Efxanistan şerr, kultur, nexwşî yên revanî û civak
K24- Hewlêr
Şareza dibêjin piranî ya danîşvan ên Efxanistanê bi eger a şerr û tundûtîjîyê ve, ji dest nexweşî û alozî yên revanî dinalînin.
Bi dehan sale şerr û kuştar li wî welatî heye. Bi hezaran xelk ên Efxanistanê ji nav çûne. Bi awayekê kêm malbat û xêzan hene kesek bi eger a şerr nahatibe kuştin .
Bi eger a kiltur û tîtalan ve hijmarek a kêm ji xelkê bo çareserîyê serdan a pizîşk ên revanî dikin, çunku şerim dikin bibêjin ku wan nexweşî ya revanîû hene.