Tevgera siyasî ya kurd bandoreke nerênî li ser ziman kiriye

Ebdulla Keskîn

 

K24- Hewlêr

Rêveberê Giştî yê Wşanxaneya Avesta Abdulla Keskîn di hevpeyvînekê de ligel BasNewsê amaje dike ku, berî niha derbaskirina bombeyekê ji Bakur bo Başûr hesantir bû ji derbaskirina ûirtûkekê. Diyar dike jî ku tevgera siyasî ya kurd bandoreke nerênî li ser zimanê kurdî kiriye.

 

Abdulla Keskîn balê dikşîne ser berhemên wergerandî yên Bextyar Elî û Şêrko Bêkes û diyar dike ku, berhemên her du nivîskaran bûne waneyên xwendinê.

 

Avesta kengî destpêkir, rola wê di xebata zimanê Kurdî de çawa bû û astengên ku tên pêşiya wê çi ne?

 

Abdulla Keskîn: Avesta di dawiya sala 1995an, wate berî 20 salan destpêkir, asteng wê demê hem ji aliyê siyasî ve û hem ji aliyê kulturî ve li Bakur ji bo zimanê Kurdî û li Tirkiyê jî, yek ji rewşên herî xirab bû. Di wê demê de ji xwe Kurdî qedexe bû, tenê 3 pirtûk li ser Kurdan hatibûn çapkirin, ew jî bi zimanê Tirkî bûn û qedexe bûn.

 

Di wan şertan de me destpêkir, me dixwest ku Kurdî derxin pêş, berî me jî weşanxane hebûn, lê weşanxaneyek ku nû ava bibe û bi 4 pirtûkên Kurdî ji parçeyên cûda yên Kurdistanê weşanê bike, ji me pê ve nebû, lewma em gelekî fikirîn û gelek kesan em teşwîq kirin û gelek kesan jî em tirsanidn û digotin: Hûnê çi bikin? Ev ziman kes naxwîne û xwendevanên wî kêm in. Lê me got wek pirensîp em dixwazin bi zimanê Kurdî be û me bi zimanê Kurdî destpêkir, bi 4 pirtûkan.

 

Ew her çar pirtûk çibûn û ji aliyê kê ve hatibûn nivîsandin?

 

Abdulla Keskîn: Yekem pirtûka me bijardeyek ji helbestên Şêrko Bêkes bi Kurmancî bû.

 

Duyemîn pirtûk romana Bîra Qederê ya Mehmet Uzun a li ser Celadet Elî Bedirxan bû.

 

Sêyemîn, Reşîdê Kurd bû ku Kurdekî Dêrikê ya Serxetê (Bakur) bû. Bi vî awayî me destpêkir.

 

Heta niha 40-50 koleksyonên me hene, ji Kurdolojî heta bi wêjeya modern a Rojhilata Navîn, ji felsefe heta bi kitêbên zarokan.

 

Avesta bi çi zimanan weşanê dike?

 

Abdulla Keskîn: Bi giştî bi zimanê Kurdî û Tirkî ye, lê eger kêm jî be em bi zimanên din diweşînin.

 

Hin alî hene ku alîkariya Avesta dikin, yan jî Avesta daxwaza alîkariyê ji ti aliyekî kiriye?

 

Abdulla Keskîn: Ev 20 salên Avesta ye, heta niha Avesta 20 seatan jî li alîkariyê negeriya ye. Ji ber ku dema em karekî dikin, ji wî karê me çi tê em li wê dinêrin. Ez naxwazim karekî bikim tenê bi proje û bi sponsor be.

 

Ji destpêkê heta niha çavê me li ser wê yekê bû ku xwendevanên bi zimanê Kurdî hebin.

 

Pirtûkên ku Avesta bi sponser kirine tenê ji sedî 3 ji tevaya pirtûkên ku weşandine.

 

Me dixwest zêdetir di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de pireke kulturî çêbikin. Ji xwe dema ku weşanxane pirtûkên Şêrko Bêkes, Eta Nehayî, Bextiyar Elî û Can Dost çap dike, em bixwazin nexwazin ew pir çêdibe. Lê me dixwest ji wê pirê bêhtir, peywendiyên xurt di navbera me de hebin. Lê mixabin ev yek pêk nehat.

 

Sedemên pêknehatina wan peywendiyên xurt çibûn?

