Xelkên Qamişlo bêtirs nimêjên xwe li mizgeftan dikin

Di meha Remezanê de, nimêja terawîha yek ji dab û nerîtên herî balkêşe li cem misilmanan. Ji ber rewşa ewlehî di salên borî de çûnûhatina mizgehtan hindekî lawaz bû, lê Bi saya aramiya li bajarê Qamişlo, xelkên deverê bêtirs û astengiyan nimêjên xwe li mizgeftan dikin û bi taybetî yên terawîh û nimêja sibehê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/26e31352-8094-4710-bda2-f9bf70bb751f/terawih-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo
Di meha Remezanê de, nimêja terawîha yek ji dab û nerîtên herî balkêşe li cem misilmanan. Ji ber rewşa ewlehî di salên borî de çûnûhatina mizgehtan hindekî lawaz bû, lê Bi saya aramiya li bajarê Qamişlo, xelkên deverê bêtirs û astengiyan nimêjên xwe li mizgeftan dikin û bi taybetî yên terawîh û nimêja sibehê.

Melayê mizgefta Xezalî Mele Îbrahîm ji K24ê re axivî û got: “Spas ji xwedê re, hatina mizgeftê baş e. Ji hemû deverên Sûriyê li vir hene. Ji Dêrazorê, Helebê, Himsê û Şamê û ji pêkhateyên Ereb û Kurd li mizgefta me ya Xezalî hene. Çûnûhatin ji herdu salên borî bêtir e û nimêja sibehê jî tê kirin bê tirs.”

Penaberên ji pêkhateya Ereb ku ji bajarên Sûriyê mîna Şam, heleb û Dêrazorê ji ber şer û pevçûnan reviyane û li Qamişlo cih girtine, kêfxweşî û razîbûna xwe diyar dikin û di vê meha Remezanê de, mizgeftan weke malan ji xwe re digrin.

Welatiyê ji Dêrezorê Nûr Hac Himêdî jî dibêje: “Em têne mizgeftê. Li vir kehrebe û ewlehî heye. Em li vir dimînin ta muxribêû carnan em li mizgeftê di fitirin. Xelkên vê deverê pir merd in û qedrê me digrin, hemû xwestekên me jî bicî tînin.”

Li gorî hin welatiyan, tevlî pêla koçberiyê û metirsiya ku hin teqîn rû ji aliyê girûpên tundrê ve bidin, rêjeya Misilmanan li mizgeftên deverê di asta normal de ye û sedema vê yekê ew e, ku deverên Kurdî hindekî di aramiyekê de derbas dibin, li gel rêzgirtina vê meha pîroz ji aliyê xelkên deverê ve.