Xelatên Rojnamegeriyê Şehîdên Medya û Musa Anter hatin belavkirin

Xelatên Rojnamegeriyê Şehîdên Medya û Musa Anter ya 26. ji ber ku di sala 2017an de li Diyarbekir hate qedexekirin, îsal li Stenbolê çû serî. Di merasîma xelatdayînê de li ser têkoşîna rojnamegerên Kurd û Apê Musa axaftin hatin kirin. Herwiha xelatên bo beşa nûçeyên Tirkî, Kurdî û wêneyan de jî hatin belavkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Xelatên Rojnamegeriyê Şehîdên Medya û Musa Anter ya 26. ji ber ku di sala 2017an de li Diyarbekir hate qedexekirin, îsal li Stenbolê çû serî. Di merasîma xelatdayînê de li ser têkoşîna rojnamegerên Kurd û Apê Musa axaftin hatin kirin. Herwiha xelatên bo beşa nûçeyên Tirkî, Kurdî û wêneyan de jî hatin belavkirin.

Xelatên Rojnamegeriyê Şehîdên Medya û Musa Anter ya 26. bi rêya merasîmekê li Jûreya Telersazên TMMOBa Stenbolê hatin belavkirin. Di merasîma xelatan de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, parlamenterên HDPê, Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrıkulu, Dayikên Şemiyê, dayika rojnamegerê Şehîd Cengîz Altun Turkiye Altun, Komeleya Mafên Mirovan û gelek dam û dezgêh û platformên rojnameger û jinan beşdarî tê de kirin. Piştî rêzgirtina deqîqeyekê ji bo şehîdên çapemeniya azad, Xwediyê Rojameya Yenî Yaşam û Parlamenterê HDPê Ridvan Turan û Nivîskar Huseyîn Aykol axaftinek kirin.

Xwediyê rojnameya Yenî Yaşamê Ridvan Turan di merasîmê de got: "Em ji bo hemû rastiyan hene, ji bo em li cem rastiyan in hîna jî berdêlên mezin didin. Têkoşîna rojnamegerên azad ji niha ve xwe bi tîpên zêrîn li dîroka dinyayê nivîsandiye."

Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Aykol jî got: "Gelê Kurd di van 30-40 salên dawîn de rê li ber peşketinên sed salan vekir. Em gelekî pê dilgeş in ku berdewama rêberekî wek Apê Musa ne. Çi hatibe serê Apê Musa, hatiye serê hemû hevalên me yên din jî."

Piştî axaftinan merasîma xelatdayînê destpêkir. Di beşa nûçeyên Tirkî de ji Gazete Karinca Bekîr Avci bi nûçeya xwe ya "Çanak Anten'den Wirelessê" ku li bajarên Kurdan behsa guherîna pratîka çêkirina nÛçeyan dike xelata yekemîn ji destê kûrê Apê Musa Dîcle Anter wergirt. Xelata Taybet ya Juriyê jî ji Arti Gerçekê Rifat Dogan li ser navê belavkarê rojnameyan ku hatine qetilkirin wergirt. Di beşa nûçeyên Kurdî de jî Zeynel Bulut ji e-rojnameyê bi nûçeya xwe ya "Li ser şopa dîrokê" xelata taybet ya jûriyê wergirt. Di merasîmê de Diya rojnamegerê şehîd Cengîz Altun Turkiye Altun jî axaftinek kir.

Diya Rojnamegerê şehîd Cengîz Altun Turkiye Altun got: "Ew qeteciyên ku tev çûne ew jî weke wî li gorî xwe ku ji wî bêhtir nekirine jê kêmtir jî nekirine. Heta em hene wê wiha xweş bî. Ev keda wan gencên me ye, ya wan rojnamegerên me ye, yê Apê Musa ye û yê herkesî ye. Yê temamê xortê Kurdistanê hêja ye."

Di beşa wênekêşiyê de jî ji Rojnameya Fersûndê Hayrî Tunç û ji rojnameya Cumhuriyetê Vedat Arik bi wan wêneyên xwe yên ku di êrîşa dayikên şemiyê de kişandine xelat wergirtin. Herî dawîn jî Xelatê Rûmetê ya Juriya pêşbaziyê bo dayikên Şemiyê hate dayîn. Li ser navê Dayikên Şemiyê hanim Tosun xelat wergirt û diyar kir me çavê xwe bi apê Musa li dinayê vekir. Em ê tû carî şehîdên xwe yên çapemeniyê ji bîr nekin.