 

Abdulla Keskîn: Gelek sedem hene, niha Kurdistan di dema avakirinê de ye. Bi taybetî piştî 2003an guhertinên gelekî mezin çêbûn, wate guhertinên ku ji wê demê ve li Kurdistanê çêbûne, ji zayînêmîladê heta sala 2000an pêknehatibûn. Li vêdê me dixwest peyeendiya me ligel nivîskar û weşanxaneyan xurt be, lê ew heyecana ku me ji Stenbolê bi xwe re dianî vir (Başûr) me li hember xwe ne didît.

 

Lewma min karê xwe li Stenbolê kir, li wê derê kar li gor metropolan diyar e û ez karê xwe bi baldarî dikim û mineta kesî li ser min nîne.

 

Berî demekê ez li konferansekê li Stenbolê bûm, dema ez derketim min Bextiyar Elî  dît, min hinekî ligel sohbet kir û tîmek rojnamevanî hat cem me, li Başûr tiştek wiha nîne, tu dibîne berpirsek li pişt te bi Soranî diaxife, yan jî Kurdekî Rojava hatiye û behsa rejîma Sûriyê û PYDê dike.

 

Te bal kişande ser navê Bextiyar Elî, têkiliya di navbera Avesta û Bextiyar Elî de çawa destpêkir?

 

Abdulla Keskîn: Heta niha me di navbera 50-60 pirtukên ji Soranî wergêrane Kurmancî û Tirkî, min gelek ni navê Bextiyar Elî dibihîst ku nivîskarekî gelek başe, me lêkolîn li ser nivîskarên baş dikir.

 

Di gelek konferans û civînên taybet bi wêjeya Kurdî de, her tim navê Bextiyar Elî û Şêrzad Hesen, Ferhad Bîrpal min ji berê ve dinasî, Min berî 15 salan wate sala 2000-2001ê min pirtûkên wî (Bextiyar Elî) bidest dixistin.

 

3 pirtûkên Bextiyar Elî ji bo Kurmancî hatine wergêrandin, piştî vê yekê min peywendî bi Bextyar Elî re kir û min destûr jê wergirt ji bo wergerandina hemû pirtûkên wî bo Kurmancî. Yekem pirtûka Bextyar Elî ‘Evara Perwaneyê’ bi Kurmancî derket û ew 300 rûpel bû, heta wê demê li Bakur ez bawerim ku 3 kesan Bextiyar Elî nasnedikir, ji ber pirsa ziman û diyalektê, ji ber ku bicîbûna nivîskarekî di nav xelkê de wiha ne hesane, raste em yek milet in lê her tiştê me ji hev parçe bûye. Di demek kurt de Êvareya Perwaneyê têkiliyek cidî dît, li gor şert û mercên Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye firotina wê baş bû, reaksonên gelek baş ji xwendevanan li ser dihatin.

 

Pirtûka Bextiyar Elî ya duyem jî Cemşîd Xan bû, di 2014an de jî Qesra Balindeyên Xemgîn me wergerand.

 

Niha jî yek ji nivîskarên ku herdem xwendevanên me çaverêyî xwendina berhemên wan dikin Bextiyar Elî ye, tevî ku xwendevanên Kurdî zû bi zû reaksona xwe nadin xuyakirin.

 

Sala 2013an me konferansek li Diyarbekirê ji Ferhad Bîrpal re organîze kir, wê demê çend kes rabûn û bang kirin “Emê kengî Bextiyar Elî û Eta Nehayî bibînin.” Wate Bextiyar Elî yek ji nivîskarên ku hertin Bakurî çaverêyî berhemên wî dikin?

 

Niha ez dikarim bibêjim Bextiyar Elî li Bakurê Kurdistanê jî navekî gelekî navdar e, ji sedî 95 ji navên Kurdî wek bazar navdartir e.

 

Niha çapxaneya Dogan Kîtap mafê wergerandina Êvareya Perwaneyê bo zimanê Tirkî ji Avesta wergirt. Dogan Kîtap yek ji çapxaneyên herî mezin û navdar ên Tirkiyê ye û xwedanê wê heman xwedanê CNN-Turk, Kanal D û Hurriyet e. Bi navê Bextiyar Elî me peyman ligel Dogan Kîtap îmze kir, di nava du salekê yan du salan de wê Êvareya Perwanê bi Tirkî jî derbikeve.

 

Nivîskarên Başûrê Kurdistanê gelekî dixwazin pirtûkên wan bi Tirkî belav bibin, lê rewşa Tirkî nizanin, ku tu dibêje çapxaneyek Tirkî ew dîn dibin li ser, ev yek jî gelekî şerm e. Min gelek caran ji wan re û ji Şêrgo Bîkes re jî gotiye ku, eger nivîskarek cihê wî di nav Kurmancî de nebe û cihê wî di nava Tirkî de jî nebe, eger Bextiyar Elî di nav xwendevanên Kurdî de cih negirtiba û bala xwendevanên Kurd nekişandiba û nivîsên baş li ser nehatiba nivîsandin, di demek kurt de Dogan Kîtap bi xwe nedihat û daxwaza wergerandina pitrûka wî nedikir. Wan daxwaz kir û ew yek ji her 3 weşanxaneyên herî mezin e li Tirkiye.

