Serxwebûna Kurdistanê dibe hevkar ku DAIŞ bê şikandin

Mesrûr Barzanî

* Em behsa cudabûneke bizorê nakin, lêbelê behsa cudabûneke dostane dikin.

* DAIŞ ne beşek ji ti diyalogekê ye, divê DAIŞşikandin.

* Em dixwazin li ser bingeha rêzgirtin li bermaber, peywendiyên  dostane ligel hemû cîranên xwe pêkbînin.

* Dem hatiye ku cîhan ji wê yekê têbigehe ku, pêwîstiya sîstemeke şikestî bi pêdeçûnê heye.

* Şingal navçeyeke kurdî li nava Iraqê ye, PYD mêvan e, her wek çawa dema ku Pêşmergeyên me bo alîkariya wan çibûn Kobanê, lê piştire vegeriyan.

 

Şerê li dijî Dewleta Islamî (DAIŞ) bi hemû hêzên li Sûriyê û Iraqê berdewame. Kurd li her du welatan kesên herî ji hewldanên hevpeymaniya Navdewletî bi serkirdayetiya Amerîkayê re, bo hilkirina koka cîhadiyan, lê hevrikiya klasîkî di navbera aliyên kurdî li Iraqê de û aloziyên navbera hêzên kurdî li Iraq û Sûriyê li ser erdê, astengan dixe pêş wan hewladanan. Rênedana Tirkiyê bi vekirina binkeya esmanî ya Încerlîkê li pêş erkên şer, astengeke din e.

Malpera (El Monitor) ligel Serokê Dezgeha Îstixbaratan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî derbarê tehddayên ku rûbirûyê bereya hevpeymaniya li dijî DAIŞê dibin, ev hevpeyvîn sazkir. Barzanî ku posta wî ya fermî Şêwirmednê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ye, kurê mezin ê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ye. Dîplomatkarên rojava dibêjin, ew gelek bi bavê xwe diçe- ji xwederxistinê heznake û ji aliyê baweriya bixwe ve jî kesekî cêgîre.

Hevdîtin li baregeha serekî ya serokatiyê, ku dikeve bakurê Hewlêra paytex birêve çû, ev jî naveroka wê ye:

El Monitor: Şerê li dijî DAIŞê çawa birêve diçe?

Mesrûr Barzanî: Me gelek hilkişîn û vekişîn dîtine. Rêgirî li pêşdeçûna DAIŞê hatiye kirin û li gelek eniyan jî hatiye şikandin. Me navçeyeke berfereh azadkiriye, piraniya rojavayê Dicleyê -bi Rebîe û Zumarê ve jî- vedigre. Navçeyên başûrê Hewlêrê li nêzîk Mexmûr û Guwêrê, herwiha navçeyên rojava û başûrê-rojavayê Kerkûkê di navbera wê û Hewlêr de jî hatine rizgarkirin. Herwiha me Celewla û Seidiye jî li Xaneqînê rizgar kirine. Wate  hemû bi hev re dibe nêzîk 20 hezar K.M. Mixabin di Tebaxa borî de (ji roja ku DAIŞê êrîşî Hewlêrê kir) nêzîk hezar û 280 Pêşmergeyên me şehîd bûn û nêzîk 7 hezar birîndarên me jî hene. Lê belê nêzîk 11 hezar terorîst ji DAIŞê hatine kuştin, çi ji aliyên hêzên me li ser erdê û çi ji aliyê êrîşên esmanî yên hevpeymanan. Di demekê de me hest kir ku DAIŞ êdî paşve dikişe, lê ketina Rumadî (li Iraqê) û Tedmûr (li Sûriyê) ji her du aliyên lojestî û moralî ve hêzeke mezin da DAIŞê. Ew jî peyameke wan a zelal bo xelkê navçeyên di bin kontrola wan de bû ku “karîna me ya dubare rêxistin û êrîşkirinê heye” û “ew bi hesanî naşikin.”

