Jinên bi xeml û xêz pedal badan

çalakiyekî bi navê "Bajarên bê Otomobîl" le.
kurdistan24.net

K24-Navendê Nûçeyan

Li Tirkiyê da ku balê bikêşin ser sirûşteke paqij û beşdarbuna jinan li jiyanê zêdetir bikin "tura baysiklêtê ya jinên bi xeml û xêz" hat li darxistin.  Bi hezaran jin û keçên can yên xwe bi xeml û xêz kirîn li ser riyan pedal badan. Çalakî li 28 bajaran dîmenên rengîn derxiste holê.

Di çarçoveya Hefteya Ewropaya bi Livûlebat de, çalakiyeke bi navê "Bajarên bê Otomobîl tê li darxistin. Bi vê çalakiyêre pêwendîdar di gel 28 bajaran, li çend bajarên Tirkiyê yên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîr jî, çalakiyeke bi navê "tur a baysiklêtê ya jinên bi xeml û xêz" hat lidarxistin. 

Bi hezaran jin û keç bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi baysiklêtên xwe yên xemilandî li ser riyan pedal badan.

Organîzatora çalakiyê Sema Gûr da zanîn ku,  ew bi vê çalakiyê dixwazin ji bo jiyaneke tendirûstir sûd a bikaranîna baysiklêtê bi mirovan bidin zanîn û beşdar buna jinan li jiyanê zêdetir bikin.

Organîzatora "Tura Baysiklêtê ya Jinên bi xeml û xêz" Sema Gûr:

"Em êdî nikarin ji ber otomobîlan li bajaran bijîn û ev rewş her diçe xerabtir dibe. Baysiklêt hem ji bo veguhestinê amûra herî paqije hem jî ji bo jiyaneke tendirûst gelekî guncan e. Herwiha em dixwazin bi saya vê çalakiyê jinên ku di malan de heps buyîn ji malan derxin û pêwendiyên wan li gel jiyanê xurttir bikin."

Jinên ku beşdarî çalakiyê buyîn jî destnîşankirin ku ew vê çalakiyê wekî bertekekê li hember hemû zext û zordariyên li jinan tê kirin dibînin. 

"Ez gelekî dilşadim ku niha li virim. Ev organîzasyon hem ji bo parastina sirûştê hem jî ji bo azadiya jinan gelekî hêja û girînge."

"Ev cara yekemîne ku ez beşdar dibim. Gelekî xweşe. Em dixwazin li vir jinan temsîl bikin. Lê mixabin me ji bîrkir em şortên xwe li xwe bikin."

"Em dixwazin li ser riyan bêtir jinên baysiklêtan bikartînin hebin. Em dixwazin balê bikêşin ser vê mijarê."

Jinên ku beşdarî çalakiyê bûyîn di çalakiyê de bi dîmenên rengîn derdor xemilandin û herwiha carna jî stran gotin û dans kirin.