Berhemên destan li hember berhemên fabrîkasyon li ber xwe didin

Ciwanê bi navê Çinar Dogan dibêje dema ew biçuk bû li Sêwazê tiştên ku ji dapîra xwe fêr bûye niha zindî dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9fb94df9-1db3-48de-818e-06fc56665005/010718ZNM.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekir ciwanekî Kurd ku ji Sêwazê ye ji bo ku girîngiya keda destan li hember berhemên fabrîkasyon têk neçe ji xwe re dikanek vekirî ye û bi keda destê xwe berhemên rengîn diafirîne. Ciwanê bi navê Çinar Dogan dibêje dema ew biçuk bû li Sêwazê tiştên ku ji dapîra xwe fêr bûye niha zindî dike.

Ev ciwan ji bajarê Sêwaza Bakurê Kurdistanê ye ku piştî xwendina Zanîngeha Dîcleyê biryar da ye ku li Diyarbekir bi cîh bibe û mîrata kal û dapîra xwe zindî bihêle. Ciwanê bi navê Çinar Dogan ji xwe re dikanek vekirî ye ku berhemên bi keda destan hatine afirandin difiroşe û debara xwe dike. Çinar Dogan dide zanîn ku di berhemên rengîn ên ku bi keda destê wî tên afirandin de bîranînên zaroktiya wî veşartî ne.

Çinar Dogan ji K24ê re got: "Dayîka min û dapîra min jî tiştên wiha çêdikirin. Li gundê me tiştên wiha gelek bûn. Ne tenê berhemên bi moriyan, cil û bergên me jî berhemên keda destan bûn ."

Çinar Dogan her çiqas dahateke berketî ji keda xwe bi dest nexe jî ew keyfxweşe ku bi berhemên rengê çanda kurdî re mijûl dibe. Dogan, amaje dike ku herî gelek guhar û gustîlik rastî eleqeyê tên û bi rêbaza bi hevguhertinê jî ew berheman didin mişteriyan.

Çinar Dogan dibêje: "Ji bo min pere ne girîng e. Carnan guharên kevin tînin vir û ji dêvla wê jî ez yên ku nû hatine çêkirin jî didim wan. Em bi hev didin guhertin. Ev jî rê dide ku têkiliyên nû mirovan re ez deynim û ev jî keyfxweşiyeke ji bo min."

Kedkarê hunera destan Çinar Dogan li aliyekî li hember berhemên fabrîkasyon li ber xwe dide ku berhemên keda destan zindî bimîne; li aliyekî jî berhemên keda destan li gorî rengên demsalê demsalan diafirîne ku berhemên biharê rengîn in û yên payîzê jî zer û çilmisî ne.