El Monitor: Pêwîste çî zêdetir bê kirin?

Mesrûr Barzanî: di gumana min de DAIŞ dê her bişke, ev jî li ser demê rawestaye. Bi zelalî, ji bilî kurdan, kesekî weke pêwîst  erkê xwe cîbicî nekiriye.

El Monitor: Lê piştgiriya hevpeymanan bandora xwe piştrast kiriye?

Mesrûr Barzanî: Bêguman, heta astekî hemû beşdarin, lê weke pêwîste kar ne kirine. Em çaverê ne ku hêzên nû (li dijî DAIŞê) li Iraq û Sûriyê ji aliyê hevpeymanan ve werin perwerdekirin. DAIŞ bi demê  çekdarkirina hejmareke zêdetir ji xelkê bikar tîne û bêhtir jî xelkên bêguneh têne kuştin. Wate pirsyara ku dimîne ewe: Heta çiqasî civaka navdewletî li ser wê yekê rijde ku DAIŞê bi zûtrîn dem bişkîne?

El Monitor: Tirkiyê wek pêwîst pêbendî bi wê hevpeyamiyê nebûye, tevî ku endama hevpeymaniyê ye. Wek nimûne, rê neda firokeyên hevpeymanan ku binkeya Încerlîkê bikar bînin. Em baş dizanin ku bavê te bi taybetî ji beşdarînekirina Tirkiyê gelek bêhêvî bû, dema ku DAIŞ di Havîna borî de êrîşî Hewlêrê kir?

Mesrûr Barzanî: Şîrovekirina karê hikûmetan û çi ji tirkan re bêjin, ne karê mine. Lê rastî zelal û aşkere ye, ku her welatek çawa bixwe danûstanê ligel wê arîşeya taybet dike. Em çaverêyî tiştên zêdetir ji Tirkiyê ne. Divê ew zêdetir ji tiştên ku niha dikin, bikin. Ew endama NATOyê ye, wate divê ligel tevaya endamên hevpeymanan kar bo danîna sîstemekî karkirinê bike, ku çawa Tirkiyê bikaribe baştirîn şêwe beşdar bibe. Em ji têkçûna rewşa Sûriyê dilgiranin, herwiha ji têkçûna proseya aştiyê ya kurd li Tirkiyê jî. Tiştê ku em dixwazin çêbibe, têkşikandina DAIŞê ye, herwiha proseya aştiyê bileztir bibe, daku pirsgirêkên kurd û tirkan li Tirkiyê heta heta were çareserkirin.

El Monitor: Lê helwesteke dijwar di daxuyaniya vê dawiyê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de diyar dibe. Erdogan got ku, ew rê nadin dewleta kurdî li ser sînorên Tirkiyê drust bibe, rojnameyeke nêzîk ji hikûmetê jî YPG bi gefeke mezintir ji DAIŞê dabû zanîn?

Mesrûr Barzanî: Di nêrîna min de divê Tirkiyê ji hebûna DAIŞê li ser sînorên xwe bihtir dilgiran be, bi rastî divê Tirkiyê ji wê yekê asûde bê, ku kurd wek dostê tirkan sînorên wan kontrolkirine neku DAIŞ a dujminê tevaya cîhanê ye.

Dema ez dibêjim kurd, mebesta min ne tenê YPG ye, ez behsa gelek hêzên din ên kurdî, partiyeke din a siyasî (wek Partiya Demokrata Kurdistanê PDK-S) dikim, ku lîberalin. Eger Tirkiyê ji grûpeke taybet (YPG) dilgiran be, ez dibînim ku divê ji bo pêkanîna hevpeymaniyê ligel hemû hêzên lîberal alîkar be, Amerîka jî di vê derbarê de hewldanan (di navbera YPG û PDK-Sê de) dike, ji ber ku ew take rêya pêşdeçûnê ye. Em dibînin ku divê derfeta rewa ya hemû partiyan bo beşdarîkirin û karkirin li Kurdistana Sûriyê hebe. Herwiha wateya şerê li dijî DAIŞê jî ne ewe ku dê demlidest Kurdistan serbixwe bibe.

