Serxwebûna Kurdistanê, xewna Kurdan e û referandûm amûrek sereke ya pêkanîna vê xewnê bû

Mistefa Zengîn

Mistefa Zengîn di sala 1986a de li Siwêregê ji dayik bû. Dibistan li navenda Rihayê xwend. Li Zanîngeha Acibademê başa tenduristiyê û li Zanîngeha Anadoluyê jî beşa civaknasiyê xwend. Li Îranê zimanê Farisî xwend. Nêzikî 3 salan di saziyên medyayê yên Kurdî de karê edîtoriyê kir. Di kovarên Kurdî (Zarema) û Tirkî (Birikim) de gotarên wî hatin çapkirin. Niha jî li ser werger û mijarên sosyolojîk karên lêkolînê dike.

Pêgeha – Netew, di proseya îroyîn a Kurd de, xwedî çi naverok û rastiyê ye?

Ji bo bersivdayîna vê pirsê ger em pêşiyê hekbî behsa pêgeha neteweyê bi xwe bikin, bawer dikim dê baştir be. Belê, bi pêgeha neteweyê, grûp an civakeke wiha tê pênasekirin, ku ew kom an civak xwediyê ax, dîrok, ziman, aborî, derûnî û taybetmendiyên çandeke hevpar e. Netewe ji bo destpêkê wiha tê pênasekirin. Lê ev bo nasîna û zanîna pêgeha neteweyê têrê nake. Mirov dikare bibêje, ji bo netewebûna kom an civakekê tişta herî girîng ew e, ku ew kom û civak di çarçoveya vê hevpariyê de xwediyê hesteke aîdbûnê be. Yanê, li ser bingeha vê hevpariyê divê hest û fikra pabendbûnê hebe di navbera endamên wê kom an civakê de. Ev jî berê me dide têgeha Benedict Anderson a “cimaeta xiyalî”. Anderson neteweyê wek “civateke siyasî ya xiyalî” bi nav dike. Yanê her çi qas wek Kurdekî Bakurê Kurdistanê, min Kurdên, wek mînak, li Xorasanê nedîtibin jî, bi awayekî xiyalî ez dizanim ew Kurd in û bi vê xiyalê ez pabendiyekê di navbera xwe û wan Kurdên li Xorasanê de hîs dikim. Gava belayek were serê wan, min ew qet rûbirû nas nekiribin jî, ez pê diêşim, an jî serkeftin û qezencekê bi dest bixin, ez pê kêfxweş dibim. Bêguman teorîsyenê navdar Benedict Anderson, neteweyek bi vî awayî wek taybetmendî û encameke serdema modern qebûl dike, ku vê yekê jî di çarçoveya rojname û pirtûkan de bi pêşketina kapîtalîzma matbaayê ve girê dide. Lê pirsgirêka Anderson û kesên wek wî ew e, ku neteweyê tenê bi serdema modern ve sînordar dikin. Yanê li gorî wan netewe, têgeh û fenomeneke modern e. Helbet aliyên kul i dijî vê nêrîna modernîst derketine jî hene, lê ez dixwazim werim ser Kurdan. Di roja îroyîn de, ger em di vê çarçoveya “civateke siyasî ya xiyalî” de li rewşa Kurdan binêrin, em dikarin bibêjin Kurd netewe ye. Lê tunebûna dewleteke Kurdan, bi qewlê Ebbas Valî, aliyê hiqûqî û siyasî yê netewebûna Kurdan dike mijara nîqaşê.

Perçebûna Kurdistanê – rolek xwe ya çawa di proseya Neteweyî ya Kurd de heye?

