredariyan ên 2014'an de Gultan Kişanak li Diyarbekirê ji sedî 55'ê dengan,  dû re berendamên HDP'ê yê Serokomariyê Selahedîn Demîrtaş ji sedî 64,7'ê dengan û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî HDP'ê ji sedî 79'ê dengan wergirtibûn. Lê di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de HDP'ê dîsa ji sedî 72 yê dengan wergirt. Yanî 55, 64, 79 û 72… ev hemû di salekê de bûn. Gelo çi bû? Çima HDP'ê ji sedî 55'an derket 79'an û çima dîsa daket?"

2 milyon dengên oldaran ji AK Partiyê hatibûn bo HDP'ê; lê dê dîsa vedigerin

Parlementer Tan, sedemên kêmbûna dengên HDP'ê wiha anîn zimên: "Li gorî lêkolîneran li seranserê Tirkiyeyê 2 milyon oldarên Kurd ên AK Partiyî dengên xwe dan HDP'ê, lê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nêzî milyonekî dîsa vegeriyan AK Partiyê. Di vê referandûmê de jî hejmarek ji wan dengdaran vegeriyan. Yanî li herêmê 400 hezar, li seranserêTirkiyeyê 700 hezar dengên HDP'ê kêm bûn.

Divê AK Partî jî HDP jî ji encaman para bersiva xwe werbigirin

Tan got: “Niha dibêjin; 'bi darê zorê deng stendin, bi gefan stendin, rewşa awarte hebû…' Herê ev hemû jî rast in lê hûn nikarin bi van hincetan kêmbûna dengan îzah bikin. Sedema rast ev e; dengên ku ji AK Partiyê hatine û dîsa vegeriyane, dengên wan kesên ku li dijî siyaseta xendekan derketine, siyaseta xelet a PKK'ê ku 2 salan ajot, ji aliyê van dengdaran ve nehat pesendkirin, sedema rast ev e. Lê yên ku gotine "Nexêr" jî negotine xendek rast bû, ji vê jî ew encam dernakeve. Niha hûn ji xelkê bipirsin, piraniya xelkê dê bibêje ew siyaset xelet bû, lê xwe radestî Tayîp Erdogan û AK Partiyê nekirine. Gel got; 'Ez li cihê xwe me, ez ê dîsa muxalefeta xwe bidomînim, ez girîngiyê didim demokrasiyê."

Tercîha gel demokrasî ye

Tan berdewam kir: “Heger Kurdan hêviya xwe ji demokrasiyê qut kiribûya, nediçûn ser sindoqan. Lê tevî van şertan jî li Diyarbekirê ji sedî 81'ê dengdaran çûn ser sindoqan.  Çavên xelkê hîn jî li çareseriyê ne, li sindoqan e, li rêyên demokratîk in.”

“Lê aliyekî girîng ê dengên Kurdên  ku ji AK Partiyê hatine, dîsa vegeriyan. Divê ev baş were nirxandin. Yanî yên ku dibêjin; 'Dengên me qet kêm nebûn, ev safsata ye, ev operasyona hizrî ye' ew xwe dixapînin.”

Divê HDP li ser encaman lêkolîneke baş bike

“Ez dubare dibêjim; dengên "Nexêr" zêde ne, ev girîng e. Li Diyarbekirê di hilbijartina serokomariyê de dengên ji bo Demîrtaş derketine, ji sedî 64 e, lê dengên "Nexêr" ji sedî 67,6 e. Qedrê van denqan zêde ye. Lê divê li ser wan dengên ku ji AK Partiyê hatine û dîsa çûne, nirxandin werin kirin. Divê li ser sedemên vê yekê lêkolîn were kirin. Sedemên vê yekê diyar in; gel şer naxwaze, gel siyaseta xendekan naxwaze, gel piştgiriya rêyên demokratîk dike.”

Siyaseta Erdogan a li ser Kurdan xelet e

Tan axaftina xwe wiha domand: “Em hîn jî tu nîşaneyên ku guhertina siyaseta xelet a Erdogan û AK Partiyê li hemberî Kurdan nabînin. Gotinek bav û kalan heye dibêjin; 'Me hîn jî ji wê ziyaretê tu keramet nedîtine.' Ger ku AK Partî xwe biguhere, dê piştgiriya wê zêde bibe; lê xwe neguhere dê gel dîsa li wî cihê xwe bisekine. Ev ji bo HDP'ê jî wiha ye.”

“Ger ku HDP bibêje; 'Çima evqas Kurdên ku piştgirî dane min, dîsa vegeriyan' li ser bersiva vê pirsê nirxandineke rast bike dê baş be. Tenê li Diyarbekirê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de 60 hezar, di referandûmê de 60 hezar bi tevahî 120 hezar dengên ji bo HDP'ê hatibûn, dîsa çûn. Dîsa divê li ser vê yekê lêkolîn were kirin.”

Newêrin bibêjin PKK'ê xeletî kir

Parlementerê HSDê got: “Niha hin kesên ku temenên wan ji 70'yî derbas bûne dibêjin; me wenda nekir û dersê ji van encaman negirin, ew dizanin. Ji AK Partiyê 2 milyon dengên ji bo HDP'ê hatibûn lê îro nêzî milyon û nîvî dîsa vegeriyane. Dengên AK Partiyê li Ordu, Samsun, Stenbol û Enqereyê kêm bûn lê gelo çima li herêmê kêm nebûn? Divê bersiva vê pirsê hebe. Bersiva vê pirsê li hin kesan giran tê. Nikarin bibêjin 'PKK'ê xelet kir, şer, xendek û tundî xelet bûn.' Tenê dibêjin rewşa awarte hebû, bertîla dewletê hebû... Hebû lê li Trabzonê jî li Stenbolê jî ew hebûn. Belê, rast e li herêmê zêde bû. Gef li muxtaran hat xwarin, qeymeqam û parêzger ji rêveberên Ak Partiyê zêdetir xebitîn.”

Tifaqa AK Partiyê û MHP hilweşiya

Tan dibêje jî: “Li gorî min tifaqa AK Partî û MHP'ê hilweşiya lê belê AK Partî dîsa nikare vegere ser rêyeke demokratîk û reforman bike, tengasiya AK Partiyê ya mezin ev e. Yanî xwe girêda û êdî nikare xwe veke. Lê niha tiştê ku divê AK Partî bike ew e ku dîsa bi hêzên demokrat re tifaqekê bike. Lê divê bi Kurdan, Elewiyan û Lîberalan re îtîfaqekê bike. AK Partiyê di sala 2002'yan de got; demokrasî, Yekitiya Ewropa, Prensîbên Kopenhagê.. Gelo pêkan e dîsa vegere 2002'yan? Niha zehmet xuya dike. Heta  niha jî tu hêvî nîn e. Ger ku venegere polîtîkaya xwe ya 2002'yan dê hilweşe. Divê HDP jî baş bizane ku ka ji bo civakê çi divê, çi  dixwaze, dê ber bi ku derê ve here? Divê li ser van pirsan lêkolîn werin kirin.”

Heger ku Erdogan siyaseta xwe biguhere, dê Rojhilata Navîn jî Kurdistan jî Sûrî jî jê bandor bibîne. Lê heger li ser polîtîkaya ewlekariyê berdewam be, dê ber bi hilweşînê ve biçe."