Rûsya ji bo geştyariyê, Tirkiye pêşniyar nake

Herweha Buroya sereke ya geştyariyê ya Rûsyayê ATOR cîh neda Tirkiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya Rûsyayê, ji bo xebatkarên xwe pêşniyara welatên ku geştyariya xwe baş dikarin darbasbikin, belavkir. Ji lîsteya welatan nave Tirkiye hate derxstin Vê yekê dilgiraniyek li Tirkiye peyda kir.

Herweha Buroya sereke ya geştyariyê ya Rûsyayê ATOR cîh neda Tirkiye. Di nav welatên tên pêşniyar kirin de, navên welatên wekî: Viyetnam, Çîn, Kuba, Ermenistan, Azerbaycan, Kirgizistan, Kazakistan, Tacikistan hene.