"Bi fermanan mesele çareser nabin"

Selahattîn Demirtaş

Azad Altun / K24 - Enqere

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş bersiva pirsên rojnamegaran û Kurdistan 24ê yên li ser proseya çareseriyê û daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê û yasayên hevahengî yên Yekîtiya Ewropayê da.

K24 – Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bangek li partiyên opozîsyonê kir. Xwest ku partiyên opozîsyon di çêkirina yasayên hevahengî yên Yekîtiya Ewropayê de piştevaniyê bide wan. Hun vê yekê çawa dinirxînin?

Wekî partiyeke opozîsyonê haya me ji vê yekê nin e. Em vê yekê ji çapemeniyê dibihîzin û guhdarî dikin. Divê werin koma me agahdar bikin. Pêşniyazan wan çiye? Yasa li ser çiye? Ev yasa dê bi xwe re çi bîne çi bibe? Heta ku em li vê yekê nenihêrin nakevin nava tiştekî. Serokwezîr bila nekeve hewleke ku partiyên opozîsyon bi fermanan birêve bibe. Heger dixwazin ku hevkariyekê bikin, divê bo hemû koman serdenekê saz bikin. Herwiha divê agahiyê bidin me. Hingê emê jî vê mijarê binirxînin.

K24 - Hun daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya li ser proseya çareseriyê ku doh kir çi difikirin?

Naxwe qebûl dike ku pêdivî bi proseyeke çareseriyê heye. Pêşî proses sar kir paşî jî ji binîve betal kir. Li gorî vê yekê ev daxuyaniyanî tê wê wateyê ku îtîraf dike ew ê vê meseleyê çareser neke. Li gorî ku dema ev mesele hatibû sarkirin evqas însan mirin dema ku ji binîve deste xwe ji vê meselyê vekişînin naxwe wê komkujî pêk werin. Ez bi vî awayî fêm dikim vê daxuyaniyê. Proseya çareseriyê ya demokratîk yek ji xala herî giring û bingehîn e ku pêdiviya gel pê heye. Proseya çareseriyê ji bo me ne daxwazeke keyfî ye, hewcedarî û pêdiviyeke bingehîn e. Bi wan re an ne bi wan re wê her car proseya çareseriyê di rojeva me de be. AKP bûye partiyeke şerxwaz. Hêvîdarin ku bedelên hîn mezintir beriya ku werin dayîn wê welatê me ji wan rizgar bibe.

K24 - Wezîrê Navxwe Ekan Ala diyar kir ku, li hinek bajarokên din wê biryara “Herêmên Ewlehiyê” bê ragihandin. Ev yek tê çi wateyê?

Tê wê wateyê ku wê dîsa gelek sivîl canê xwe ji dest bidin. Bajar werin wêrankirin. Ji PKKyîyan heta bi hêzên ewlekariyê wê dîsa mirov bimirin. Ji bilî vê ji wan nayê ku çareseriyeke din peyda bikin. Wekî Mogolan li pey xwe bajarên wêrankirî dihêlin, li vê yekê jî bi çavê serkeftinê dinihêrin. Her diçe şer dijwartir dibe. Yek ji nava hikûmetê, ji bo ku ditirsin newêrin qala aştiyê bikin. Nabêjin werin bi rêya axaftinê, em barîqatan jî xendekan jî rakin. Siyasetmedarên wêrek nemane. Hemûyan xwe sipartiye Qesrê. Lê ew jî dizanin ku bi vê helwestê meselê naçe serî. Hikumet wê bi deste xwe dawiyê li xwe bîne, hemû dek û dolabên hikûmetê wê lê vegerin. Li tû welatên cîhanê tû hikûmetan şerekî li ser neheqiyê ku bi rêya zordestiyê dide bi ser gelan de qezenç nekiriye û nake jî. Tu desthilatan bi rêya tanq û topan bombebarandin û hilweşandina bajêrên xwe, serkeftinek bi dest nexistiye. Ev jî bi dest naxin.

K24 - Li ser rakirina parêzbendiya parlementerên HDPê çi difikirin?

Em dixwazin ku xala Dadgeha Destûra Bingehîn ya bi vê mijarê re girêdayî biguherînin. Em dixwazin ku parêzbendiya hemû parlamenteran bi sînor bikin. Parêzbendiya li ser dizî, karû barên ne di rê de, tecawiz, tacîz, fesadiya di nava îxaleyan de jî divê bê rakirin. Mirovekî ku derbarê dizî û tecawizê de tê sucdarkirin çawa dikare bikeve bin parastina parêzbendiyê? Em ya wan jî rakin. Dema ku derkeve pêşberî dadgêr divê herkes wekî hev be. Dema ku destê xwe bidin parlementerekî HDPyî,  hingê ev yek tê wê wateyê ku deste xwe dane 59 parlamenterên HDP. Li bal me hemû wekî hev in.