 Ji parçebûnê wêdetir, em bibêjin parçekirina Kurdistanê, bawer dikim em dê hîn zêde heqê dîrokê bidin. Îcar bêguman ev yek, yanê parçekirina Kurdistanê, bû xwediyê roleke nerênî di proseya neteweyî ya Kurd de. Beriya her tiştî Kurd, bi awayekî fîzîkî ji hev dûr xistin. Li gel vê yekê bi parçekirina Kurdistanê Kurd di warê jiyana rojane, civakî, aborî û çandî de jî parçe bûn û herwiha ketin bin bandor û hegemonyaya jiyana rojane, nirx, bazar, çand û perwerdehîya wan dewlet û neteweyên dagirker. Ya herî girîng jî ev parçekirina Kurdistanê bû sedem, ku di nav Kurdan de bi awayekî binyadî (structural) ciyawazî peyda bibe û Kurd ji yekîtiya siyasî û hevgirtina çandî mehrûm bimînin. Jixwe baş tê zanîn ku ev jî li ber netewebûnê yek ji astengiyên herî girîng e. Belkî mirov karibe bibêje, parçekirina yekem a Kurdistanê, ku di 17ê Bulama 1639a de bi Peymane Qesr-î Şêrîn pêk hat, wek parçekirina duyem a Kurdistanê, ku da jî bi Peymana Lozanê ya 24ê Tîrmeha 1923ya pê hat, bandor li ser proseya neteweyî ya Kurd nekiribe. Ji ber ku hesab, armand û mahiyeta Peymana Qesr-î Şêrîn û ya Peymana Lozanê ne wekhev bûn. Lozanê peymaneke serdema netewe-dewletê modern bû û rasterast bi daxwaz û fıkra neteweperweriyê hatibû qebûlkirin. Ya ku îro li pêş netewebûn û dewletbûna Kurdan asteng e jî, ji aliyê sedem û encaman ve Peymana Lozanê ye.

Sînorên liser xaka Kurdistanê hatî xêzkirin, karî hesta yeknetew a Kurd lawaz bike?

 Xêzkirina sînoran, wek me got, beriya her tiştî Kurd ji hevdu dûr xistin û tecrîd kirin. Di encamê de jî ji xeynî Kurdên li ser sînoran, ku ew jî ji ber merivatî û xizimtiyê bû jî hevdu haydar bûn, haya Kurdan zêde ji hevdu çênebû. Her çi qas di warê siyasî de çúnûhatinek hebû jî, di warê çandî, edebî, hunerî, civakî, aborî û hinek mijarên de Kurd ji hevdu îzolekirî man, ji hevdu haydar hebûn. Hêj jî melúmat û zanebûna Kurdên parçeyekî di derbarê Kurdên parçeyên din qels û kêm in. Em tenê çend nav û berhemên sembolîk ên li parçeyên din dizanin. Em wek Bakurî ji Rojhilatê Kurdistanê tenê çend navên wek Qazî, Simko, Dr. Qasimlo, Hejar û Hêmîn û çend navên din dizanin. Lê em kesên wek Kak Fuad, Ahmed Muftîzade, Nasir Subhanî wan nas nakin. Yanê xêzkirina sînoran bêguman hesta yekneteweyî ya Kurdan lawaz kir. Tenê ne hest, fikr û hişmendiya yeknetewebûnê jî lawaz kir. Jixwe yek ji armancên sereke yên xêzkirina van sînoran, ev bû. Lê di vir de, di warê hebûna sînorên li ser welatê Kurdistanê de, belkî em kanibin behsa vê meseleyê jî bikin. Hûn dizanin heta van salên dawiyê jî Kurd ji wan amûrên peywendîdanînê bêpar bûn, ku me li jorî behs kir, ev amûr wek “cimaeteke siyasî ya siyasî" ji bo neteweyê/netewebûnê pêwîst in. Ji ber ku amûrên ragihandin û peywendîdanînê di nav Kurdan ne pêşketî bûn. Kurdên her 4 parçeyên Kurstan piştî pêşketina torên medyayî û medyaya civakî ji rewşa hevdu agahdar bûn û ew sînorên ji bo parçekirina Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve hatine danîn, bê wate bûn. Mesela, bi awayekî sûbjektîf li gorî çavdêriya min herî zêde Kurdên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li wê tevger û sekna Osman Baydemîr a li Parlamentoya Tirkiyê, ku dilê xwe nîşan da û got “Kurdistan ev der e”,  xwedî derketin. Bêguman sedema sereke ya vê yekê jî bi hêsanî tê dîtin, ku torên medyayî yên civakî bûn. Helbet hêj jî pirsgirêkên peywendîdanînê hene di navbera Kurdan de. Hêj ji ber van sînoran ji aliyê hişmendiya yekbûn û homojenbûnê ya çandî, zimanî, edebî, civakî û gelek babetên din ve derûnî û fikreke neteweyî xurt nebûye. Lê ev bar jî dikeve ser milê desthilatdariya siyasî, sazî û kesayetiyên rewşenbîrî û bi taybetî jî medyayê.

Kiryarên li dijî Kurd/Kurdistanê hatî kirin, dikarin wekî hewla jenosaydê bên pênase kirin?

