Iraq: hezar û 201 kes bi nexweşiya Kolêrayê ketine

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

 

Piştî mehekê li ser belav bûna nexweşiyê, Wezareta Tendirûstî ya Iraqê radgehîne ku hejmara welatiyên ku bi nexweşiya “Kolîrayê” ketine zêdetir ji  hezar û 201 kesî ye.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Tendirûstî ya Iraqê duh, 7ê Cotmehê, tekez kir ku praniya wan kesên ku di vê mehê de bi nexweşiya Kolêrayê ketine ”başbûne”.

Wezaretê da zanîn ku tenê yek kes di vê mehê de bi sedema nexweşiyê canê xwe ji dest day, diyar kir jî ku  hejmara wan kesê bi nexweûiya navborî ketîn gehiştiye bêhtir ji hezar û 201 kesî.

Wezîrê Tendirûstiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd berî niha ragehandbû ku belavbûna wê nexweşiyê li Iraqê metirsî xistiye ser Herêma Kurdistanê, lê tekez kir ku heta niha li Herêma Kurdistanê ti kes bi wê nexweş neketiye,.

Wezîrê Tendirûstiyê eşkere kir jî ku ji bo rêgirtin li belavbûna nexweşiya Kolêrayê tedabîrên pêwîst ji bo rêgirtin li hatina wê nexweşiyê standine, çavdêriya li ser kampên derbiderên ku ji hemû navçeyên Iraqê jî hatine tund kirine.

Kolêra bi rêya av û xwarina pîs tê veguhestin, lewma pêwîst e welatî ha ji av û xwarina xwe hebin ku paqij be û eger nava wan gelekî çû, divê bilez biçin nexweşxaneyê.