”Amerîka pişta Kurd û Kurdistanê digre”

Beyan Samî Ebdulrehman
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê, Beyan Samî Ebdulrehman di hevpeyvînekê de ligel K24 diyar kir ku, pêwendiyên Hewlêrê ligel Washingtonê gehiştine asteke bilind û got jî: “Amerîka pişta Kurd û Kurdistanê digre.”

Beyan Ebdulrehman amaje bi serdana Wezîrê Bergirî yê Amerîka, Ashton Carter bo Kurdistnê kir û da zanîn ku, di heyama 3 mehan de ew cara duyem bû ku navborî serdana Hewlêr dike, ev jî nîşana bihêzbûna pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê ye.

Herwiha Beyan Ebdulrehman balkişande ser wê yekê ku, Amerîka wek herêmek li Kurdistanê dinêre, ji bo ku ew (Amerîka) naxwazin Iraq parçe bibe.

Li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê jî, Beyan Ebdulrehman diyar kir ku, Amerîka baş dizane bê armanc û pirsên Kurdan çine û Kurd jî dizanin bê armanca Amerîka çi ye.

Beyan Ebdulrehman diyar kir jî ku, Amerîka bi awayekî rasterast çekan naşîne ji Pêşmergeyan re “ji ber ku dixwaze Iraqê bihêz bimîne”, aşkere kir jî ku, berê çekên ku ji Pêşmergeyan re dihatin şandin li Bexdayê asê dimen “lê niha Bexda newêre dest dane ser wan çekan û bi awayekî rasterast wan ji Pêşmergeyan re dişîne.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir jî ku “Serok Obama gelek piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye û dike.

 

Beşa yekem a hevpeyvînê

 

Beşa duyem a hevpeyvînê