Siyasî Iraq tenê bi nav maye

Iraq tenê bi nav maye
Cîgirê Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê Bayram Bozyel

K24 – Navenda Nûçeyan

Pirsa serxwebûna herêma Kurdistanê, ji babetek navxweyî derketiyê, bûye mijareke navneteweyî ya girîng. Herweha diyar e pêkanîna raya giştî ya xurt di nav gelê me de, wekî pêwîstiyekê derketiye pêş.

Di vê derbarê de, wekî Kurdistan24 me xwest bîr û rayên partî û kesayetiyên navdar ên Kurd li Bakur, bigihînin raya giştî.

Hevpeyvîna ligel Cîgirê Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê Bayram Bozyel

Pirs: Hûn konjoktûra neteweyî û navneteweyî  di mijara serxwebûna Kurdistanê de amade dibinin?

Bayram Bozyel: Di mijara serxwebûna Kurdistanê de xeleqa herî girîng rewşa giştî ya Iraqê ye. Dema em behsa Iraqê dikin, di eslê xwe da em behsa welatek hilweşiyayî/têkçûyî dikin. Êdî eşkere ye ku welatek ku mirov wek Iraq binav bike tune ye.

Li gor makezagona 2005an li Iraqê sistemek federal avabû. Kurdistan jî wek heremek federe hate destnîşan kirin. Di makezagonê de maf û erkên herêma Kurdistanê û ya hikumeta merkezi û herweha pêwendiyên herdu îdareyan hatên terif kirin.

Lê demek şunda hat dîtin ku sistema federalî tenê li ser kaxid maye û di praktikê da kar nake. Kirîza sîstema federali ya Iraqê dema Malîki de bi her awayî derket holê. Ji wê demê vir da hikumeta merkezî makezagonê bicîh neani, mafê Herêma Kurdistanê binpê kir û hêzên Sunne ji Bexdayê dûr xist. Di dawiyê de îdareyek şexsî pêkanî.

Derketin û xurtbûna DAİŞê û bûyerên li pêşt wê jî raste rast bi siyaseta dema Maliki ve girêdayî bû.

Bi gotinek din li Iraqê sîstema federalî têk çû. Sîstema heyî pêdiviyên Kurdan dabîn nake, Herêma Kurdistanê ji gefên derva (wek nimune ji DAİŞê) naparêze yan jî nikare biparêze.

Mirov bi hêsanî dikarê bibêje ku Iraqê yekitiya xwe û tevahiya xwe winda kiriye.

Di rewşek usa de mafê Kurdan/Herêma Kurdistanê ye ku ji bo pêşeroja xwe bikeve nav lêgerînê, ji xwe ra rê û dirban bibînê. Bi kurtî, hewldanên serxwebûna Kurdistanê meşruiyeta xwe ya esasî ji rewşa Iraqê ya îro distînê.

Li ev nayê wê maneyê ku serxwebûna Kurdistanê wê rojek de bê ragihandin. Bi dîtina min ragihandina serxwebûna Kurdistanê wê wek pêvajoyek pêş ve biçe.

Jibo ragihandina serxwebûnê, di heman demê de hewce ye ku şert û mercên navxweyî û yên navdewletî jî pêkbên. Û giringtirîn tişt ev e ku divê pêvajoyek usa bi zor û zehmet, bi hostatî û bi dîplomasiyek bi aqil were ajotin.

Pirs: Struktura binameyên dewletî yên Herêma Kurdistanê, jibo ragihandina serxwebûna Kurdistanê amade ne, têr dikin?

Pirs: Gringiya ragihandina serxwebûna Kurdistanê di dema nuha da hûn çawa dinirxînin?

Bayram Bozyel: Di wêneya mezin de şert û merc jibo serxwebûna Kurdistanê bi awayek giştî guncav in. Jiber ku Irak welatek têkçûyiye û hêzêk hovane wek DAİŞ jibo Kurdan gefek mezin pêk aniye. Li alî din berwedana kû li himber DAİŞê dane, rûmet û giraniya Kurdan zêde kiriye. Bi van sedeman Herêma Kurdistan di qada navdewletî de êdî wek dewlet miamele dibine.

