Gefên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê cidî ne

Aldar Xelîl:
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Nivîsgeha Dîplomasî ya TEV-DEMê Alar Xelîl di hevpeyvînekê bi K24ê re li ser êrîşên vê dawiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî ragihand, êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Rojava û bakurê Sûriyê û destkeftên wê ne tiştekî nû ye, ew berdewamiya siyasta dewleta Tirkiyê. Tirkiye wiha dibîne ku ezmûna li Başûrê Kurdistanê heye, li Rojava dubare nebe, ji 2013an de bi berdewamî êrîşî vê qewareyê dike, êrîşên wê di warê ragihandin, siyasî, dîplomasî û leşkerî jî de bûn.

Herwiha got, Tirkiye dema dît DAIŞ wek çawa Reqa, başûrê Hesekê, Dêrzorê û helek deverên din ên Sûriyê bidest xist û li Kobanê têk çû, wê dema Tirkiyê tiştê ku DAIŞ biser nexist, xwast ew bidest bixe, ji bo vê plane pêk bînê, destpêkê ji bo êrîşî Efrînê bike ji Cerablus ta Babê dagîr kir û piştre êrîşî Efrînê kir, niha jî dixwaze fişarekê ji bo Minbic û rojhilatê Firatê bike. Li Minbicê plana ku wî dixwast çê nebû, loma niha gefên wê li ser Kobanê, Girê Spî û navçeyên din jî hene. Ev gef jî cidî ne.

Aldar Xelîl dewam kir, ev gef di demekê de tên ku şer li rojhilatê Dêrazorê li dijî DAIŞê berdewam e û DAIŞ ketiye xeleke teng ku ti rê li pêş wê tune ne ku derkeve, ango DAIŞ li wir ji aliyê leşkerî ve bidawî dibe. Tirkiye jî dixwaze her DAIŞ hebe, ta di riya wê re aramiya Sûriyê têk bide. Herwiha 1 Mijdarê bûye Roja Cîhanî ya ji bo Kobanê ye, loma ew dixwaze wê rojê jî bike roja têkbirina wê destkeftê.

Li ser Lûtkeya Çaralî ya Stenbolê di navbera Fransa, Almanya, Rûsya û Tirkiyê de ku rê dabe Tirkiyê êrîşî ser Kobanê û Girê Spî bike, Aldar Xelîl got: Em nikarin li ser lihevkirinên ku di odeyên veşartî de hatine kirin, em nikarin texmînên xwe bibêjin. Lê divê em her dem bibêjin ku ev welat berjewendiyên xwe datînin pêş xwe. Heger ev welat xwedî helwesteke erênî bana û ji bo çareseriyê bi Tirkiyê re tiştek îmze kiribana, Tirkiyê cesaret nedikir vê êrîşê bike. Dibe ku Tirkiyê hêz ji vê civînê girtibe.

Li ser asta bersivdayîna hêzên YPG û HSD ji van êrîşan re, Aldar Xelîl got: Bersivdayîn ne tenê li ser asta leşkerî ye û çareserî ne ew e ku hêzek tenê berxwedanê bike. Çareserî ew e pêkhateyên li vê herêmê dijî berxwedanê bikin, di aliyê siyasî, dîplomasî, aborî, çandî, leşkerî û lojistî de. YPG tenê dikare di warê leşkerî de bike, lê divê hemû gel berxwedanê bike û em amade bin xwe biparêzin û parastin mafekî rewa ye.

Herwiha got: Dema berxwedan nebe û bêdengî hebe, Tirkiye dixwaze ezmûna Efrînê li Kobanê dubare bike. Tirkiye tenê li ber vê ranaweste, ew dibêje Mûsil û Kerkûk jî ya me ye. Ew ji Efrînê destpê kir û dixwaze wiha berdewam bike. reng e şer û mercên rojhilatê Firatê ji Efrîn cuda bin. Pirsgirêkên Erdogan û yên navxweyî gelek in, loma pirsgirêkên derveyî çê dike, ta ku liser xwe biseken.