El Monitor: Hûn serxwebûnê bo Kurdistana Iraqê naxwazin?

Mesrûr Barzanî: Em nabînin ku dê Iraq projeyeke praktîkî ya guncaw be, dem hatiye ku cîhan ji wê yekê têbigehe ku, pêwîstiya sîstemeke şikestî bi pêdeçûnê heye. Dubarekirina heman şaşiyê û bawranîn bi wê yekê ku dê encamên cuda bide, karekî ne rast û ne eqlanî ye, ev jî bo Iraqê gelek raste. Me çend caran hewldanên piştgiriya hikûmeteke navendî ya bihêz û hevgirtî li Bexdayê kiriye? Lê ne serkeftî bû. Kurdistan ji aliyê kurdan ve kontrol kirî ye, navçeyên Sune ji aliyê DAIŞê ve hatine kontrol kirin û navçeyên Şîe jî ji aliyê hêzên Şîe û Heşda Şeibî ve kontrol kirî ne, Serokwezîr Heyder Ebadî hewldanên mezin kirin daku tiştan cêgîr bike, lewma divê hikûmeta Iraqê vê rastiyê qebûl bike û li çareseriyeke din bigere. Em behsa cudabûneke bizorê nakin, lêbelê behsa cudabûneke dostane dikin.

El Monitor: Lê derbarê Kerkûkê de çawaye?

Mesrûr Barzanî: Eger hikûmeta Bexdayê wiha piştrast e ku kerkûk beşek ji Iraqê ye, çima heta neha madeya 140ê ji destûra Iraqê cîbicî ne kiriye? Ku bi zelalî diyar dike referandûm ji rewşa Kerkûkê re pêwîste û çima her dem referandûm tê paşixstin?

El Monitor: Hûn dibêjin ku DAIŞê bi dirêjhiya sînorên Kurdistanê navçeyên erebên Sine kontrol dike. Hûn ê çawa bikin ku DAIŞ serxwebûna Kurdistanê qebûl bike?

Mesrûr Barzanî: DAIŞ ne beşeke ji ti diyalogê ye, divê DAIŞ were têkşikandin.

El Monitor: Hûn dibêjin ku divê DAIŞ berî ragehandina serxwebûna Kurdistanê têkbişke?

Mesrûr Barzanî: Nexêr, em weha nabêjin, ji ber ku em nizanin heta çiqasî din wê DAIŞ li ser erdê bimîne, karê me yê sereke şerê DAIŞê ye, lê bidawîanîna DAIŞê nayê wateya bidawîanîna terorê, ji ber ku gelek kom bi gelek awayên din derdikevin.

El Monitor: Gelo hûn dê bi awaykî serkeftî û çalaktir şerê wan bikin, dema hûn serbixwe bibin?

Mesrûr Barzanî: Belê.

El Monitor: Tu dikarî zelaltir bikî?

Mesrûr Barzanî: Em dikarin di kirîna çekan de bo xwe ji aliyê hejmar û cur, di dema pêwîst de rêkftinên xwe îmze bikin. Ji ber ku mixabin heta neha proseya bidesanîna çekan ji aliyê dem û cur û çendayetiyê ve, proseyeke tev pirsgirêk û dijware.

El Monitor: Gelo hebûna binkeyeke Amerîka dê bo parastina we alîkar be?

Mesrûr Barzanî: Dema Kurdistan serbixwe bibe, wê demê ez dikarin bersiva te bidim.

El Monitor: Gelo hûn texmîna wê senaryoyê dikin ku, navçeyên kurdî li Sûriyê bibine beşek ji Kurdistana serbixwe, ku dê paytexta wê Hewlêr be?

