Hêvî dikim edebiyata kurdî, di sedsala 21ê de, ji ya 15-16-17an kêmtir nebe

Cemîl Turan Bazîdî:

Cemîl Turan Bazîdî (Selamî Aytaş) li Bakûrê Kurdistanê, herêma Serhedê, bajêrê Bazîdê hate dinyayê û li gel hestên welatparêziya ku li malbatê û li herêmê hebûn, mezin bû.

Ji ber derbeyên leşkerî yên salên 1971 û 1980-an ku gelek kartêkirina xwe li ser jiyana siyaseta Tirkiyayê kirî, ew jî tuşî gelek rewşên aloz bû. Ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî, piştê derbeya 12-ê Îlona 1980-ê destgîr bû. Êşkenceyên hovane yên faşîzma sîstemê lê hatine kirin.

Ji ber sizayên giran, neçar bû, li sala 1984-ê mişext bibe û welatê xwe bihêle here Yewnanîstanê. Ji ber hêrişên dewleta nehînî ya ku dibêjinê “Dewleta kûr” yên li dijî penaberên siyasî, navbirî bi navê Cemîl Turan Bazîdî mafê penaberîyê û paşî jî mafê welatîbûna Yewnanî wergirt.

Niha wekî rojnamevanekê li Wezareta Çapemaniyê û li rojnameyeke rojane ya Yewnanî de kar dike. Jîyana wî, wekî roman, ji aliyê Nîkos Kasdaglîsî ve bi navê “Çiyayê Agirî Volkan Dipijiqîne” “To Ararat Asteftei” hate nivîsîn. Ji bilî pirtûka siyasetmedarê kurd Kemal Burkay ya bi navê “Kurd û Kurdistan”ê, gelek wergerên din çê kirine.

Heta niha bi zimanê Yewnanî şeş roman û yek jî pirtûkeke lêkolînê nivîsiye. Ji wan pêşengane ku hewl dide bi rêka zimanê yewnanî, ji bo yewnanan behsa rewşa jîyana gelê kurd bike. Em dikarin bibêjin ku birêz Bazîdî di vî warî de, bi tena xwe rêbazekê dirust dike.

Berhemên wî;

Roman:

(To Matomeno Hiyono Louloudo) “Berfîn Di Nav Xwînê de ne” (2001, Atîna);

(Ta Matia Tu Likou) “Çavên Gurgî” (2003, Atîna);

(İ Nikta Pu Evlepe Tin Mera) “Şeva Berê wê Li Rojê” (2006, Atîna);

(Ta Pedia Tu Ararat) “Zarokên Araratê” (2008-2017, Atina);

(Eki O Teos Kimotan) “Xwedê Li Wir Nivistî bû” (2013, Atîna);

(Azad me lene) “Navê Min Azad e” (2015, Atîna).

Vekolîn:

(Arkea SofiaTon Kurdon Εzidi ) “Zanabûna Qedîm ya Kurdên Êzdî” (2013, Atîna) ;

(Antoloji Sinxono Kurdus pites) Antolojiye Helbesta Kurd (2017, Atina)

 

Erê, Nivîskarîya Rêzdarê te, li penaberiyê, yan li welat dest pê kiribû?

Kar û xebata min ya edebî, hêjta di biçûkatîya min de hebû. Hemû rojên înêyan, dewrêşek bi navê Dîwane dihate mala kalikê min. Piştî şîvxwarinê, bi tembûra xwe beyt digotin. Min guhdarîya wî dikir û paşî bi destûra wî min hemû gotinên wî bi kasêtê tomar dikir û paşî dinivîsî. Ya rast eve yekem ceribandina min ya pertûkê bû. Mixabin em neçar bûn ji welatî der biçin. Ji ber rewşa welatî, malbata me li sala 1974-ê berê xwe da Stenbolê. Min piştî salên dûr û dirêj, di romana xwe ya bi navê “Xweda li wê derê nivistîbû” behsa wan xebatên xwe kir. Çîrokek rast û diruste eve, du kurd li şerê Koreyê, li du bereyên dijber dihêne beramberî hev. Ez di hemû romanên xwe de, rûdanên pêkhatî û dinivîsim.

