Behrem nêzîkî Zemînê dibe

Hesareya Behrem berê jî bi çavan di ezman de weke stêreke bi çûk reng sor dihat dîtin, lê îro wê sê caran ji qelafetê xwe yê berê mezintir bê dîtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îşev 31/7/2018an, diyardeyeke gerdûnî kêm mînak wê bê dîtin û hesareya Behrem wê nêzîkî Zemînê bibe, bi awayekî ku ji 15 salên derbasbûyî ve, bi vî astî nêzîk nebûye.

Li gorî gerdûnzanan, Hesareya Behrem wê îşev demjimêr 10 bi dema Hewlêrê, bi dûriya 57.59 milyon kîlometran ji Zemînê bi çavan bê dîtin.

Bi gotina gerdûnzanan, Hesareya Behrem berê jî bi çavan di ezman de weke stêreke bi çûk reng sor dihat dîtin, lê îro wê sê caran ji qelafetê xwe yê berê mezintir bê dîtin.

Herwiha gerdûnzanan diyar kirin, ku nêzîktirîn ast têde Behram nêzîkî Zemînê bû, berî 60 hezar salî bû, lê nêzîkbûna wê îşev nêzîk bibe her ji 15 salan carekê tê tomarkirin û çaverê ye di Êlûna sala 2035an de, careke din Behrem bi vî awayî nêzîkî Zemînê bibe.

Zanayan ew jî diyar kirin, ku ev diyarde wê çend rojên dahatî berdewam be.

N.O