Mesrûr Barzanî: Ez nizanim, ez naxwazim xwe bi texmînan ve mijûl bikim. Armanac me li Kurdistana Iraqê, tekezkirin li ser Kurdistana Iraqê ye, ku îdareyeke wê ya rewa, yasayî û danpêdayî heye. Em dixwazin li ser bingeha rêzgirtin li beramber peywendiyên me yên dostane ligel hemû cîranan hebin.

El Monitor: Tirkiyê diyar kir ku, ew dixwaze li ser Şingalê navbênkariya PDK, YPG û PKK bike, bandora aloziyên hêzên we ligel YPG/PKK li ser proseya azadkirina Şingalê hebû, hûn dixwazin PKK Şingalê bicih bihêle û ew jî red dikin?

Mesrûr Barzanî: Tirkiyê xwets rolekî bilîze, lê hinekî dereng ket, dema ku DAIŞê êrîşî kurdan dikir, pêşbînî û çaverêya ji Tirkiyê ew bû, ku bi rêya peydakirina alîkariyê û piştgiriya ku ji kuyrdan re pêwîst, roleke mezintir dîtiba.

Şingal pirsek temam cuda ye. Şingal kûrahiya nav axa me ye, arîşeya wê (dagîrkirina ji aliyê DAIŞê ve) bi rêya alîkariya êrîşên esmanî yên hevpeymanan e, lê bi awayekî sereke ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat çareserkirin. Şingal navçeyeke kurdî li nava Iraqê ye, PYD (baskê siyasî yê YPG) mêvane, her wek çawa dema Hêzên Pêşmergeyên me bo alîkariya wan çûne Kobanê, lê piştre vegran. Piştire ew hêvî û omêda xelkên Kurdistana Iraqê ye, ku di dawiyê de çekdarên mêvan herin û vegerin wî cihê ku jê hatine.

El Monitor: Hêviya mezin a kurdên her cihekî ye ku, hûn ji cudahiyên xwe derbas bibin û hevbigrin, min ji gelek kesan bihîstiye ku, pêwîste artêşeke hevgirtî ji hemû grûpên cuda ên kurd bê damezrandin?

Mesrûr Barzanî: Em di bingehê de li dijî DAIŞê hevgirtî ne, li eniyên şer kurdên Iraq, Îran, Sûriyê û Tirkiyê hene. Derbarê artêşeke kurdî ya hevgirtî bo hemû grûpên cuda yên kurd de jî, pêwîste hûn ji rastiya ser erdê têbigehin, dibe ku zû be em behsa çêbûna vê yekê bikin, taybet li ber ronahiya rewşa Kurdistana Iraqê, lewma baştire bo kurdên parçeyên din alîkariya Herêma Kurdistana Iraqê bikin.

El Monitor: Ev dê çawa li Şingalê were tercumekirin?

Mesrûr Barzanî: wek min got, ti roleke PKK nîne ku bilîze. Pêwîste vekêşe û divê vekêşe, ji ber ku dê xelkên Şingalê li ser paşeroja xwe biryara xwe bidin û ew der jî Kurdistana Iraqê ye. Gelo dê PKK kêfxweş be ku partiyên siyasî yên kurd li Iraqê destêwerdana karûbarên Diyarbekir yan Mêrdînê bikin? lê li nava civaka kurdî ya Tirkiyê partiyên din hene, bêguman pêwîst e rê bi wan bê dayîn daku rola xwe bilîzin. Baweriya me bi sîstema pir partîtî heye. Divê dema rewş asayî bibe, çekdarên PYD-YPG vekêşin.

El Monitor: Derbarê hebûna PKK li Şingalê de çawaye?

Mesrûr Barzanî: Ew axa Kurdistana Iraqê ye û divê bicih bihêlin. Ev jî yek ji wan sedemane, ku çima em wiha bicoşin ku proseya aştiya kurd li nav Tirkiyê serkeftî be. Em hêvîdarin ku ev arîşe bi aştiyene were çareserkirin.

