Ewên li dijî referandûm in, ecindeyên xelkekî din cibicî dikin

Necmedîn Kerîm:

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê ragihand, Ala Kurdistanê dema li Kerkûkê hatiye bilindkirin, bi saya şehîd, birîndar û qurbaniyan hatiye bilindkirin, niha bi saya Pêşmergeyên qehreman yên li bereyên şer in hatiye parastin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di bernameya “Basî Roj” a K4ê de ragihand, “Ala Kurdistanê li Kerkûkê qet nayê daxistin. Ala Kurdistanê dema li Kerkûkê hatiye bilindkirin, bi xêre şehîd, birîndar û qurbaniyan hatiye bilindkirin, niha bi xêra Pêşmergeyên qehreman yên li bereyên şer in hatiye parastin.

Herwiha got: “Di destûra Iraqê de ti amajeyek nehatiye kirin, ku nabe ala Kurdistanê nabe bê bilindkirin. Li gor qanûneke parlementoya Iraqê de hatiye ku nabe ti alek ji ya Iraqê bilindtir be, ne ku neyê bilindkirin. Ev jî bixwe qanûneke siyasî ye, ji aliyekî din ve çi pêwendiya dadgeheke îdarî bi pirseke siyasî re heye, pêwîst bû di destûrê de amaje pê bihata kirin. Ji ber wê ala Kurdistanê her bilind dimîne.”   

Necmedîn Kerîm ragihand jî, “Piştî rûxandina rêjîma Beis, tiştekî nû li Kerkûkê nebû, ewê di salên heftî yên sedsala borî li Kerkûkê hebû jî têk çû. Ji bo taxên Kurdî jî nedihêştin xaniyên wan bê çak û nûkirin. Herçend e hikûmeta Iraqê behsa Kerkûkê dikin û ji bo Kerkûkê êrîşî ser Kurdistanê kirin. Em razî nebûn ji siyaseta hikmetê.”

Got jî: “Ew ji dil dizanin ku rojekê ji rojan Kerkûk bi ser Iraqê ve namîne, ji ber wê ti girîngiyê di warê xizmetguzarî û hevkarîkirinê de nadin Kerkûkê,”

Di beşeke din de, Parêzgarê Kerkûkê got: “Hin kesên li dijî referandûmê diaxivin, diyar e ecindeyên xelkekî din tê de ye, lê bi giştî xelk dengê “Na” nade. Ewên dibêjin azadî li Kurdistanê nîne, heger azadî tune ba, çawa dikarin bangêşa li dijî referandûmê bikin.”

Got jî: “Girîng e hevrûkirina Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bi bajarên wek Besra, Ncef û Kerbela neyê kirin, ji ber ku gelekî cuda ye, Ji sedî 85 ji koçberan berên cwe dan Herêma Kurdistanê û tenê ji sedî 15 berve cihên Ereban çûn, ew jî ne Erebên Sune bûn.”