Di demek da ku rewş bi giştî guncav e, divê desthilatdari û hêzên siyasi yên Kurdistanê bi lezgîn, lê bi hostatî û aqlek hevbeş tevbigere û pêvajoyê bihone.

Pirs: Radeya pêşketina civatî/neteweyî gihiştiye wê asta ku serxwebûn, wekî xala herî gring hatiye pêş Herêma Kurdistanê?

Bayram Bozyel: Faktorên sereke ku serxwebûna Herêma Kurdistanê wek xalek gring derxistiye pêş, rewşa Iraqê û xetera DAİŞê ye. Lê herweha wek her millet, dewletek serbûxwe mafê neteweya Kurd e jî. Bi dîtina min radeya pêşketina civatî/neteweyî ya Herêma Kurdistnê ya ji gelek civat û neteweyên din pêşdatir e. Rast e, hîn gelek kemani hene. Lê heman deme da Kurd ev 27 salin ku li Herêma Kurdistanê xwe bi xwe idare dikin.  Jiyana xwe ya aborî, çandî û civakî gav bi gav pêş da dibin. Herêma Kurdistanê di warê demokrasiyê de; di derbarê azadiya fikir û raman, mafê rêxistkirin, xwepêşedan, azadiya çapemenî û derfetên perwerdehiyê de nimuneyek baş derxist holê. Bi her rengî partiyên siyasî karê xwe rê ve dibin, pêkhateyên etnik û olî yên cuda îbatên xwe bi azadî dikin, ziman û çanda xwe bi kar tînin.

Jibo ragihandina serxwebûnê van pîvanan muhîm in, lê ne bes in.

Pirs: Aboriya, ewlewiya, binamayên civatî/neteweyî, rewşa coğrafî, demokgrafî, diplomasi ya Kurdistanê, di wê radê de ye ku serxwebûn bête ragihandin?

Bayram Bozyel: Wek min li jor jî diyar kir, li gor xwendina min, mijar îro ne ragihandina serxwbûnê ye. Di mijara serxwebûnê de xala ewil pêkanîna îradeyek xurt e. Ya diduya jî destnîşankirina nexşerêya serxwebûnê û gav bi gav bicihanina wê ye.

Elbet heryekê meseleyên din bi serê xwe girîng in, lê di çarçoveya stratejiya esasî de detay/hêmanên biçuk in. Ne hewce ye ku em bisekinin heta ku her tişt têkuz bibin. Gotinêk bi tirkî heye, dibêjin “Karwan di rê da rêz dibe”.

Pirs: Dema dewleta neteweyî qediya ye?

Bayram Bozyel: Bi dîtina min têgîna/mefhuma netewe dewlet yan jî dewleta neteweyî ji minaqeşeyê re vekiriye. Ger pêwîst be ez bersîvek berbiçav bidim, ez dibêjim dema dewleta neteweyî neqediya ye. Lê heman demê de dixwazim bêjim ku li cîhanê de tu dewletek safî/tenê ji neteweyek pêkhatiye tune ye. Divê em bi bîra xwe binên ku, wek nimune dema em behsa deweletbûyinê dikin, em tenê behsa dewletek jibo Kurdan nakin, em behsa dewleta Kurdistanê dikin ku binameya wê ji neteweya Kurd pêkbê jî, Kurdistan ne tenê welatê Kurdan e lê heman demê de ya (Ermenî, Ereb, Turkmen, Suryanî ûwd.) herkesê ye ku Kurdistanê wek welatê xwe dibînin.

Pirs: Girîngiya serxwebûna Kurdistanê, jibo netewe/civat û kesayetiya Kurd çi ye?

Bayram Bozyel: Kurdistanêk serbixwe wê derfet peyda bike da ku netweya Kurd ji her alî ve bê sînorkirî pêşkeve. Di dewletêk serbixwe da gelê Kurdistanê wê di qada navdewletî de wek neteweyek azad û di asta netweyên azad de temsil bibe. Hem dê bikaribe derbarê paşeroja xwe de biryar bide him jî jibo paşeroja dinyayê bibe xwedî soz û biryar.