Dema em li Bazîdê bûn, li gel xwendinê min bi amatorî karê şanoyê jî dikir, paşî li Stenbolê bi profesyonelî berdewamî da vî karî. Anku bi kurt û kurmancî, peywendîya min ya li gel hunerê, hêjta di zarokatîyê de, hebû.

Bandora penaberiyê li ser nivîskariya te çi kargerî kiriye?

Helbet arîşeyên wê gelekin ku yekî wekî min eve sîh û pênc salin dûrî welatê xwe ye. Ez dema dibêjim, arîşe, ez behsa tiştek nostaljîk nakim, ez dûrî welatê xwe, mala xwe, hemû gelê xwe me. Weku; Bilbil kirine qefesa zêrîn, gotiyê ka welatê min?

Gelê Yewnanî, gelek giringîyê didine babetên wek Doza Netewî û Mafê Mirovan. Nemaze ev hest û hizra wan beramberî kurdan, zêdetire. Helbet wek her kurdek mişext, ez jî berpirsim ku rewşa têkoşana gelê xwe, rabigehîneme xelkê yewnanî. Bi vê yekê bikarim lobîyek kurdî dirust bikim. Paşî min dît, ev tişte bi tenê têra me nake. Min got, gelo me zimanek din heye, nivîskar hene, helbestvan hene? Bi van pirsan min dest bi nivîsînê kir da bersivan ji bo wan peyda bikim. Min hewl da, êş û azara gelê xwe, dab û nêrîtên wan, ya herî giring jî têkoşana rizgarîxwazîya netewî, bikim babeta pertûkên xwe û xizmetê ji bo doza xelkê xwe bikim.

Ji sala 1993-ê hir ve ez li gel rojname û govarên hemecûr yên yewnanî kar dikim. Sala 1999-ê min yekem romana xwe bi zimanê yewnanî çap kir. Eve cara yekê bû, kurdek bi zimanê yewnanî pertûkekê dinivîse.

Di raya giştî de, wergirtina xelatên te bi germî hat pêşwazîkirin. Ji bo te wateya van xelatên navneteweyî çi ye?

Berî van xelatan, min berê jî ji ber hindek kar û xebatên xwe, xelat wergirtibûn. Lê xelata UNESCO gelek giring bû. Bi taybet nameya ku serokê navenda UNESCO ya li Valenciyayê, birêz Rafael Mantoyî ya ku ji bo min hinartî, gelek hêja bû. Di nameyê de amaje pê hatibû dan û digot; “ev berheme tijîye bi nimûneyên zindî, çi sînor nîne ji bo kultur û şaristanîyeta gelan. Astengên mezin hene li pêş êş û azara hemû penaberan û yên weku Azadî, mala xwe, welatê xwe bi cih hêlane, neçarî meşextîyê bûne û têkoşana paşerojek geştir û azadtir didin. Seraray nivîskarî di pertûka xwe de behsa van hemû azaran kirî, çareserîya aştîyane jî dike nav hest û hizrên me. Ev xale polîtîka UNESCO ye, ji ber hindê em xelata Akademî ya Rûmetê didine nivîskarî”. Ev diltezîna ku bûye mijara babeta min, ew reşkujîya Helebçêye. Azad jî, yek ji wan kesane ku ji ber vê komelkujiyê revîyaye. Pertûka min bû egerek ku Helebçe û gelê kurd ji nû ve bikeve nav rojeva cîhanê. Eve serkeftineke. Ev serkeftine, ne bi tenê serkeftina mine, her wesa serkeftina gelê mine.

Xelata akademîsyenê rûmetê ya Akademîya zanistî, Teknolojî, perwerde û zanista Beşerîyeta Navneteyî ya li roja 27-ê Cotmehê jî gelek giring bû. Di rêwresmê xelatdanê de, serokê akademîyê birêz Jose Hoyo Rodrigo got; “em cara yekêye vê xelatê didine rojnamevan û nivîskarekî. Bi sedan nivîsên Cemil Turan Bazidî hene. Me vekolîna van nivîsa kir û tê de dît, wek akademîsyenekî berê xwe dide arîşeyên xelkên Rojhelata navîn, Kurdistan, Turkîya û heta Yewnanistanê. Bi taybet arîşên gelê kurd wek akademîsyenekî şîrove dike û dinivîse”. Ser vê çendê dema min got ez dê bi zimanê dayika xwe peyva xwe pêşkêş bikim, wê gavê amadebûyên wê derê gelek kêfxweş bûn.