 

Kîjan pirtûka Bextiyar Elî daxwaza herî zêde li ser heye?

 

Abdulla Keskîn: Êvara Perwaneyê pirtûka herî zêde ku hatiye firotin niha. Lê pirtûka Cemşîd Xan zêdetir bandor li xwendevanan kiriye.

 

Li çend zanîngehên Tirkiyê Enstîtuyên Kurdolojî beşên ziman û edebiyata Kurdî vebûn, eger ev karê ku em behs dikin nebûna, ez bawer nakim ew beş vebûbane, eger vebûne jî dê çi bidane xwendin, niha Evareya Perwaniyê pirtûka waneyan li Artukluyê ye. Cemîl Sayib tekstek wî heye bi navê Le Xewma, yekem teksta pexşana Soranî di 1925an de li rojnameyê belav bûbû, wek pirtûk 10-12 salan berê çap bûye, me jî ew wergerande Kurmancî û Meseley Wîjdan a Muxtar Caf jî, niha her du pirtûkên waneyan in, Artuklu wan dide xwendin, Mûş dide xwendin û Bîngol dide xwendin.

 

Eger heye ku hûn konferansekê li Diyarbekirê ji Bextiyar Elî re organîze bikin?

 

Abdulla Keskîn: Par me xwest ku Bextiyar Elî bibin, lê programa wî nealîkar bû. Di Gulana bê de, di 20 saliya Avesta de wê konferansek li Stenbol û Diyarbekir ji Bextyar Elî re were lidarxistin, em hewl didin ku li Wanê jî konferansekê ji bo wî bikin, lê heta niha ev yek piştrast nebûye.

 

Eger li Diyabekirê jî ew konferans pêkneyê, emê di payîzê de konferansekê ji Bextiyar Elî re organîze bikin, ji ber ku xwendevan daxwaz dikin.

 

Heta niha çend berhemên Şêrko Bêkes ji aliyê Avesta ve hatine çapkirin?

 

Abdulla Keskîn: Heta niha yek berhema Şêrko Bêkes hatiye çapkirin, ew jî berhevokek ji neynikên biçûk e. Niha jî çapa sêyem jê hatiye çapkirin.

 

Tiştê ku balê jî dikşîne ewe ku, ji sedî 70-80 ji helbestên ku di wê berhevokê de hatine, bûne stran. Hemûyan jî destûr ji me xwestine û me destûr daye wan.

 

Xwesteka xelkê li ser wê berhevoka Şêrko Bêkes çawa bû?

 

Abdulla Keskîn: Tevî ku niha çapa sêyem a wê berhevokê derketiye, lê dawiyê mirov nikare bibêje ew helbest çiqas tên xwendin, dawiya dawî li Bakur 20 milyon hene, pirtûkeke ku hezar, du hezar, sê hezar û çar hezar tê xwendin.

 

Lê eger em şert û mercên Kurdî li ber çav bigirin, pirtûkek 3-4 hezar çap jê derkeve, têkiliyeke pir cidî ye. Ev jî nîşaneke eger xebat bi cidî bibe wê pêşkeftin hebe.

 

Bi baweriya min ev tiştê ku niha li Bakur çêdibe wek mucîzeyekê ye, ji ber ku berî 100 salî ev ziman hatiye qedexekirin, lê ev yek jî li gor şert û mercên ku niha Kurd têde ne gelekî kêm e.

 

Rewşa Kurdî jî bi xebata weşanxaneyekê û çend weşanxane û çapkirina çend sed pirtûkan baş nabe, lê seferberiyeke civakî milî jêre divê. Di vir de Tevgera Kurdî tu rola wê nebû, eger roleke wê jî hebe mirov dikare bibêje rola wê nerênî ye (negativ) e, Kurdî tenê wek argomenek siyasî li mîtîngan û qadên xwepêşandanan bikar tînin, lê dema tê ser kar, tu karî nakin. Zimanê wan ê fermî yên tevgerên Kurdî ku ji bo Kurdayetiyê xwe didin kuştin û hewqas bedel didin, zimanê wan ê fermî bi her awayî Tirkî ye, zimanê wan ê jiyanê Tirkî ye.