 Bêguman ne hemû bin jî, gelek kiryarên li dijî Kurdan û welatê Kurdistanê di çarçoveya jenosaydê de ne. Herî pêşiyê jî Enfal û Helebce, Geliyê Zîlan û Dêrsim tên bîra mirov. Ya rast ji aliyê hin kesan ve, ku ez jî wisa difikirim, keraseteke wek Enfal û Helebce ji jenosaydê jî xirabtir tê dîtin. Mesela Abdulxaliq Yaqûbî yek ji wan e. Ew ji bo binavkirina karesata Enfal û Helebceyê têgeha jenosaydê rast nabîne û dibêje, "ev têgeh ji bo aşkerekirina aliyên nepenî yên Enfalê ewqas jî ne têgeheke di cih de ye." Yaqûbî li şûna gotina jenosaydê têgeha "natiocide" (bi kurdî em dikarin bibêjin "netewekujî") pêşniyar dike û bi kar tîne. Ji ber ku ew dibêje, rejîma faşîst a Beasê tenê tunekirina Helebceyê û Helebceyiyan nekir armanc, di rastiyê de rejîmê dixwest tevahiya neteweya kurd tune bike û bikuje. Bi ya min Abdulxaliq Yaqûbî li ser vê fikra xwe mafdar e. Ji ber ku berpirsyar û rêveberê operasyonên kimyewî Elî Hesen El-Mecîd çi digot? Digot, divê li deşta Hewlêrê tenê xaniyekî Kurdan jî nemîne, tenê yên Ereban bimîne. Jixwe wek me got, armanca gelek karesatên wisa tunekirina neteweya Kurd bû, yanê"netewekujî"bû.
Projeyên herêmî û navneteweyî dijber proseya Netewî ya Kurd, di roja îroyîn de jî berdewam in?

Helbet berdewam in. Yanê çi herêmî çi jî navdewletî. Mînaka vê ya sereke jî helwesta dewletan a li dijî proseya referandûmê ya serxwebûna li Başûrê Kurdistanê bû. Him dewletên herêmê, di serî de jî Tirkiye û Îranê, him jî hêzên navdewletî yên wek Amerîkayê li dijî referandûmê derketin. Bi gotineke din li dijî mafê self-determînasyon ê neteweya Kurd derketin. Dîsa dagirkirina Efrînê jî wek vê mijara referandûmê ji projeyên herêmî û navdewletî yên proseya neteweyî ya Kurd bû. Li wir jî wek dewleteke herêmî Tirkiyeyê û wek hêzeke navdewletî jî Rûsyayê rola sereke girt ser xwe. Helbet armanca proje û polîtîkayên bi vî rengî ne tenê dijberiya netewebûna Kurdan e lê em dikarin bibêjin yek ji armancên sereke ev e. Ji ber ku bipêşketina fikra neteweyî ya Kurdan, midaxele û destwerdana nav Kurdan û welatê Kurdistanê dê dijwartir bibe.

Ji bo proseya Neteweyî ya Kurd – proseya de-facto ya başûrê Kurdistanê xwedî çi rol e?

Helbet hebûna de-facto ya Başûrê Kurdistanê xwediyê roleke erênî û girîng e. Ji ber ku ew statuya de-facto ji bo nasandin, geşandin, bipêşxistina nasname û fikra neteweyî ya Kurd xerentiyeke rewa ya neteweyî û navdewletî ye. Statu û rêveberiya îro ya Başûrê Kurdistanê wek netewe di warê qebûlkirina Kurdan de jî xwedî roleke girîng e. Ev jî hest û fikra netewebûnê di nav Kurdan de xurt dike. Îro bi taybetî di nav nifşê nû yê Kurdan de bi aqilekî rexneyî fikra netewebûn û neteweperweriyê xurt dibe. Bêguman wek statu hebûna Başûrê Kurdistanê û polîtîkayên wê yên baş -helbet polîtîkayên wê yên şaş jî hene- ji bo fikra netewebûn a Kurdan bi tena serê xwe dibe sedemeke girîng. De-facto be jî, di gelek waran de çêja hebûnê ya dewletekê dide Kurdan û Kurd bi hebûna rêveberiya Başûr dewletbûnê tecrube dikin. Mesela, Kurd bi xwedîderkatina li kesayetiyên wek Koçer Bîrkar, Kelîmulla Tewahudî û Mihemed Şêxo pêdivîya bi dewletbûnê baştir fêm dikin. Ev helbet him ji aliyê rasyonaliteyê ve him jî ji aliyê hestiyarî ve fikr û daxwaza neteweyî ya Kurdan geş dike. Beriya her tiştî dikare bi Kurdan bide hîskirin ku ew jî wek neteweyên xwedîdewlet in.

Pêkanîna Referendûma Serxwebûna Kurdistanê – di proseya Neteweyî ya Kurd de rolek çawa list?

