Şopandinên zindî karê herî zehmet e li pêş bêjer

Dilşad Mela

K24- Hewlêr

Dilşad Mela xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, bi mebesta xwednina zanîngehê berê sala 2007an berê xwe daye Herêma Kurdistanê, li zanîngeha Silêmaniyê beşa ragehandinê temam kiriye.

K24- Çima te karê ragehandinê hilbijart?

Dilşad: Karê rojnamevanî hezeke li cem min, wî karî hêşt ku ji beriya 8 salan ez berê xwe bidim Herêma Kurdistanê, di baweriya min de karê medyayê girîngtirîn alava çêkirina bandorê û bibazarkirina hizir û nêrînan e, tevî derxistin û veguhestina rastiyan, bêguman divê ew prose bi rastgoyî were encamdan.

K24- Tu gehiştiye xwesteka xwe li Kurdistan24, yan hêj hêviya te pêk nehatiye?

Dilşad: Xewnên her mdeyakarekî hene, bêguman ez nikarim bêjim min hemû xewnên xwe pêk anîne, Kurdistan24 baştirîn teknîk û baştirîn pisporên perdwerdekirinê anîn, heta niha jî kar li ser wê yekê dike ku gaveke din li ser asta nexşeya medyayî ya Kurdistanê biavêje, dê di wê armancê de jî serkeve.

K24- Xelkê Kurdistanê çaverêyî K24 ne, gelo dê di asta hêviyan wan de be?

Dilşad: Wek min amaje pê kir, dema biryara damezrandina kenalê hat dayîn, biryar ew bû ku, qonaxeke din ji karê ragehanidnê dest pê bike, ji aliyê naverokê ve, ji ber bitenê wê demê ti dikarî karekî curî biafrînê. Di karê xwe yê rojane de em gelek girîngiyê didin naverok û wêneyan û ev yek bingeha kar e li K24ê û bingeha serkeftinê ye.

K24- Li ser ekranê tu gelek ciddî diyar dibî?

Dilşad: Dibe ji ber ku ez kar bi ciddî werdigrim, wate gotina ku ez dibêjim yan jî pirsa ez dikim giraniya wê li cem kesê temaşevan û guhdar dizanim. Gelek caran jî nûçeyên siyasî sedem in ku ti ligel ciddî be. Ez nikarim ligel nûçeya şer û kuştinê bikenim. Ev kesayetiya min e, jiyana min li derveyî dezgehê jî her wiha ye.

K24- Ezmûna Kurdistan24 te hînî çi kiriye?

Dilşad: Ez hînî sedemên kar û taybetmendiya karê televîzyonî bi awayekî zelaltir kirime, her tişt nabe nûçe û her nûçeyek jî nabe nûçeya televîzyonê, karê hevbeş jî bingeh serxistina babeta rojnamegerî ye. Bêguman karîn û ezmûna kesî jî rola wê ye taybet heye.

K24- Ti û hevjîna xwe li du televîzyonên cuda kar dikin, hizra wê yekê heye ku hûn li yek cihî kar bikin?

Dilşad: Belê, gelek destpêşxerî jî hebûn, lê heta niha cih û karê me herduyan bi dilê me ye,

K24- Hevjîna te peyamnêr e, di dema karê wê de li hin navçe, dilê te bitirs bûye li ser?

Dilşad: Gelek caran, di dema şopandina bûyerên Kobanê de li sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa tundrewan de li ser Mexmûrê.. herdem jî baweriya min bi wê gotinê heye ku dibêje “ti babeteke rojnamegerî ji jiyana rojnamevan ne girîngtir e.”

K24- Taybetmendiyeke dengê te heye, gelo destkird e yan jî ji xwe wiha ye?

Dilşad: Ji zarokatiya xwe ve min lasaya dengên bêjerên mîna kenala al-Jazeera dikir, tevî hin hunermendên Kurd, dibe ev yek rola wê di drustbûna vî dengê niha de hebe.

Gelek caran hevalên min dibêjin, dengekî te yê taybet heye, ez dibêjim ya girîng li cem min kar e ji ber ew berhem e, lê deng xwezayî ye. Lê mamostayê deng li Kurdistan24, kak Saman Elî wiha dibêje: “Divê rola kes di çêkirina deng de hebe.”

K24- Çi nûçeyekê bandor li ser te kiriye heta ku te kontrola xwe ji dest dabe?

Dilşad: Nûçeyeke penaberan. Dema berif dibarî bi ser çadirekê de û her diçû berifê bare li ser çadirê girantir dikir û malbata ji dê û bav û 4 zarokan pêk dihat, di bin de bûn, wê dîmenê bandoreke mezin li ser min kir.

K24- Karê çi bêjerekî cîhanî cihê balkêşiyê ye li cem te?

Dilşad: Medyakarê baş ew kesê ku pirsên baş dike, karê herî dijwar bo bêjer, şopandinên zindî ye, ji ber vê yekê divê herdem amade be û zanyariyên wî yên giştî û hûr hebin.

Gelek rojnamevanên xwedan karîn û şiyan hene, mîna David Forst ê Brîtanî, ku du salan berê koça dawiyê kiriye, take pêşkeşkar bû ku hevdîtinên ligel 7 serokê Amerîkayê kiriye. Herwiha rojanmevan Ferîd Zerkeriye yê Amerîkî û Muhened Xetîb ê Libnanî ku niha li televîzyona SkyNews kar dike.