Me hêvî dikir ko hevpeymaniya kurdan û HDPyê serbiketa

Selahattin Demirtaş - Hevserokê berê yê HDP, Kandîdê Serokomariya Tirkiyê

Kurdistan24 girêdayî hilbijartinên Parlementerî û Serokomarî yên Tirkiye hevpeyvînek ligel Hevserokê berê yê HDP û kandîdê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş re lidar xist.

KURDISTAN24

Hûn niha zindanî ne; hûn peyamên xwe an bi riya hesaba xwe ya fermî twîtterê, an jî bi riya parêzerên xwe ji raya giştî re radigihînin. Berî niha bi çend rojan we gotibû `` êdî em dê min bikin serok `` û we axaftina xwe ya berî niha ya li dijî Erdoganî bibîrxistibû. Gelo kampîna we ya hilbijartinê dê li gor heyama borî dijwarttir be an dê nermttir be?

SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ

Ya rast me ti carî kampîna xwe ya hilbijartinê li ser gotinên tûnd ava nekiriye. Me di kampîna hilbijartinê de hikûmetê jî rexne kir û me behsa bernameya partiya xwe jî kir. Me hemû siyaseta xwe li ser gotina aşitiyek birûmet û dadperwerane ava kir. Di vê hilbijartinê de jî em dê wisa bikin. Em dê hewl bidin siyasetek aşitiyane bikin ko, herkes bikaribe xwe têde bibîne.

KURDISTAN24

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê ya sala 2015an de dirûşma we ya bi navê ``em te nakin serok`` ji gelek aliyan ve cûda cûda hate şîrovekirin. Ev dirûşma we wisa hate têgihiştin ko, HDP beramberî AK-Partiyê dijitiya herî dijwar dike. Hinek kesên nêzikê AK-Partiyê jî gotin ev dirûşm, dawiya pêvajoya aşitiyê aniye. Di derbarê van nirxandinan de nêrîna we çi ye?

SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ

Bûyer û pêşhatên ji wê rojê heta îro em mafdar dêrxistin. Me wê rojê bi zelalî gotibû ko sîstemeke soroktiyê ya xwedî hevsengiya demokratîk û bikaribe were çavdêrîkirin û digel rêveberiyên herêmî yên bihêz, em dikarin gotûbêj bikin.   Yanî armanca me dijitiya kesayetiya Erdoganî nebû. Me dema dijîtî dikir di çarçoveya siyasetê de dikir.  Tişta ko em dij bûn rejîma yekmirovî bû. Erdogan modela rejîma yekmirovî pêşniyar kir, lê em dijî vê modelê derketin. Rejîmên tûnd ne ji kurdan re, ne jî ji ti kesî re demokrasî û aşitiyê nayne.  Dîroka mirovahiyê vê modelê di dema nêzik û dûr de ceriband. Ew helwesta me ne li dijê Erdoganî bû, ne jî li dijî sîstema seroktiyê bû. Niha kiryarên hikûmetê bi eşkereyî nîşan dide ko, em mafdar in.

KURDISTAN24

We gotibû ``ez namzetê çep ê tekane yê hilbijartinê me`` . Ji alîkî ve hevpeymaniya AK-Partî û MHP, ji alîkî din ve hevpeymaniya CHP, Iyî-Partî û Partiya Saadetê û Demokrat Partî heye. Her du jî nûnertiya rastgiriya navendî dikin. Pêgeha we ya beramberî van her du aliyan dê çawa be?

SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ

Karê me ne ew e e ko em dijîtiya opozîsyona Tirkiyeyê bikin. Em ji ber ko, bloka desthilatdariyê rexne dikin û em xwedî wê îddiayê ne ko dikarin ji herkesî baştir xebat bikin, beşdarê hilbijartinan dibin. Bêgûman em piştgiriya ``Hevpeymaniya Millet``ê nakin. Lê armanca rexneyên me AK-Partî û MHP ye ango ``Hevpeymaniya Cumhur`` e.

KURDISTAN24

Piştî ko Muharrem Înce serdana we kir, Namzetê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Namzeta Iyî-Partiyê Meral Akşener daxwaza azadiya we kirin. Hûn daxûyaniyên wan û pêgeha wan a beramberî partiya we çawa dibînin?

SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ

Daxûyaniyên wan ên di derbarê min de pêşhatek erenî ye. Lê di helwesta wan a beramberî HDPyê de hê jî kêmasî hene û dilgiraniyên wan bêbingeh in.