Serxwebûna Kurdistanê, hema hema xewna Kurdan e û referandûm jî amûreke sereke ya pêkanîna vê xewnê bû. Ji aliyê her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li derveyî Kurdistanê ve bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Jixwe rêjeya dengdayînê ya referandûmê jî nîşana vê yekê bû. Ev li aliyekî. Îcar di warê prosesa neteweyî ya Kurd de divê em ji du aliyan ve li mijara referandûmê binêrin. Ya yekem, ji aliyê beriya referandûmê ve, ya duyem jî ji aliyê piştî referandûmê ve. Beriya referandûmê, bi taybetî ew pêvajoya ku kampanyaya referandûmê têda hat birêvebirin, di warê proseya neteweyî ya Kurd de roleke erênî û xurt bi cih anî. Hestiyariya neteweyî ya di nav Kurdan de gihîştibû ezmanan, Kurd rûken bûn, tahm û çêja neteweperweriyê jı her demê zêdetir dihat girtin. Û helbet bidestxistina ji sedî 93yê dengên erê yên ji bo serxwebûnê, ev hesta neteweyî hîn jî gur bû. Lê qewimînên piştî referandûmê, bi taybetî jî bi destpêkirina dagirkirin a Kerkûkê û navçeyên din ên li derveyî rêveberiya Başûrê Kurdistanê, ev hest berbi temirandinê çû. Hêvî û arezûyên Kurdan kêm bûn, xemsariyek li nav Kurdan belav bû. Û îro jî ya duyemîn, yanê bandora rewşa piştî referandûmê hêj jî berdewam dike. Lê ger hikûmeta nû ya Kurdistanê di warê neteweyî û navdewletî de polîtîkayên xwe hîn xurt bike, bawer dikim ev hestiyariya neteweyî dê dîsa gurr û beş bibe.

Tevgera siyasî – civakî ya Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê, bi nêzîkahiyek çawa dikare rolek ji bo pêşxistina proseya neteweyî ya Kurd bilîze?

Di dîrokê de di warê neteweyî û netewebûnê de her tim tevgerên siyasî û rewşenbîrî rola sereke lîstine. Yanê em gava li dîroka tevahiya cîhanê dinêrin, em dibînin ku ev yek di dîroka neteweya Fîn û Norwêciyan de jî wisa ye, di dîroka neteweya Bengalî û Azeriyan de jî wisa ye. Em vê yekê di proseya netewebûnê ya Tirk, Ereb û Farisan de jî bi awayekî şênber dibînin. Jixwe ji destpêkê ve di proseya netewebûnê ya Kurdan de jî heman tişt heye. Ya rast li cîhanê jî proseya neteweyî bi tevgerên siyasî û rewşenbîrî dest pê kir. Mînaka vê ya sereke jî Şoreşa Fransa ya sala 1789a ye, ku jê re Şoreşa Birjûva jî tê gotin. Yanê tevgerên siyasî û rewşenbîrî her tim rola pêşengtiyê hilgirtine ser milên xwe, daku rê nîşanê neteweyên xwe bidin. Nabe ji xelkê awam, apolîtîk û nezan were payîn, ku bibe pêşengê proseya neteweyî. Ji xelkekî wisa gazinc û lome jî nabe. Wek nimûne, kesên wek siyasetmedarên Îtalî Massîmo D'Azeglio piştî yekîtiya Îtalyayê digot, "Me Îtalya ava kir îcar rêz hatiye afirandina Îtalyayiyan". Yanê yên ku neteweyekê diafirîne û bi pêş dixe tevgerên siyasî û rewşenbîrî ne.

