Min destanek li ser MEŞA BARZANÎ çêkirîye

Hozan Brader:

Brader Mûsiki ji eşîra Pencînara ji bavikê Mûsika ye. Loma paşnavê xwe Mûsikî ye.
Ew sala 1958an li gundê Mûsika bi ser Mêrdînê ve hatîye dinyaye.
Bavê wî dengbêj bû. Perwerdeya xwe ya civakî u stranbêjî li civata bavê xwe pêk hatîye.
Li Yatili Bölge Okulu 8 salan û li kolêja Wanê jî 4 sala xwendîye. Li bajarê Wanê jiber stranên Kurdî 3,5 li zindanê ma ye. Sala 1979an ji Wanê surgunî Konya bû. Sala 1980 ji Konya jî surgunê bajarê Çankiri yê bû ye. Dibistan ne qedandîye.
Çendsalan xwe veşartîy,e lê bê çare maye û derketîye derveyî welatê xwe.
Serê 32 salan in, tevî zarokên xwe li Hollanda dijî.
Piştî qedexeya 18 salan ji hemwelatîya Turkîye hate derkirin û rê jêre vebû kû here welat.
Bi sedan konsert li welat da ye. Piştî 18 salan cara yekem hat li Mêrdînê konsertek mezin da.
Ev çend sal e niştecihê bajarê Hewlêrê paytexta Kurdistanê ye…

Dilgeşî, lê herweha afirandina Muzika Kurdî lipêş te astengî û alozî jî derxistin?
Astengî jibo muzika kurdî, ne kêmî astengîyên siyasî ne.
Jenerasyona me bi muzikê û stranan, gelek xizmet ji şiyarbûna gel re kirîye û gelek car ji siyasetê bi hêztir û leztir bû ye. Loma dewleta dagirker herdem astengî derxistîye. Girtin, lêdan, zindan û kuştin...
Wekî din jiber bê dewetbûna me bazarek me, markêtek me ya hunere tune. Loma çerxa aborî û ragihandin û danasînê û girîngîya hunerê ya maddî û manewî na zîvire. Çerxa ku bi zorê em di zîvirînin jî, diran jikestî û zingar û xurde ye li gorî çerxa cîhanî ya hunerî.

 

Nav û stîla te ya muzikê li her aliyê Kurdistanê tê hezkirin, pêşwazî kirin. Ev yek çi hestê dide te?
Dema meriv karek bike û cîyê xwe bigire, helbet dil û wijdan aram dibe. Sala 2000an dema ez çûm rojava, min di dilê xwe da pejirand ku, ez êdî bi rastî hunermend im.
Sala 2004an dema vegerîyam Bakur, min fam kir ku, ez hunermendek di asta bilind de me û netewî me.
2005 dema hatim Kurdistana Azad hestên min mîna biharê, kulilk dan. Û min strana Kurdistana azad çêkir.

Bîranînek te, ku tu jibîr nake, di jiyana te ya muzikê de heye û çi ye?
Gelek bîranînên xweş û nexweş hene. Lê ya ku, ez pir jê hezdikim ev e ku, dema çerçîyek hate gunde me û min pêlava xwe bi tûtûkê guhert li gel wî etarî. Êdî amûreke min hebû. Kêf kêfa min bû. Wê salê min dest bi dibistana sereta kir.

 

Ast a muzika kurdî bi xwe, tu çawa dinirxîne?
Muzika me derya ye.
Lê di warê akademik û lêkolîn û pêşdexistinê em li pey muzîka xwe ne. Em ji mîrasa bav û kalan dixwin û gelek car bi destê nezan û popilîstan çarçûr dikin. Sedema vê rewşê ya mezin bê derfetî ye. Dewleta me tune ye. Dewlemendên me jî, tenê guhdar dikin.
Di budçeya xwe de cî nadin hunera xwe wek dewlemendên cîhanê. Ev çend sal in, min album çênekirîye. Têra 3-4 albuman stranên nû hene. Min destanek li ser MEŞA BARZANÎ çêkirîye. Nêzî bist hunermend tê de cîh digirin. 22 deqîye ye, lê nikarim. Ditirsim bimrim û winda biçe.
Destana DILBERA HEWLÊRÊ 29 deqîqe ye. Ma bahsa kîjanê bikim û kîjanê nekim. Gelek hunermendên me bi vî rengî ne. Tevlî vê rewşê jî, em li ser pîyan e û berhemdar in. Lê asta me nizm e.


Ji derveyî muzikê karên te yên şêwekarî, sinema hene. Balansa dinav wan de tu çawa di helsîngî ne?
Şêwekarîya min wek hobî di meşe. Min gelek tablo hene. Dema zarokbûm min axa hûr bi destê xwe şahîk dikir û bi pêtîyên xwe şekil çê dikir. Niha derfet cûda ne. Lê wek min got ez amator im.
Sînema jî, herwisa. Piştî karê muzîkê ye ji bo min. Ji sala 1996an û vir de, di nava karê sinemayê de me li gel Hollandiyan. Carnan jî, li gel Kurdan jî kar dikim. Karê min yê dawîn filmê ZAGROS bû, ku gelek xelat girtin e û li festîvala Duhokê jî, xelat wergirt.
Ev hunermendiya pirralî ligel te – di wan waran de, kîjan pêwîstî bi zêdetir piştgirî, hewldan û heta zêdetir pêşxistinê heye?
Em miletek bindest û perçekirîn e. Hemî şêwe piştgirî dixwaze. Lê muzik û şêwekarî heta cîyekî dikare di rûnê xwe de bi qije û xwe bimeşîn e. Lê sînema ne wisaye. Karekî kollektîv e. Bê alîkarî tu dikare tenê çîrokê binivîse. Jê pê ve alîkariya maddî û manewî pêwîst e.


Nebûna dewlet a Kurdistanê –çi bandorê li huner a kurdî dike?
Dema milletek bê dewlet be, wek sêwîyê ber dîwara ye. Na wele, tu jî dikare bêje: wek erebeya dewara ye, kû herçar lastîk teqîya bin û bi zehmetî birêve diçe. Îcar hesab li ba te ye, ku wê bê dewletbûna me, çi bandorê li kar û xebata me dike.


Xebatên, projeyên te yên niha û di pêşeroja nêzîk de çi ne?
Ev demek dirêj e ji dervî xebatên min, ez û Samî Ergoşî me dikana strana vekirîye (henek lo:))-)
Sami çend stran amadekirin û min jî xwendin e. Yek ji wan bi navê PÊK e. Gotin kekê min Samî danîye. Awaz min danîye. Gotin û awaz hevûdu xweş qefaltîye. Me video jî girtin e. Beriya serê salê gerek liser medya em dê bibînin.
Xebate min acustîk li gel Holandiyan heye. Albumek bi deng û tembûrê ye. Û wê li hemî cîhanê belav bibe, li ser destê Grup THE EX.
Projeyek heye, dixwazim li gel The Ex li Hewler festivalek navneteweyî em çêbikin.