Bi çêkirina alavên kevnar, dîroka Amûde dide nasîn

Bajarê Amûdê wekî bajarekî pîşesazî tê naskirin, Yasir Mihemed jî welatiyekî ji gundewarên bajêre û behreya wî di çêkirina alavên kevnar de heye û piştî 20 salan dê pêşingehekê ji berhemên xwere li dar bixe.
kurdistan24.net

 

K24 – Amûde

Bajarê Amûdê wekî bajarekî pîşesazî tê naskirin, Yasir Mihemed jî welatiyekî ji gundewarên bajêre û behreya wî di çêkirina alavên kevnar de heye û piştî 20 salan dê pêşingehekê ji berhemên xwere li dar bixe.

Yasir Mihemed ji gundewarên bajarê Amûdê , piştî leşkeriya Sûriyê bi dawî kir, dest bi çêkirina alavên folklorî û kevnar dike û wan mîna Entîkeyan difroşe yanjî wek diyariyan dide xelkê deverê.

Yasir alavên pêwist ji dukanên çaksaziyê û hin deverên taybet peyda dike û piraniya berhemên wî tiştên kevnar yên demên bav û kalan ku dixwaze nifşên nûhatî di riya van Entîkeyan re hinekî dîroka deverê nasbikin.

Piştî nêzî 20 salan ji çêkirina alavên curbecur,yek ji xewnên Yasir ku pêşingehekê ji berhemên xwere li dar bixe û Entîkeyên çêkirî ji keda çend salan ji xelkên deverê re nemayiş bike. Wekî ew dibêje, xuya ye xewna wî dê bicî bibe, çimkî bi niyaz e di meha adarê de pêşingeha xwe ya yekemîn li bajarê Amûdê pêşkêşî xelkên deverê bike.