Li Geverê ji bo bûka Çînî dîlana Kurdî hat danîn

Ciwanekî ji Colemêrga Bakûrê Kurdistanê ku 8 salan li Çînê di aşxaneyekê de xebitiye, bi keçikeke Çînî re zewicî û ji bo herdu ciwanan li Gevera Colemêrgê dîlaneke Kurdewarî hat danîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Gever

Ciwanekî ji Colemêrga Bakûrê Kurdistanê ku 8 salan li Çînê di aşxaneyekê de xebitiye, bi keçikeke Çînî re zewicî û ji bo herdu ciwanan li Gevera Colemêrgê dîlaneke Kurdewarî hat danîn. Biryara ciwanên ku evîna wan sînor nas nekir, ji aliyê malbatên wan ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Bûka bi navê Shan Shan (Şan Şan) ku li gorî kevneşopiyên Kurdan dîlana wê hat danîn dibêje; wê gelek ji xelkê Geverê û kevneşopiyên Kurdan hez kiriye.

Evîna ku sînoran nas nake, vê carê jî rêya jiyaneke hevpar li ciwanekî Kurd û keçikeke Çînî vekir. Kûrtûlûş Çapraz ê ku 8 sal li Çînê xebitiye, Shan Shan li cafeyekê nas kiriye û 7 sal in ku ji hev û din veneqetiyane. Shan Shana ku bi cil û bergên Kurdî li Geverê amadekariya dîlana xwe dike, ji hatina Geverê kêfxweşiya xwe diyar dike. Ji bo dîlana ku bi kevneşopiyên Kurdan hat rêvebirin, Kurtuluş Çapraz bextewariya xwe tîne zimên û dibêje; ne malbata bûkê, ne jî malbata wî tu astengî li pêşiya wan dernexistine.

Zava Kûrtûlûş Çapraz ji K24ê re got: "Di serî de ez bixwe jî hinek di nav metirsiyê de bûm. Lewra em û Çînê gelek dûrî hev in. Lê meseleyek heye, dibêjin dema dil bibin yek, tu tişt nikare pêşî lê bigire. Dayîk û babên me jî ji bo vê biryara me tu astengî li pêşiya me dernexist."

Xizmên zava ku ji bo dîlana herdu ciwanan bi erf û edet dîlan danîn, her çiqas ji zimanê bûka Çînî fêm nekin jî dibêjin ku em ji vê zewacê kêfxweş in. Dayîka Shan Shan a ku bû bûka Kurdan jî hem dîtbariya cil û bergên Kurdewar, hem jî kevneşopiyên Geverê ecibandiye. Shan Shan jî dibêje ku wê herî zêde ji mêvanperweriya xelkê Geverê û çanda wan a dîlanan hez kiriye û ji bo ku malbata Kûrtûlûş destûra vê zewacê daye, wê ev helwest wekî xweşbîniya Kurdan nirxandiye.

Bûk Shan Shan ji K24ê re got: "Dema ez hatim Tirkiyeyê û derbasî Geverê bûm, min gelek ji van deran hez kir. Ez ji malbata Kûrtûlûş jî gelek memnûn im. Dîlanên Kurdan û çand û kevneşopiyên wan gelek xweş in. Bi yatbetî cil û bergên rengîn bala min kişandin. Ez bi vê zewacê û bi naskirina vê çandê gelek kêfxweş im."

Dîlanên Geverê ku di nav dîlanên bakûr de wekî dîlanên herî rengîn tên zanîn, vê carê ji bo bûka Çînî hat danîn û digel stranên Kurdî govenda ku hat gerandin, bû sedema balkêşiyê. Ji bo Shan Shan û Kûrtûlûş, ji Colemêrg û gelek navçeyên wê û ji Îranê jî gelek mêvan tevlî dîlanê bûn û malbatan jî da zanîn ku wan rêz li biryara zarokên xwe girtiye û divê ol û mezheb tu car li pêşiya zewacê astengkiyan dernexe.