Suleyman Acar nabîne, lê pirtûkan difiroşe

Di cîhanê de 3'ê yê Berfenbarê wek Roja Astengdaran tê qêbûlkirin. Gelek astengdar ji bo ku xwe bi jiyanê ve girê bidin di nava tekoşîneke xurt de ne. Suleyman Acar jî yek ji wan kesan e, tevî ku çavên wî nabînin ew debara xwe bi firotina pirtukan dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di cîhanê de 3'ê yê Berfenbarê wek Roja Astengdaran tê qêbûlkirin. Gelek astengdar ji bo ku xwe bi jiyanê ve girê bidin di nava tekoşîneke xurt de ne. Suleyman Acar jî yek ji wan kesan e, tevî ku çavên wî nabînin ew debara xwe bi firotina pirtûkan dike.

Jiyan gelek caran ji bo mirovên astengdar êş û azarên giran di nav xwe de dihewîne. Dema ku bajar û avahî hatine dirûstkirin rewşa mirovên astengdar ber çav nehatiye girtin. Suleyman Acar jî yek ji wan kesan e ku ji ronî ya jiyanê bêpar e û çavên wî ji zikmakî ve nabînin. Li gel vê astengiyê jî Suleyman Acar bi vîneke xurt xwe bi jiyanê ve girê daye. Suleyman Acar dibêje ew naxwaze ku civak bi çavê reben û hejarî li wan binere û amaje dike ku wî dixwest ku tenê xulekekê çavên wî bidîtana.

Suleyman Acar ji K24ê re got: "Bi salan mirov wek belengazan nêzîkî min dibûn. Dilê wan bi min dişewitî. Ez vê nêrînê qebûl nakim. Min astengên xwe têk birin e. Eger ji min re bigotana "dê çavê te tenê 1 xulekekê vebe û tu dixwazî kê bibînî ?" min ê bigota tenê xulekekê bila ez dayîka xwe bibînim û paşê dîsa çavên min bila tarî bibin. Lê mixabin di zaroktiya min de dayîka min ji vê dinê koç kir."

Suleyman Acar ji xwe re karek peyda kirî ye û destê xwe li ber mirovan venake û bi firotina pirtûkan debara jiyana xwe dike. Her çiqas dahateke berketî ji vî karî peyda neke jî dibêje ew dizane ku bi keda

xwe jiyana xwe didomîne.

Suleyman Acar dibêje: "Carnan rojane ez 5 pirtukan difiroşim. Lê carnan heta 15 rojan jî qet pirtuk nayên firoştin. Ez her roj serê sibê têm vê derê heta êvarê hewl didim ku pirtukan bifiroşim. Yên ku pere didin û naxwazin pirtûkê bibin hene. Ez qet qebûl nakim, ez li vir karek dikim û ne parsek im."

Daxwazek ya Suleyman Acar ji rayedaran heye. Acar dibêje dema ku berf an jî baran bibare ew nikare karê xwe bidomîne ûbang dike ji bo ku ew bikare karê xwe bidomîne divê ciheke guncav ji bo wî were dabînkirin da ku pirtukan bifiroşe.