Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in

Şêwekar Inayet Etar:

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwekarî bercestekirina rewşa hestî ya mirov di tabloyê de ye, tê de hunermend bi xêz û rengan wê rewşa hestî nîşan dide. Gelek kes dibêjin ku hunera şêwekariyê ti babetên diyar û zelal nîşan nadin, lê pisporên vê hunerê ji koşeyên dûr ve lê dinirin û dibêjin, ew hunerek e girêdayî bi sirûş û dahênanê ve ye, di nava xwe de aso, rehend û nerînên ne klasîkî bi awayê derbirînê hildigire, ev huner jî wateyên ji gotinan avraztir dide, lê divê mirov kûr û bi balkêşî li vê hunerê binire û bi xeyaleke fereh biçe qonaxên dûr, ta têbigihe wate û rastiya vî awayê hunerê. 

Şêwekarê me vê carê jî Şêxê Kar e, bi salên dûr û dirêj di nava vê hunerê de dixebite, şêwekarê Efrînî û Inyate Etar e. Şêxê Kar Inayet Etar di hevdîtina bi malpera Kurdistan24ê re li ser hunera şêwekariyê, tablo û pêşangehên tê de başdar bûne û nerîna xwe ji vê hunerê re axivî:

“Di salên heftî ên sedsala bûrî du salan kolîja Hunerê xwend û di pişt re demekê li Libnanê mam û paşê vegeriyam Sûriyê û demekê li bajarê Reqayê bûm mamosteyê hunerê û warên dîkor û reklamê de kar kir, lê ez ji hunera şêwekariyê bi dûr neketim û li mûzexaneya Helebê û li Navenda Çandî ya Rûsî li Şamê pêşangeh vekirin. Piştre li gelek bajarên Sûriyê wek Laziqiye û Humsê beşdarî di hejmarek ji pêşangehan de kir. Herwiha ez endamê Sendîkaya Hunermendên Sûrî û endamê Sendîkaya Hunermendên Fransî me. Di pêvajoya xwe hunerî de min gelek xelat li Sûriyê û Fransayê wergirtine gelek ji wan nayin bîra min. Di rojên bûrî de jî ligel hejmarek ji şêwekarên Kurd û Fransayê (Komela Montreal Guinness a Fransî û Komela Reng Art a Kurdî) pêşangehek li Parîsê ji bo alîkariya Efrînê vekirin.”

Li ser destpêka xwe bi hunerê re Inayet Etar got: Huner ji biçûkaniya min de bi min re destpê kir, destpêkê min bi kevirê hewrê, reng, hinê û kilika sopeyan û li ser depeya dibistanê xêz dikişandin û tiştek nîşan dida. Ta mamosteyê hunerê bi min hesiya û şîret li bavê min kir ku girîngiyê bide min û vê behreyê min. Ji wê demê ve, min bi rengên rasteqîne û pênûsên rengîn destpê kir. Ji pêkenokên ku bi min re çê bûne, malbata min ji min dixwastin ez wêneyên merivên me yên mirî biresimînim û ta gihîşt wê yekê ku min li ser kêlên goran jî neqiş çê dikirin.

Lê dema me koçî Helebê kir û xwend, di qonaxa amadehiyê de aso li pêş min hin bi hin fereh bûn û min gelek mamosteyên vê hunerê yên mezin nas kirin, wek Loey Keyalî. Ji wê demê ve wan mamosteyan ez di pêşangehên xwe de beşdar dikirim.

Şêwekar Inayet Etar herwiha li ser vê hunerê got: Di baweriya min de behre bi mirov re jidayik dibe, wek çawa em dibînin ku zarokek li amûreya Biano dijene! Lê naskirina baznê, zanîn û arasteya rast gelekî girîng in ji bo pêşxistina vê behreyê.

Li ser pirsa, mirov çi dikare di tabloyon Inayet Etar de bixwîne, dibêje: Huner dîtin û modernity ye, belkû derbirînek e di hişmendiya civakî û çandî de dirje. Li dawiyê beşdariyeke çalak bo veguhastina awayên jiyanê ji qonaxa seretayî ta qonaxa serdemê ye. Di baweriya min de modernity dabeş û perçe nabe, em nikarin bibêjin bijîjkî li Fransayê tenê lipêş e.

Hunera şêwekariyê niha pirsa veguhastina tiştan derbas kiriye, lê ev yek tenê di çarçoveyên nexşe û çalakiyên aloz de tê. Modernity di şêwekariyê de ne ji bilî ev nexşe ne, ne tenê vguhastina sirûşt yan dîmenekê ye wek çawa bi kamîreyê dibe. Herwiha ew azadiya ji pesindayîna şahan û xemilandina perestgehan e û li vir dibistanên hunerê wek azadiya ji klasîkbûn û têgeha klasîkiyê derketin. Jê û pê ve dibistanên cuda wek impressionism, expressive û surrealism derketin, herwiha wek hûn dizanin em li ser ji piştî modernity (Postmodernism) diaxivin.

Di tabloyên xwe de realism nîşan didim, lê di heman demê de rengên impressionismê bikar tînim, di bercestekirina tabloyê û rûberên de de abstractî me, wek ku ez dixwazim ji hemû dibistanên şêwekariyên rizgar bibim û dibistaneke teybet bi xwe damezrînim.

Di mijarên xwe de, hema hema min hemû mijar û babet ezmûnandine, lê li ser hin qonaxan, wek sirûştê, portraits û mirov. Niha û piştî gihîştim Fransayê, jina Kurd wek babet bala min dikişîne, wek zîziya kesê diya xwe winda kiriye û lê digere, yan wek evîndarekî kevnare di nava rûyan de li yara xwe digere. Heta sirûşta çiyayî yên di tabloyên min de ji çiyayên Efrînê ne dûr e.

Li ser bandora sirûşta Çiyayê Kurmênc û Efrînê li ser kesayetiya Inayet Etar, dibêje: Bandora sirûştê li ser min diyar e. Ezê bîranînekê bi we re parve bikim: Yekm carê bi bavê xwe re çûm Helebê, di rê de û dema gihîştin devereke deştî, min dît otombîl di avê de diçin?! Yan rengvedana wan li ser rê dirêj dibûn.. Wê demê min tiştek li ser leylanê û rengvedanên wê nizanibû.. Ji wê demê ve di tabloyên min de xêz û rengvedan diyar dibin, wek rengvedanên li ser rûyê avê.

Li ser tevgera şêwekariya Kurdî, Şêxê Kar Inayet Etar got: Tevgera şêwekariya Kurdî ji aliyê hişmendî, avakirin û bedewiyê ve niha bi ya cîhanê re dimeşe, di baweriya min de sedemên wê yekê jî ew e, li welatên Kurd lê dijîn qedexekirin li ser Kurd tê meşandin, rê li pêş Kurd tê girtin ku di dezgehên fermî û cihên girîng de kar bikin, dibe ku vê yekê hîşt Kurd bi awayên din xwe nîşan bidin û derbirînê bikin.

Herwiha girêdana Kurd bi çand û xaka xwe û cureyên jiyana wan a teybet, wek cilên rengîn yên dayikan, neqşên li ser balgî û dîwanan, kofiya seriyan û heta xanî û malên wan.. Wek ku Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe ya heyî bibawer in.

 

Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in
Kurd dixwazin bibêjin: Em bi jiyana xwe bibawer in