Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê bê derman e

Rewşa nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Hesekê û nexweşên wê gelekî dijwar e. bi tenê alavên oksîjenê li nexweşxaneyê bi kar tên, lê ji ber pirsgirêka elektrîkê gelek caran ev alav radiwestin û di encamê de gelek kes canê xwe jidest didan. Li gorî ku nexweş dibêjin, yek ji mercê pêşwaziya nexweşan ew e ku derman bi xwe re bînin, ji ber ku li nexweşxaneyê derman tune ye.
kurdistan24.net

K24 – Heseke

Rêveberiya nexweşxaneyê dibêje ku, bijîjk û hemû alavên tenduristiyê li nexweşxaneyê hene, lê tenê derman peyda nabin, ji ber ku dezgeha tenduristiyê li parêzgeha Hesekê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê deramn nade wan, ji ber ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye.

Nexweşxaneya Niştimanî li bajarê Hesekê ,ya tekane ye li bajêr ku pêşwaziya nexweşan bê pere dike. 

Li gorî ku rêveberiya nexweşxanê dibêje, hikûmeta Sûriyê salane 500 milyon Lîreyên Sûrî ji nexweşxaneyê re terxan dike, lê ti pere naghêje wan, êdî rewşa nexweşan ber bi çarenivîseke aloz ve diçe.