Li vir dixwazim balê bikişînim ser du tiştan. Ya yekemîn, bi nêrîna min pirsgirêka me Kurdan ew e, ku piraniya me şert û mercên her 4 parçeyên Kurdistanê wekhev dinirxîne û dixwazin tevgerên Kurdan ên li 4 parçeyên welêt di meseleyên neteweyî û navneteweyî de bi heman şêweyê tevbigerin. Lê rastî ne wisa ye. Yanê nabe em bi awayekî determînîst li meseleyan binêrin û ji tevgerên her 4 parçeyan heman nêzîkahiyê bipên. Ya duyemîn û girîngtirîn jî ew e, ku gava tevgerên Kurdan stratejiyên xwe diyar dikin, divê karibe qada neteweyî û navneteweyî ji hevdu cuda bikin. Wek mînak, Dr. Evdirrehman Qasimlo li gorî şert û mercên dema xwe behsa otonomîyê dikir. Ji ber ku bi Şoreşa Îslamî ya Îranê rewşeke nû peyda bûbû. Dr. Qasimlo jî xwest bi daxwazeke hîn "nerm" ji vê rewşê sûdê werbigire. Lê Dr. Qasimlo dev ji dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bernadabû. Yanê wek hinek siyasetmedarên îroyî yên Bakur nedigot, "dewlet tiştekî xirab e û sedema hemû xirabiyan e" an "me dewlet avêtiye ser sergo." Lê wî rastiya rewşa heyî didît û ew li gor wê yekê stratejîk tevdigeriya. Heta wî stratejî û taktîk ji hevdu cuda dikir. Dîsa Başûrê Kurdistanê jî ji sala 1992ya û vir ve xwediyê rêveberiya xwe ya federal e. Lê dîsa jî, encamên wê yên erênî û nerênî li aliyekî, referandûma serxwebûnê bi rêve bir. Yanê dev ji dewletbûnê bernedaye. Niha jî li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek heye. Ev deskeftiyek e ji bo Kurdan. Lê mesele ew e, ku divê ew daxwaz û pratîkên heyî li ber fikra netewetiyê û dewletbûnê nebe alternatîf û asteng. Ji bo her 4 parçeyan û tevgerên wan parçeyan jî derbasdar e ev yek.

Bi taybetî wekî xwediyê dezgehên neteweyî û rewşa xwe ya  de-facto, başûrê Kurdistanê di proseya neteweyî ya Kurd de divê projeyên çawa lidar bixe?

Divê pêşiyê meriv realîst be. Başûrê Kurdistanê îro her çi qas xwediyê statuyeke rewa be jî, di warê polîtîkayên derve de hêj jî wek netewe-dewleteke modern a kamil ne serbixwe ye. Loma em nikarin jê bipên ku wek dewleteke serbixwe tevbigere û li hemû Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê û li yên cîhanê xwedî derkevin. Wekî mînak, ger ez îro bixwazim bibim hemwelatiyê wir, ez dê li gor yasayên dewleta navendî ya Iraqê miameleyê bibînim, ne li gor statuya Başûrê Kurdistanê. Loma pêşiyê divê Kurd li gorî vê rastî û realîteyê li Başûrê Kurdistanê binêrin. Lê divê rêveberiya Başûr jî qet nebe, di polîtîkayên xwe yên civakî, aborî, perwerdehî, çandî, tenduristî û leşkerî de lawaz tevnegere. Di warê aborî de divê girîngiyê bide berhemanînê, divê karibin febrîqe û kargehan vekin. Divê Kurdistanê ji wê dîmena xwe ya ku wek "welatekî avahîsaziyê" tê dîtin, xilas bike. Di warê xebatên kompanya û xebatkaran de divê pêşiyê derfetê bide Kurdan. Divê Kurd jî bi hişmendiya neteweyî û bi fikra, ku bizanibin ew der welatê wan e, xizmetê bikin. Dîsa zeviyên Kurdistanê pir in. Divê ev zevî bi teşwîq û piştgiriya hikûmetê di çarçoveya rêbazên modern de werin ajotin. Erdnîgariya Başûrê Kurdistanê ji gelek qadên aborî re guncaw e. Dîsa divê di warê perwerdehî û xwendinê de jî nifşê nû yê Kurdistanê werin teşwîqkirin, divê her keç û xortên Kurdistanê karibe derfeta xwendinê peyda bike. Beriya her tiştî ev mafê wan e. Herwiha divê ew pirsgirêkên tenduristiyê jî tavilê werin çareserkirin. Ger em li gor standartên welatên pêşketî behsa dewletbûnê bikin, divê em karibin xizmeta perwerdehî û tenduristiyê bi awayekî bêpere pêşkeşî welatiyên xwe bikin. Ji ber ku ev mafê welatiyan e û şertekî dewletbûneke sosyal e. Herwiha di warê leşkerî de jî divê hêzên pêşmerge wek artêşeke neteweyî werin dîzaynkirin û ji bin hegemonyaya partî û rêxistinan werin derxistin û rasterast girêdayî hikûmetê be. Divê polîtîkayên şefaf werin meşandin û bi taybetî jî divê burokrasiya Kurdistanê karibe karûbarên welatiyên Kurdistanê tavilê çareser bikin. Yanê di van hemû waran de ger Kurdistan bibe dewlet jî, dê ne dewleteke serkeftî û sosyal be. Divê em vê rastiyê qebûl bikin.