Xerabeyên Anî banga xwedilêderketinê li mirovahiyê dike

Li Bakurê Kurdistanê di bajarê Qersê de berhemên bêhempa û dîrokî ku bi navê Xerabeyên Anî tên nasîn bi hezaran salan e ku li ser pîya ne. Lê niha ev berhemên ku ketina lîsteya Mîrata Çandî ya Unesco ya cîhanê ji ber teqînên di kanzayeke kevir de bi hilweşînê re rûbirû ne.

 

K24 – Qers

Li Bakurê Kurdistanê di bajarê Qersê de berhemên bêhempa û dîrokî ku bi navê Xerabeyên Anî tên nasîn bi hezaran salan e ku li ser pîya ne. Lê niha ev berhemên ku ketina lîsteya Mîrata Çandî ya Unesco ya cîhanê ji ber teqînên di kanzayeke kevir de bi hilweşînê re rûbirû ne.

Ev der berê bajareke mezin û biheybet bû û navê wê jî Anî bû. Niha jî li vî bajarî tenê avahiyên xerabe mane ku navê wê jî êdî Xerabeyên Anî ye. Dîroka hinek avahiyên di vî bajarî de heta beriya zayînê 3 hezar salan jî diçe.

Bajarê Anî  heta niha ji desthilatdariya 24 şaristaniyan derbas bûye û yekem Perestgeha Zerdûştiyan a Anatolyayê jî li vir hatiye avakirin. Bajarê Anî di dîrokê de wek navendeke aborî, çandî û siyasî jî hatiye nasîn. Sedema vê yekê jî ew e ku li ser Rêya Hevrişmê ya dîrokî hatiye avakirin û di navbera Kafkas û Anatolyayê de wek deriyekî rol leyîstiye.

Pisporê Dîroka Anî Lêkolîner Gokhan Aydin Dibêje ku Anî, mirovan di dîrokê de derdixe geşteke bêhempa. Lêkolîner Gokhan Aydin ji K24ê re jî wiha got: "Ev berhemên dîrokî, ne tenê ji aliyê şaristaniyekê ve hatine avakirin; ev der bajarek bû, keda hemû şaristaniyên ku li vê derê bûne desthilatdar, di vî bajarî de heye. Mirovên tên ku vê derê bibînin herî zêde ji nexşên zindî yên dîrokî hez dikin."

Xerabeyên Anî ji aliyê geştyaran ve jî rastî eleqeyeke baş tê. Beşek ji geştyaran cara yekeme ku van berhemên dîrokî dibînin û beşek jî ji geşta vî bajarê qedîm têr nabin û çi dema derfet bibînin berê xwe didin Xerabeyên Anî.

Geştyar Ahmet Gunduz dibêje: "Min nav û dengê Xerabeyên Anî gelek bihîstibû. Bi dîtina vê derê ez gelek kêyfxweş bûm. Lê min dît ku Xirabeyên Aniyê bêxwedî mane, vê yeke jî bala min kêşand."

Geştyar Abdûkerîm Demîr got: "Ez ji Îdirê hatim vê derê, devereke pirr xweş e, ez ji geşta vê derê keyfxweş dibim."

Dêr, mizgeft, kargeh , perestgeh; gelek rengên dîroka mirovahiyê dî vî bajarî de gihîştine hev. Lê niha ev rengên mirovahiyê banga xwedîlêderketinê dikin.  Xerabeyên Anî wekî gelek berhemên dîrokî ji ber berjewendiya bazirganiyê di bin xetereya hilweşînê de ye û Pisporê Dîroka Anî Lêkolîner Gokhan Aydin vê yekê wek bêxemiya li hember dîrokê dibîne.

Pisporê Dîroka Anî, Lêkolîner Gokhan Aydin herwiha got: "Xerabeyên Anî, li ser sînorê Ermenîstan û Tirkiyeyê ye. Li aliyê sînorê Ermenîstanê kanzaya derxistina kevir heye û li vê kanzayê gelek caran ji bo derxistina keviran teqemenî tên teqandin. Ev teqîn bandoreke neyînî li van berhemên bêhempa dike. Em bang li UNESCO'yê dikin ku pêşî li vê yekê bigre."

Xerabeyên Anî di Tîrmeha 2016'ê de ji aliyê UNESCO ve wek Mîrata Çandî ya Cîhanê hatibû  qebûlkirin. Niha jî Xerabeyên Anî ku bûye mîrata mirovahiyê li benda mirovahiyê ye ku lê xwedî were derketin û ji aliyê nifşên pêşerojê ve jî were dîtin.