Derbarê helwesta Amerîka ji êrîşên ser rojhilarê Firatê de, Aldar Xelîl got: Amerîka dibêje ku ew nerazî ne, lê em nikarin bispêrin wê axaftinê, dema em berxwedan û çalakiyan bikin, dê fişarek li Amerîka jî çê bibe, ku tenê nerazîbûna wê ne di warê axaftinê de be. Divê em di raya giştî ya cîhanê de çê bikin.

Nûnerê Amerîka yê taybet bi Karûbarên Sûriyê James Jeffrey gotibû ku MSD dê beşdarî MSD proseya nivîsandina destûra Sûriyê ya bê be. Ji aliyekî din ve, ta niha ti hebûneke MSD, TEV-DEM, PYD di civînên navdewletî de tune bûn, çima daxuyaniya James Jeffrey di vê demê de, Aldar Xelîl got: Hebûna Amerîka di Sûriyê de di du qonaxan re derbas bibe. Qonaxa yekem, şerê li dijî DAIŞê bû, enku dosya Sûriyê leşkerî bû. Piştî ku DAIŞê ber bi dawiyê ve diçe, dosya Sûriyê dikeve warê siyasî de. Navenda biryardana siyasî ya Amerîka jî neçar e nerîna xwe ya siyasî diyar bike. Li gor em têgihîştinê, Amerîka dê projeya siyasî têxin rojeva xwe, heger wiha bike jî, ew dizanin çareseriya siyasî li Sûriyê pêk nayê, heger em ne di nava wê de bin.

Herwiha got: Di texmîna me de, di demên pêş de Idlib dê ji opozîsyonê bê standin. Wê demê em û rêjîma Sûriyê dimînin, jixwe deverên di destê Tirkiyê de, wek dewleta Tirkiyê in, dewleta Tirkiyê jî nabe beşek ji çareseriya Sûriyê. Heger nûnerên bakurê jî nebin, dê çareseriya siyasî di navbera rêjîmê û kê de bipêş bixin?

Li ser rawestandina operasyona HSDê li rojhilatê Firatê û çarenivîsa hevpeymaniya wan bi Amerîka û hevalbendên wê re ji qonaxa piştî DAIŞê de, Aldar Xelîl got: Niha di aliyê leşkerî de şer li dijî DAIŞê tê kirin, meşandin û rawestandina wan şeran di destê fermandarên leşkerî de ye, divê DAIŞ tune bibe. Piştî bidawîbûna DAIŞê çareseriya siyasî dikeve rojevê, wê demê jî divê em hebin. Hêza li Sûriyê xwedî projeya demokratîk, yekgirtina Sûriyê dixwaze, secularism û ne tundrew e em in, heger em tune bin, çareserî dê kê re bê kirin.

Derbarê danûstandinên MSD û rêjîma Sûriyê de, Aldar Xelîl got: Danûstandin niha rawestiyane, lê hêvî hene ku di demên pêş de berdewam bikin. Rawestandin ne ji aliyê me ve bû, rêjîm hesab dike li gor zagonên berê yên Sûriyê hinek madeyan û hinek mefên demkî wek zimanê Kurdî bidim we û bes û hûn welatiyên Sûriyê ne û qediya, lê rêjîm hîna rêjîma berê ye, ew bo sîstema Sûriyê li ser ava bibe û zagonek nû were nivîsandin naxe gotûbêjan. Dema rêjîm wiha serederî bi me re kir, bû sedema rawestandina danûstandinan. Lê bi çi awayî be, divê bi vê rêjîmê re çareseriyekê peyda bikin.

Li ser helwesta Amerîka ji van danûstandinan got: Tiştê em di nava xwe de çareser bikin, ti pêwendiya Amerîka pê nîn e. Hin mijar hene em bi wan naxin, em Sûrî ne û divê em biryarê bidin. Tiştên bi me Amerîka re guftûgo dikir, mijara DAIŞê û mijara leşkerî bûn. Niha piştî hatina James Jeffrey, êdî mijara diyalogê û nivîsandina destûrê hatin rojevê, ew jî heger ew bibin xwedî rolek û em jî di nava wê de hebin.

       

 

S. B