Bê çareseriya Pirsa Kurd Tirkiye nikare ne demokrasî ne jî rehetiyek aborî bîn e

Sertaç BUCAK – Serokê Giştî yê PDK- Bakur

Tirkiye diçe hilbijartinek pêşwext a hestiyar. Hilbijartinên Tirkiye bi awayek yekrast bandora xwe li rastiya bakurê Kurdistanê dikin. Ji aliyê xwe ve, hest û helwêsta dengdêrên Kurd bandorek berfereh li hilbijartinên Tirkiye dike, ligor gelek zanyar û pîsporan reng dide encamên hilbijartinên Tirkiye.

Di vê çarçoveyê de Kurdistan24 dosyeyek – helwêsta Partiyên Kurdistanî  - di hilbijartinê Tirkiyê de û Bandora Kurd di hilbijartinan de amade kir.

Bersîvên Sertaç BUCAK – Serokê Giştî yê PDK- Bakur

Hilbijartinên pêşwext ên Tirkiye, dikarin bandorek erênî li gengeşekirina rastiya Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bikin?

Ev girêdayî wê yekê ye, çi alî ji van hilbijartinên pêşwext bi serkeftin derbas dibe. AK Partî, ya ku di pirsa Kurd û mijara demokrasiyê de pêngavên girîng avêtin û ji desthilatên berî xwe siyasetek wêrektir birêve bir, niha berê xwe bi awayek ciddî guheriye.

Di navbeyna dengderê Kurd û AK Partî de, bi taybetî girêdayî sekna neyênî ya desthilata Tirk beramberî Referendûma Serxwebûna Kurdistanê ya herêma Kurdistanê, helwêsta sivikatî ya hemberê gelê Kurd û nirxên ku afirandî, şkestinek berçav di navbeyna Kurdan û AK Partî de peyda kir. Di encama van pêngavan de, sekna tund a nîjadî, û hevkariya ligel MHP û BBP ku, hemberê gelê Kurd xwedî siyasetek nîjadperest dajon, dinav “Hevpeymaniya Cumhur” de, dê ji alî dengderê Kurd ve nebe cîhê pejirandinê.

Jiber van egerên jorîn, ji bo ku carek din em nebin armancên van siyasetên êrîşbar, em bawer in ku,di van hilbijartinan de, em wekî xwe, ango Kurdên ku berjewendiyên hevbeş ên Kurd diparêzin derkevin pêş, bi vî awayî em dikarin zêdetir xizmeta Milletê xwe bikin.
Dengên Kurdan – di hilbijartinan de xwedî rolek çawa ye?

Ger hêzên Kurd û Kurdistanî bi hevkariyê, di çarçoveya parastina nirxên neteweyî de bikevin hilbijartinan de û di bin ronahiya daxwazên hevbeş de derbikevin pêş dengderê Kurd bawer im, dê serkeftinek berçav bidest bîn e. Di encama vê de, dengderê Kurd dikare bibe  xwedî rolek diyar de. Ev serkeftin, ger bi  bi birêvebirina siyasetek demokratîk û xebatên aştiyane bê xwedîkirin, dikare alîkariyek gelek erênî ji bo çareseriya Pirsa Kurd û demokrasiyê re peyda bike. Li Tirkiye her siyasetmedar, berî ku tiliyên xwe hemberî Kurdan bihejîne û dev bavêje nirxên me li her perçeyekê, dê mecbur be biponije.

Tevgera Kurd – rola dengê Kurd di hilbijartinên pêşwext çawa dikare bîne rojevê û derfetê jê bidest bixe?

Divê, liser vê babetê em bi hûrgilî rawestin. Kurd di van hilbijartinan de, ya rasttir jî di siyasetê de ji bo çareseriya Pirsa Kurd, ku bûye birînek mezin, bi bikaranîna rêbazên demokratîk û aştiyane li saheyê ne. Em nêzîkahiya tevayiya partiyên Tirk – siyaset û helwêsta wan jî nasdikin. Girêdayî pêgeha Kurd, gotina tu aliyek ji wan nîn e. Îro her yek ji wan – çi vekirî, çi girtî, çi kêm, çi zêde dinav dijberiyek Kurd de ne. Ji ber vê yekê, siyaseta Kurd divê seknek zelal a bibiryar û hevbeş nîşan bide. Em ne ji bo ku, bi hin an re berberiyê bikin, ji bo pirsa me bi rêbazên aştiyane û demokratîk bikeve rêya çareseriyê de, hene. Şiddet û tade bi xwe nîşana bê çaretiyê ye.Kî be – Partiya desthilat jî dinav de, yên nû bên hilbijartin jî, kî bibe bila bibe, bê çareseriya Pirsa Kurd nikare li Tirkiye ne demokrasî ne jî rehetiyek aborî bîn e. Kurd di siyasetê de, kilîda ku dikare deriyan veke de ne.Ger em bikaribin vê rastiyê di berjewendiya gelê xwe de bikar bînin, gelê me jî, demokrasî jî dê xwedî encamek erênî bin.
Ligor baweriya we – aliyê Kurd di van hilbijartinan de, dive xwedî helwêstek çawa (nêzîkahiya blok, hevpeyman, hevkariyan) be?

Raya Giştî dizan e, Em (Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur), PAK, PSK û Hereketa Azadî ji Tîrmeh a 2015an ve bi hevûdu re dinav xebat û seknek hevbeş de ne. Di demên cuda de, hin Partiyên din ên Kurd jî ketin nav xebatên me yên hevkar de (wekî OSP). Ji bo karên ji hilbijartinan re jî (me xwe ligor Mijdar a 2019an amade dikir, bi taybetî jî, ji hilbijartinên herêmî re) hevalên PDK-T û paşî HAK-PAR jî beşdarî kirin. Di civîna me ya 30ê Nîsanê de, em dê çarçoveya siyasî û protokola xwe imze bikin. Piştî wê, wekî Bloka Kurdistanî em dê daxûyaniya xwe ya hevpar rabighînin raya giştî. Kî alî piştgiriyê bide vê protokola hevpar, em dikarin hevdîtin û hevxebatê lidar bixin. Armanca me: di hilbijartinan de hevkariya Kurd derxin pêş e.

Damezrandina bloka Kurdistanî , dikare rolek bandorî di hilbijartinan de hebe?

Ger Kurd biser hemû cudahiyan, bixwazin vê rewşa heyî biguherînin, divê hevkariyê pêkbînin. Ger ev yek rû bide, li Kurdistanê li metropolan dengderê Kurd dê xwe nêzîkî hevkariyê xwe bike. Gelê me ji dîtin û sekna tekanê, ji cudahiya dinav Kurdan de westiya ye. Guherînê dixwaze.

Gava Kurd, hevkar ketin hilbijartinan de, di siyasetê de, di desthilatê de dê bibin xwedî gotina giran, xwedî pozisyona bibandor.
Desthilat û Opozisyona Tirkiye di zanyariya giringiya dengê Kurd de ne?

Bêguman di wê zanyariyê de ne. Gava siyaseta Kurd bê hesabên biçûk, hevkariya xwe ava bike, dengderê Kurd dê piştgiriyê bide xwe, yê wekî xwe. Ez weha difikirim. Bloka Kurd a bihêz û hevpar, piştî hilbijartinan jî amade be,  ligel wan aliyên ku dixwazin di çareseriya pirsa me de gav bavêjin, biaxife.