10 Wêneyên bêmînak ên dîrokî yekem car tên belavkirin

Deh wêneyên balkêş yên cihanê, ku di dema bûyer û qunaxên giring yên cîhanê de hatine girtin

K24 - Navenda Nûçeyan

Ektera navdar a Amerîkî, Marilyn Monroe sala 1954an li Korya konsêrtek ji bo hêzên Hevpeymanan lidar xist.

Gerra li pey kar, di sala 1930î de, vî zilamî pankartek li ser pişta xwe danî bû û li karekî digeriya, li ser wê pankartê nivîsiye: Ez sê corên karan zanim, sê zimanan zanim, sê salan min şer kiriye, sê zarokên min hene, ev sê meh bêkar im, lê tenê ez karekî dixwazim.

Karvedana Adolf Hitler beramberî maçkirina wî ji aliyê jineke Amerîkî ve di olompiyata Berlînê di 15ê Tebaxa 1936an de.

Serbazên Almanî kum serbazî, tiving û berçavkekê li kûçikekî dikin, sala 1940.

Girupeke cengawerên Samuray li nêzîkî peykerê Ebû El-Hol li Misrê, sala 1864an.

Kêlîka ragihandina cengê li dijî Amerîka ji aliyê Adolf Hitler ve, di 11ê Berçileya sala 1941ê.

Ahengên Rûsiyan li Mosko, bi helkefta biserketina wan li dijî Naziyan di sala 1945an de.

Rizgarkirina çend koleyên Efrîqî di sala 1868an de.

Jineke Çînî ala welatê xwe li ser kenarê deryayê bilind kiriye, daku serbazên Amerîkî zanibin ku ew ne Japonî ye, ji ber ku wê demê cengeke giran di navbera Japon û Amerîka de hebû.

Piştî herifîna Yekîtiya Sovyetê, di sala 1991ê de, bi hezaran penaberên Albanî penayî Îtalya bûn.

N.O