Giştî Xema malbatên teqîna Dîlokê berdewam e

 

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Şahînbeya Dîloka Bakûrê Kurdistanê, di şeva 20’ê Tebaxa 2016’an de xwekujekî Daîşî, di nav dîlana Kurdan de bombeya li ser xwe teqandibû. Di encama teqînê de 59 kesan canê xwe ji dest dabûn û 90 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber wê bîranîna dilsoj, gelek ji wan malbatan malên xwe ji cihê derdora teqînê bar kirin. Ew malbat niha jî di nav şîn û girînê de jiyana xwe berdewam dikin.

Hêstirên çavên Zumeyra Ozcanê ji bo qîza wê Nêrgiza 13 salî dibarin.  Nêrgiz jî wekî hevalên xwe di nav şahiya dîlanê de bû qurbanî. Zumeyra Xanim li ser dengê teqînê, bi qêrîn û hawaran dibeze cihê bûyerê û qîza xwe li erde, di nav xwînê de dibîne.

Dayîka Nêrgiza qurbanî ya 13 salî Zumeyra Ozcan  ji K24ê re li ser wê bûyerê wiha axivî:  “Min xwe avêt ser, min got dibe ku keça min sax be, ez ê wê bibin nexweşxaneyê. Lê min dît ku keça min miriye. Min keça xwe ji pîjemayê wê nas kir, rûyê wê nedihat naskirin. Em dixwazin ji vê taxê koç bikin da ku piçek be jî em rehet bibin. Em derdikevin derve, her kes behsa qurbaniyên xwe dike û em zêdetir xemgîn dibin.”

Ev jî wêneyê Evdilhelîmê 16 salî ye. Evdilhelîm him dixwend him jî tevî temenê xwe yê piçûk dixebitî û alikariya debara malbata xwe dikir. Bavê Evdilhelîm, Zeynel Çelîk jî naxwaze wê şeva wekî xeynereşkê bibîrbîne.

Bavê Evdilhelîmê qurbanî yê 16 salî Zeynel Çelîkten jî got: “Min ne qatilê kurê xwe dît, min nezanî ji ber çi kurê min şehîd kirin. Min nezanî ji bo Kurdîtiyê bû, ji bo Tirkîtiyê bû ji bo çi wisa li me kirin? Hemû ciwan bûn, hemû hema zarok bûn, jin bûn. ”

Li ser gelek ji wan xaniyên Taxa Beybahçeyê, îlanên firotinê hatine daliqandin. Niştecihên li derdora cihê bûyerê dixwazin xaniyên xwe bifiroşin  û ji wir koç bikin lê belê ji ber wê bîranîna xemgîn, bikirên wan xaniyan jî kêm in.

Ji aliyê din ve ji ber şerê di navbera Dewleta Tirkiye û PKK’ê de ji salên 1990’î ve ji Sêrt û Şirnexê jî bi hezaran kes koçî Dîlokê kirin. Koçberên navxweyî piştî teqîn û aloziyan dibêjin; em ji ber baranê reviyan, lê belê teyrokê li me kir.