El Monitor: Hûn çiqasî ji bandora Îran û yekîneyên Heşda Şeibî dilgiranin?

Mesrûr Barzanî: Em rêzê li destkeftên yekîneyên Heşda Şeibî digrin, lê pêwîst e rewşa wan zelal bibe. Wate pêwîste ew di bin desthilata serpereştiyarekî yasayî de bin û beramber desthilatdarên Iraqê berpirsyar bin, li şûna ku rikberiya hev bikin, pêwîst e hevdu temam bikin. Lê Li gor destûra Iraqê, herêma me (Kurdistan) ji aliyê hêzên me ve tê parastin û kontrolkirin, wate pêwîst nake ku xelkên din bên. Wek min got, em dixwazin peywendiyên me yên dostane ligel hemû cîranên me, tevî Îranê jî, hebin û ev peywendiyên me li ser bingeha rêzgirtina li beramber be. Ew nikarin wek dûvik yan binizmî li me binêrin.

El Monitor: Ew yek kirine?

Mesrûr Barzanî: Li hinek navçe wiha kirine, lê bêguman li Kurdistanê na, Kurdistan cuda ye.

El Monitor: Beriya niha Îran destêwerdana karûbarên Kurdistana Iraqê kiriye, wek çawa di salên 90î de alîkariya Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê di dagîrkirina Silêmaniyê ji Partiya Demokrata Kurdistanê de kiribû?

Mesrûr Barzanî: Bêguman di nakokiya navbera aliyan de, piştgirêdan bi aliyê sêyem heye. Armanca me ya serekî drustkirina Kurdistaneke demokratîk û pêşkeftî ye, ku rêz li cîranên xwe bigre. Em têdigehin ku guvaş li ser Kurdistanê ji aliyê cîranên wê ve heye, lê dawiyê ew yek li ser kurdan bixwe rawestaye ku têbigehe , hevgirtin garantiya serkeftinê ye.

El Monitor: Xula serok di Tebaxa bê de bidawî tê, cudahî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û hinek partiyên din de li ser pirsa dirêjkirina heyama serokatiyê heye. Ji bilî wê yekê ew rijdin li ser kêmkirina desthilatên serok (Mesûd Barzanî), ku birastî ev yek jî taqîkirineke ji asta hevgirtina we re ye?

Mesrûr Barzanî: Di nêrîna min de serok (Barzanî) bûye sembola tevgera niştimanî ya kurd, eger hinek wê yekê qebûl bikin yan ne. Di rewşa asayî de divê em roja 20ê Tebaxê hilbijartinan bikin, cenabê serok daxwaz ji parlementoyê û komisyona bilind a hilbijartinan kiriye ku, amadekariyan bo hilbijartinan bikin. Niha jî erkê komisyonê ewe ku tedbîran bo rêxistina hilbijartinan di dema xwe de bistîne, da ku valahiyeke siyasî çênebe. Beriya ku ev mesele derkeve, hemû partiyên siyasî razî û yekbûn ku pêwîste hemû pirsên girêdayî berjewendiya niştimanî bi rêya lihevkirinê werin pesendkirin. Eger partî ji wan gefan têbigehin, ku ji aliyê DAIŞê ve hatine sepandin û ji wê arîşeya aborî jî têbigehin, ku bi sedema hevbeşiya dahatê ligel Bexdayê heye, divê ji wê yekê jî têbigehin ku, tiştê dawî pêwîstiya Kurdistanê pê hebe, aloziyeke din e. Lihevkirin baştirîn rêya pêşveçûnê ye.

Dema PDK piraniya kursiyan û desthilata biryardanê di dest de bû, her dem ligel lihevkirin û hevgirtina niştimanî bû. Lê mixabin dema rikberên PDK take derfet bo lêdana wê ket destê wan, berjewedniya niştimanî piştguh xistin û demlidest bazdanê, da ku bizanin çi destkefteke siyasî tê de heye. Ev yek jî lîstikeke erzan e.