Li Amûdê kargeheke dirûtina cilûbergên Kurdî hat vekirin

Bi helkefta roja cîhanî ya li dijî tundûtûjiya li ser jinê, li bajarê Amûdê kargeheke taybet bi dirûtina cilûbergên folklorî yên hemû pêkhateyên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê hate vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Amûde

Bi helkefta roja cîhanî ya li dijî tundûtûjiya li ser jinê, li bajarê Amûdê kargeheke taybet bi dirûtina cilûbergên folklorî yên hemû pêkhateyên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê hate vekirin. Li gorî berpirsên vê pirojeyê armanca wan ew e, derfetên kar ji jinê re dabîn bikin û çanda lixwekirina cilûbergên folklorî jî belav bikin.

Ji heyama 3 mehan ve amadekariyên vê kargehê hatin kirin û weke gaveke destpêkî 11 jinên Kurd û Ereb tê de kar dikin. Rojane ji 10 ta 15 parçeyên cûrbecûr têne dirûtin û nirxê her parçeyekî jî di navbera 5 ta 20 hezar Lêreyên Sûriyê de ye. Yek ji pirojeyên kargehê ew e di paşerojê de cilûbergên folklorî bighêjin tevaya bajarên herêmê.

Li gorî rêveberiya kargehê berî krîza Sûriyê vekirina kargeheke taybet bi dirûtina cilûbergên Kurdî qedexe bû herweha jinên deverê jî tenê di cejn û sersalan de cilûbergên folklorî lixwe dikirin, lê niha herhatina li ser van cilûbergan zêde bûye, loma wan ev kargeh vekirin da ku bibe navtêdanek û hin pirojeyên hevawa jî bêne bikaranîn.