Li Bazîdê çanda cil û bergên kurdî

"Herwiha dema cilên keleporî bi pelik û morîkan tên neqşandin xweşiktir dibin."
kurdistan24.net

K24-Bazîdê

Di kelepora Kurdan de çanda cil û bergên Kurdî çanda herî dîrokî û kevnar e. Lê belê di demên dawîn de ev çand ber bi tunebû ve dice.  Digel vê yekê li Agiriya Bakurê Kurdistanê ji bo zindîhiştin û can dana vê çandê xebat têne meşandin.

Li Bazîda Agirî ji bo cil û bergên Kurdî neyên ji bîr kirin kargeha bi navê Hîwroş hatiye avakirin. Ji bo danasîna cil û bergan li kargehê xebat têne kirin. Adem Karahan ku, bi salan dûrî welatê xwe Bazîdê dijî, gava dibîne, ev çanda Kurdî ya cil û bergan jinav diçe, yekser vedigere Bazîdê û kargehekê vedike.

Derbarê vê mijarê Xwediyê Kargehê Adem Karahan wiha got:"Dema me dest bi vî karî kir bi tu awayî fikreke me ya bazîrganiyê tune bû. Zêdetir bi çavekî çandî û bi fikra ku em ê çawa bikaribin vê çandê bidin jiyandin me dest bi vî karî kir.Em dikarin can bidin vê çandê. Ev çand tûşî nemanê bû ye."

Li vê kargehê zêdetirîn ji bo rojên taybet wek Newroz û dawetan hilberîn tê kirin ji ber ku, beriya wan rojan daxwaza welatiyan ya ji bo cil û bergan gelekî zêde dibe. Herwiha dûritina cil û bergan li gorî daxwaz û pîvanên kesan tên kirin.

 Derbarê vê yekê Karker Derya Delîkara wiha axifî:

"Li gorî daxwaza kirîgeran em sîparîşan distînin. Heger kirîger ji firoşgehê cil standibin em dîsa li ser wan cilan neqşên cuda cuda çêdikin. Herwiha dema cilên keleporî bi pelik û morîkan tên neqşandin xweşiktir dibin."

Xebatkarên kargehê dibêjin ji bo ev çanda keleporî ji dest neçê divê ji bilî rojên taybet, di jiyana rojane de jî welatî van cil û bergan li xwe bikin. Herwiha ji aliyê welatiyên Ewropayê vê jî daxwazeke zêde ji bo van cilên kurdan heye. Li aliyê din, pereyên ji vê kargehê derdikevin ji bo Sûra Diyarbekirê, Cizîra Şirnaxê û malbatên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heyê tê şandin.