KURDISTAN24

Berî niha çend rojan partiyên kurdî hatin ba hev hevpeymaniya kurdî avakirin. Piştre jî digel rayedarên HDPyê hevdîtinan kirin. Hûn hevpeymaniya partiyên kurdan çawa dibînin û HDP dê di nav hevpeymaniyek wisa de cih bigre an nagre?

SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ

Me hêvî dikir ko hevpeymaniya kurdan û HDPyê serbiketa. Lê mixabin çênebû. Xwezî serbiketa. Ji ber ko bi rastî jî pêwîstiya kurdan bi hevkariyeke dîrokî û hevpeymaniyeke netewî heye. Gelê me bêhedan çavereya hevpeymaniyê dikir. Hemû alî divê fedakarî bikirana û hewla hevpeymaniya wan serbiketa. Bêgûman divê fedakariya herî zêde HDP bikira.

Ez êdî bawer dikim HÛDAPAR jî nav de li ser prensîbên netewî hemû partî dikarin werin ba hev. Kurd banga aşitî û danûstandinê li dijminê xwe dikin lê nakokî û kêmasiyek mezin e ko aşitiya xwe nakin. Divê em ne tenê ji bo hilbijartinan, divê em ji bo azadiya gelê xwe werin ba hev. Herçend niha hevpeymaniya wan sernektibe jî divê mirov deriyên danûstandinan her tim vekirî bihêle, li ser bingeha netewî danûstandin digel partî û rêxistinên wekî PAK OSP HAK-PAR, T-KDP, PAK, AZADÎ, PA-KURD berdewam bike.

KURDISTAN24

Tê gotin nêzikbûna AK-Partî û MHPyê dengdêrên kurdan dilgiran kiriye û kurdên oldar dê dengê xwe bidin HDP û Partiya Saadetê. Hûn di derbarê dengdêrên oldar yên kurdan de çi difikirin?

SELAHATTÎN DEMÎRTAŞ

Ji kurdên oldar dengê herî zêde û piştgiriyê HDP werdigre.  Kurd him girêdayî nasnemaya xwe, him jî girêdayî baweriya xwe ne.  HDP ti carî vê rastiyê paşguh nexist û HDP neçar e li gor hêvî, daxwaz û pirsgirêkên gelê xwe siyasetê bike. Li rojavayê Tirkiyeyê hevpeymaniya digel çepgiran nayê wê wateyê ko em vê rastiyê paşguh bixin. HDP dê dê bi teqezî giringî bide vê rastiyê.  Gelê me berê xwe ne dide bloka faşîst a AK-Partî û MHPyê û ne jî dide Partiya Saadetê. Gelê me dê berê xwe bide partiya xwe HDPyê û hevdîtina herî bihêz dê digel HDPyê bike. Ez ji vê bawer dikim.

KURDISTAN24: Em texmîn dikin ku encamên lêkolînan digihîjin we. Gelo dibe ko HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne? Eger we rapirsî kiribin, hûn dikarin bi me re parve bikin.

SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ: Em hê encameke baş a lêkolînan nabînin. Ji ber ko di civakê de tirs û gûman hene. Her çiqas ev rewş bê derbaskirin jî, em nizanin çiqas bandor li rapirsiyan dike. Her çiqas hêza HDP hebe ko benda hilbijartinê debas bike jî, em nikarin bi dilekî aram vê bêjin. Heta roja hilbijartinê bo wergirtina dengên herî bilind, tevî gelê xwe bi dil û can em dê kar bikin. Bi kedê, bi kelecana kar em dê bikaribin bendê derbas bikin. Rêyeke din jî nîne. Em dê teqez serkbikevin.

KURDISTAN24

Hûn çaverê dikin ko beriya hilbijartinê bên azadkirin?

SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ

Meşa azadiya gel rewşa me diyar dike, ne dadgeh! Rojek, tevî hemû girtiyan wê gelê me jî azad bibe. Li hûndir û derve ji bo vê têkoşîna me berdewam dike.

KURDISTAN24

Partiya we bo hemû postan sîstema hevserokatî birê xistiye. Dema ku hûn bên hilbijartin, heman sîstemê bo Serokomarî jî hûn dê pêşniyar bikin?

SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ

Bi fermî ev nabe. Lê helbet nîvê cîgirên serokomar wê jin bin. Civata Wezîran jî bi heman şêwazê.