Ger em behsa serxwbûna Herêma Kurdistanê dikin, divê em bandora wê ya liser sê parçeyên (Bakûr, Rojhelat û Rojava) Kurdistanê jî jibîr nekin. Divê em zanibin ku serxwebûna Kurdistana Başur wê tesirek mezin li ser têkoşîna azadiya hersê parçeyên din bike.

Bi gotenek din, bi serxwebûna Herêma Kurdistanê wê têkoşîna hersê parçeyên  din yê Kurdistanê geştir bibe. Jixwe tirs û xofa dewletên cîran yên li dijê serxwebûna Herêma Kurdistanê jî ji vir tê.

Pirs: Serxwebûna Kurdistanê, çi bandorek erênî li rewşa ewleyî, aştî û pêkvejiyanê ya herêmê/cihanê bike?

Bayram Bozyel: Bê şik serxwebûna Kurdistanê wê bi awayeke erênî tesir li ser ewleyî, aştî, aramiya herêmê û cihanê bike. Jiber ku şer û pevçûnên ku li herêmê diqewimin, bi piranî ji nesafîkirina pirsa Kurd û Kurdistanê derdikevin. Nesafikirina pirsa Kurd ne tene jibo Kurdan dibe semedê kûştin, qetliam, koçberî û malxirabiyê. Lê heman demê de pirsa Kurd jibo gelê Tirk, Ereb û Faris jî dibe semedê şer û pevçûnê. İro bingeha sereke ya  nebûna demokrasiyê, bûyîna derbeyên eskerî li peyhev, li herêmê xurtbûna rejimên diktatorî pirsa Kurd bixwe ye. Neçareserkirina pirsa Kurd çawa bandorek neyênî li ser herêmê dihêle, ewqasa jî li ser cihanê tesirek negatif dike. Jiber ku em cihanek global de dijîn û tu herêm tune ye ku buyerên ku li axên din diqewimin li ser wan tesir neke.

Pirs: Herêm û cîhan amade ye, dewleta Kurdistanê nas bike?

Bayram Bozyel: Bi min ne hewce ye ku di serî da herkes dewleta Kurdistanê nas bike. Di vê babetê de tiştên ku divê bala me li ser bin ev in. Yek, ragihandina serxwebûna Kurdistanê bi Bexdayê re were gengeşî kirin û pêvajo bê şer, heta mumkun be bi riyên diyaloxê û danûstandinê bi rê ve biçe. Ya diduya, helwesta Amerika û Rusyayê û herweha hêzên mezin girîng in. Ger raste rast piştgiriya serxwebûna Kurdistanê nekin jî lê dij jî dernekevin.

Dema em werên herêmê, hîn welatên Erebên Sunne, jiber dijayetiya kembera Şia, bi eşkere yan jî bi dizî wê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin. Türkiye ihtimal e ku li himber serxwebûna Kurdistanê dernekeve. Yê ku rasterast li hember serxwebûna Kurdistanê derkeve wê İran be. İran ne tenê jiber tirsa meseleya Kurd ya navxweyî, lê bêtir jibo ku Iraqa Şia qels nebe, wê li hember serxwebûnê derkeve. Helwesta İranê bi serê xwe jî zêde tesîra xwe çênabe.

Pirs: Rola Serok Barzanî di amadekirin û ragihandina serxwebEuna Kurdistanê de?

Bayram Bozyel: Divê em qebul bikin ku di pêvajoyek usa hesas û dîrokî de Serokatiya Mesud Barzanî şansek mezin e. Di pêkanina mutabaqatek neteweyî de Barzanî dikare rolek erênî bileyize. Di qada navdewletî da ji rumetek mezên yê Serok Barzanî heye ku di demek usa de pêwîstî pê heye. Bi kurtî him jibo tefaqa navxweyî him jî jibo bidestxistina piştgiriya derve û karên diplomasiyê de hebûna rêzdar Barzanî girîng e.

Lê girîngtrîn tişt tefaqa navxweyî û pêkanina îradeya siyasi ye. Seferberkirina gelê Kurdistanê jibo serxwebûna Kurdistanê ji her tiştê grîngtir e.