Bi raya min encama giring ya vê xelatê ew bû, ew têkoşana gelê kurd ya rewa careke din çû nav rojeva raya giştî ya cîhanê.

Nebûna dewleta Kurdistanê –çi bandorê li pêşkeftina edebiyatê dike?

Bê dewletî, ne qedera gelê kurde. Niha babeta nebûna dewletê ne babeta vê hevpeyvînêye. Cara dawî, delîvek hatibû ber destê me. Seraray îrada “belê” ya rêja %93, çar dewletên kolonyalîst, li gel hindek xayînên navxweyî, ew mafê gelê kurd ya serxwebûnê, mafê damezrandina dewleteke cuda binbir kirin. Her çi bikin, nikarin rêk li pêş vê çendê bigrin. Seraray hemû xiyanetan, dê gelê kurd azad û serxwebûna xwe bi dest xwe ve bîne...

Helbet wek her biwarê, di edebîyatê de jî hindek arîşeyên bêdewletbûnê hene. Heger me jî ev ro dewletek heba, dê xelata Nobelê dabana kurdekî. Me hemûyan ev çende di babeta Yaşar Kemalî de, dît.

Helbet em bi xwe jî egerên hindek arîşane. Zimanê hevpişk ya nivîsê wek perwerdê di edebîyatê de jî dihête pêş me. Em kurdên bakurî nikarin ew berhemên hêja û giranbûha bixwînin. Ji bo vê yekê me pêdivî bi sîyaseteka dewletê heye. Pêdivîye hikumeta Kurdistanê, bi kar û xebateke demdirêj vê çendê çareser bike. Zimanê yekrêzî, welatek yekrêzî dirust dike

Tu asta edebiyata kurdî çawa dibînî?

Edeba kurdî seraray hinde salan tuşî qedexebûn û mandel û haşayê bûye, dîsa jî edebeke bi hêze. Wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran û htd. Mirovên gelek hêja şakarên mezin nivîsîne û ji bo me hêlane. Divêt em pûte bi vê çendê bidin û giringîya wan bizanin. Ev berhemene bibine babeta waneyên xwendina me. Ji bo me jî ew dibine pêşeng û serkirde. Hêvî dikim edeba kurdî, di vê sedsala bîstûyekê de, ji sedsala 15-16-17-ê kêmtir nebe û bikare tiştên mezin biafirîne. Xizmet û xebata nifşê nû ya ji bo edebîyatê, hêvîyên me geştir dike.

Xebatên te yên edebî li ber dest hene?

Dema dest bi nivîsînê dikî û dibînî nivîsên te berceste dibin û tîjk vedidin, hingê heza nivîsînê geş û gurtir dibe li gel mirovî. Êdî nivîsîn dibe şêwazê jîyana te. Niha li ber destê min du romanên kutabûyî hene.

Sala 2008-ê ji ber qeyrana aborî ya Yewnanîstanê, kar û xebat bi giranî rê ve çûn. Ji ber hindê min hez nekir, ez di wê qonaxê de, pertûkên xwe çap bikim û di wê alozîyê de berze bibin. Ez dê paşerojê belav bikim. Her wesa demek dirêje ez li ser romanekî kar dikim. Babeta wê ser bawerîya ayînên Kurdistanê ye. Min çar pertûkên pîroz Tewrad, Zebur, Încil û Quran xwend da bikarim vê romanê binivîsim. Armanca min di vê romanê de ewe ku ez nîşan bidim ku gelê kurd rêz li hemû bawerî û ayînan digre. Gelê kurd xwedan wê hizrêye ku dibêje; ferq û cewazî zengînîye, ne ku dijminîye...

Her wekî din, min ferhengek kurdî yewnanî, yewnanî kurdî jî amade kiriye, da dostên me yên yewnanî bikarin seredana Kurdistanê bikin.