 

Ji bilî çapkirina pirtûkan ti hewlên din ên Avesta di nav civaka Kurdî de hene?

 

Abdulla Keskîn: Dawiya dawî em weşanxaneyek in, heta ji me tê di nav Kurdan de dîtina me her çi dibe bila bibe,  em dixwazin bêalî bin. Tevî ku di siyasetan de baweriyên min hene û ew jî ji baweriyên din cuda ne, lê heta ji me tê em naxwzin bibin aliyek di problemên di nav Kurdan de. Wek nimûne, birakujî rûpelek ji dîroka Kurda ye û tu kes nikare çavên xwe jê miç bikê û bigirê, lê em tu carî rê nadin ku di şerê birakujiyê de yek ji aliyê PDK û yek ji aliyê YNK binvîsîne û lihevdu germ bibin, yan jî meseleya PKK, em xwe ji van nîqaşan dûr dixin, wate em naxwazin bibin aliyek ji nîqaşa îdeolojîk a di navbera Kurdan de. Em dixwazin Avesta ne tenê ya her kurdekî, lê ya her kesî li ser wê mijarê dinvîsîne be. Bi baweriya min weşanxane platformek fikrî ye, lê tenê pêgirê yek fikrî nabe.Hewlên Avesta ji bo danîna zimanekî standard hene?

 

Abdulla Keskîn: Tevî ku xebat û hewlên me hene, lê nerîna min cûda ye, ezmûna Tirkan ji aliyekî ve baş e lê ji aliyekî ve jî pir xirab e, em wê ezmûnê baş dizanin ji ber ku em jî parçeyek ji wê ezmûnê ne. Ji ber vê yekê bi baweriya min zimanê standard li ser masê çênabe, li kolanê çêdibe, peywendî çêdibe, diyalog çêdibe, xebat dema bibe ji xwe re çêdibe. Di zimanê nivîsê de hinek esasiyatên me hebûn, di wêjeyê de me ew devok û tişt parastin. Dema ku yekî Torî yan jî Kurdekî Qefqasiya dinvîse, dê Rojavayiyek, Başûriyek, Serhediyek, Diyarbekirî, Mêrdînî û Kurdekî li Ewropa jî vê pirtûkê bibîne, dive em karibin xîtaba van bikin, di hin tiştan de eger kêm jî be, em carna ferhengokek an jî wateya peyvê li jêra rûpelê dinivîsin.

 

Di wêjeyê de pêwîst e her kes serbest be, ka Kurdî çi heye, emê bi vê keresteyê çi bikin, pêşî divê ew derkeve. Lê ez bendekê nakşînim pêşiya te û bêjim ev tişt nabe, wiha bi hezaran peyv tên jibîrkirin, ev yek jî derbeyek pir cidî li ziman dixe. Em di meseleya ziman û naverokê de ti sînorî nadeynin pêşiya nivîskar.

 

Niha jî alfabeya Kurmancî bûye yek û ev jî tiştekî gelekî girîng e, ji ber ku berê ew jî neyek bû. Di nivîs û wêjeyê de jî zimanekî standard peyda bûye û di nav xelkê de jî cih girtiye.

 

Heta niha Avesta bi giştî çend pirtûk çapkirine?

 

Abdulla Keskîn: Me niha pirtûka 520 derbas kiriye. Ji wê hejmarê navber ji sedî 50-60 Kurdî ne. Berî niha Tirkî bêhtir bû, lê sala borî 10 pirtûkên me Tirkî bûn û 30 jî Kurdî bûn, berî wê jî 25 Kurdî bûn û 10 Tirkî bûn. Berî 7 salan jî rêje berovajî vê yekê bû. Lê niha Kurdî ji Tirkî derbas kiriye.

 

Ev yek jî armanceke Avesta bû?

 

Abdulla Keskîn: Bêguman, di yekemîn hevpeyvîna xwe de , sala 1995an, min gotibû eger yek kes jî nexwîne em dê bi Kurdî çap bikin. Meseleya Kurdî meseleya hebûn û nebûnê ye.

 

Salane çend pirtûk ji aliyê Avesta ve tên çapkirin?

 

Abdulla Keskîn: Sala borî me zêdeyî 40 pirtûkan çapkiribûn, 30 ji wan ên nû bûn, ev yek ji bilî çapên dûbare, wate kîjan çap diqede em ji nû ve çap dikin.

 

Lê bi giştî van salên dawî di navbera 40-50 pirtûkî de çap dikin, ji wê ji sedî 70ê û hinek car 80 jî Kurdî ye û yên din Tirkî ne.