Li Mêrdînê 5emîn Festivala Savarê bi rêve çû

Ji bilî welatiyan Şaredarê, bajarê mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk, Rektorê Zanîngeha Artukluyê û nûnerên komeleya pişesaziyê ya savarê di festîvalê de beşdarbûn.
kurdistan24.net

K24-Mêrdîn

Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bi hevkariya komelaya pîşesaziya Savarê ya Mêrdînê û Zankoya Artuklu ya Mêrdînê 5emîn Festivala Savarê hate lidarxistin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî Festîvalê dan.

Li Parka Karayolları ya bajarê Mêrdînê 5emîn festîvala savarê hate lidarxistin.

Di Festîvalê de, gelek xwarinên bi Savarê tên çêkirin hate amadekirin. Bi taybetî savarên bi goşt hatin çê kirin rastî eleqeya mezin ya beşdaran hat.

Ji ber bi hezaran welatî beşdarî Festîvalê bûn. Xwarin jî di sîtil û neqriyên mezin de hate pijandin.

Derbarê festîvalê welatiyek wiha ji K24ê re got:"Em dikevin pêşbaziyê, pêşbaziya savarê ye. Me qisir çekiriyê bi curêyên şînkahiyê me hûr kiriye û xistiya nav de. Ji bo kevneşopiya mêrdinê"

Welatiyeke din jî wiha axifî"Em dixwazin tiştÊn wisa her gav, her sal çebibê. Xwes e. Yanî em pê kefxweş dibin."

Ji bilî welatiyan Şaredarê, bajarê mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk, Rektorê Zanîngeha Artukluyê û nûnerên komeleya pişesaziyê ya savarê di festîvalê de beşdarbûn. Herwiha ji festivalê tê armanckirin ku, him savarê Mêrdînê bê naskirin him jî ji bo welatîyên bajarê Mêrdînê bibe rojeke ji rojên şahiyan.