Medya me li başûr wek welatekî dewletbûyî karê xwe dimeşîne

Têmûrê Xelîl

K24 – Navenda Nûçeyan

Têmûrê Xelîl ji kurdên Yekîtîya Sovyet kesê yekemîn e, ku li hemû ocaxên kurdî yên ragihandinê yên fermî bi awayekî profesyonal kar kirîye: 17 salan li rojnameya kurdî a ”Rya teze”, 4 salan li radyoya kurdî a Rewanê, 2 salan jî li radyoya kurdî a Dengê Rûsîyayê a li Moskvayê. Niha jî berpirsyarê malpera kurdî a bi navê ”Riataza” ye (krd.riataza.com).

Têmûrê Xelîl sekretarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed e, endamê Koma KURMANCÎ a Înstîtûya Kurdî a Parîsê ye, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê ye.

Dayka Têmûr Eznîva Reşîd ji destpêka radyoya Kurdî a Rewanê 27 salan bêjera wê bûye (1955-1982), bavê wî Xelîlê Çaçan bingehdar, serok û rêvebirê wê radyoyê bûye û di nava 24 salan da (1957-1981) hemû stiran û pîêsên wê radyoyê daye qeydkirin.

Ango, endamên vê malbetê bi tevayî weke 100 salan xizmetî çand û edebîyeta miletê xwe kirine, bi sedan gotarên bi kurdî, ermenî û rûsî weşandine, gelek pirtûkên edebî, zargotinê û wergeran dane çapkirin. Û ew kar bi saya Têmûrê Xelîl berdewam e. Lema gelek caran ji vê malbetê ra dibêjin malbeta Bedirxanîyan li Sovyetê.

 

Ligor rastiya welatê me, rola medya di doza Kurdistanê û organîzekirina raya giştî de çi ye?

Li Kurdistanê gelek partîyên bi bernameyên cuda, gelek bawerîyên bi helwestên ji hev cuda, gelek komele, rêxistin, sazî û dezgehên bi armanc û daxwezên ji hev cuda hene. Rola medyayê di doza Kurdistanê da ew e, ku her yek ji wana wek gulekê, kulîlkekê bibîne û ji wan gul û kulîlkan taceke rengorengo ya bi dengên pirawazî çêke û raberî gelê xwe bike.

Di sîbera ezmûna te ya rojnamegerî de, asta medya Kurdî ya îroyîn tu çawa dinirxînî?

Bi bawerîya min, ji wan hemû welatên ku dû ra bûne dewlet, bo medya wan bigihîje asta dewletbûnê, zêdeyî 100 salan lazim bûye, lê kurd berî ku bibin dewlet ew rê di nava çend deh salan da bi awayekî serketî derbaz bûne.

Rewşa rojnamegerî ya nivîskî ligor rastiya gel û welatê me, xwedî aloziyan e, dibe ku rewşek dijwartir di medya radyoyî de tê jiyandin. Ev yek çi erkan derdixe pêş medya telewizyonî?

Di rewşa hebûna gelek zaravan, çend elfebayan, tunebûna perwerdeya bi rêkûpêk, zordestîya dijmin, astengên bi destî sîyaseta durû ya cihana pêşketî li himberî gelê me û welatê me rûdayî dibine sebebê paşketina di wî karî da. Lê gelê me di hêla pêşketina çand û edebîyeta me da jî wek pêşmergeyên qehreman ber xwe dide, hewil dide zora van hemû dijwarîyan bibe. Hema pirsên te û bersîvên min çilkek e di nav pêşketina wî karî da.

Nebûna dewleta Kurdistanê –liser sistema medya ya Kurdî– xwedî çi bandor e?

Bandora wê zêde nîne. Asta rojnamevanîya kurdî li Başûrê Kurdistanê weke ku nebûna dewleta Kurdistanê înkar dike û medya me wek welatekî dewletbûyî karê xwe dimeşîne. Ez karê medya kurdî gelek caran didime ber karê medya li Ermenîstanê, ferqeke mezin nabînim, heta hinek waran da jî ya Kurdistanê ser ya Ermenîstanê ra dibînim. Belkî xwendevan û temaşevanên Ermenîstanê ji yên me çêtir û pirtir bin, lê dereceya ragihandina kurdî ne kêmî ya gelek welatên xwedî dewlet in. 

Lawaziyên medya Kurdî yên asta profesyonel çi ne?

Gotina lawazî belkî hinek zêde ye, lê di hêla profesyonalîzmê da hinek kêmasî hene, ku bi hêsanî dikarin bêne hilanîn. Mesele, di dema amadekirina reportajan da gerekê ne ku hûn bûyerê bi destî têlêvîzyonê derbazî mala her kurdekî bikin, lê gerekê firsendên rojnamevanîyê yên wisa bi kar bînin, ku temaşevan xwe li cîyê bûyerê hîs bike. A here giring jî ew e, ku reportajê ne tenê bi zimanê gel amade bikin, lê herwiha bi zimanê rojnamegerîyê jî, ku wê alî temaşevanan bike zanebûnên xwe yên di hêla zimanê kurdî û cihana medenî da xurttir bikin.

Ligor rastiya Kurdistanê –medya li başûr erkek Kurdistanî– giştî dilîze?

Belkî hûn – karmendên têlêvîzyonên kurdî zêde hîs nakin, ku hûn karekî Kurdistanî dikin. Gelek karmendên we ne tenê ji Başûr in, lê herwiha ji hemû perçeyên Kurdistanê ne. Bernameyên we jî ne tenê ser kurdên Başûr û Kurdistana Başûr in, lê ser hemû kurdên cihanê ne. Ango, serokatîya wî perçeyê welatê me hewil dide Kurdistaneke bo hemû kurdên cihanê ava bike.

Lawaziyên berçav ên medya Kurdî ligor te çi ne?

Di hilbijartina kadroyan da xên ji profesyonalîzmê û zimanê kurdî yê delal û zelal, gerekê hîç tiştekî din tu rol nelîze, wek nas-dostî-xinamtî, qewim-pismamtî, hevaltî-cînartî. Ango, gerekê bi kîsî rojnamevanîya kurdî qencîyê ji tu kesî ra nekin. Qencî gerekê tenê ji gelê kurd ra bê kirin.

P.S. Bi vê pirsê ra girêdayî, ezê firsendeke rojnamegerîyê (journalistic stunt) bi kar bînim û ezê pirsekê li te bikim:

-Gelo ew kesê te profîla wî a kurt di destpêka vê nivîsê da xwend, bo çi ne di meydana rojnamevanîya Kurdistanî da ne? Ma ne hûn bi xwe zanin, ku rojnamevanîya kurdî hewcê kadroyên profesyonal e!