Ji 3 kenîseyan tenê yek li Dirbêsiyê maye

Kenîseyeke takane li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê maye û hemû pêkhateyên deverê jî bi armanca çareserkirina hin nexweşiyên derûnî serdana vê kenîseyê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Dirbêsiyê

Kenîseyeke takane li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê maye û hemû pêkhateyên deverê jî bi armanca çareserkirina hin nexweşiyên derûnî serdana vê kenîseyê dikin.

Kenîseya Marisya el-Hekîm li bajarokê Dirbêsiyê yek ji kevintirîn kenîseyên bajêr e ku niha û piştî pêla koçberiyê ya Xirîstiyaniyên Dirbêsiyê, tekane kenîseya li bajêr maye ye. Keşeyê kenîseyê diyar dike ku gelek xelkê Dirbêsiyê û gundewarê wê bi mebesta dermankirina hin nexweşiyên derûnî serdana kenîseyê dikin.

Keşeyê kenîsê Mîxayîl Yeqûb di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Ji dema ev Dêr hatiye avakirin, xelk bi mebesta çareseriyê berê xwe didinê. Ne tenê Xiristiyan tên vê derê, lê Mislman jî tên û heger mirov bixwaze li vir raze bo ji nexweşeya xwe çê bibe, ti pirsgirêk li cem me tune ye.”

Bi avakirina kenîseya Marisya el-Hekîm di sala 1931ê re, dibistanek taybet jî hate avakirin. Ji ber ku minhacê Wezareta Perwerdeya Sûriyê li vê dibistanê tê xwendin, hejmareke mezin ji xelkên bajêr zarokên xwe lê tomar dikin. 

Keşeyê kenîsê Mîxayîl Yeqûb got jî: “Ev Dêr dibistana wê jî heye. Ev dibistan gelekî kevin e û xizmeta tevahiya xelkê dike, çi Xiristiyan û çi Misilman. Ev dibistan jî bi navê Kenîseyê ye.”

Li gorî keşeyê kenîsê, ji destpêka sala 1980ê ve pêla koçberiya Xiristiyanan ji Dirbêsiyê dest pê kir û niha tenê nêzî 50 kesên Xiristiyan li bajêr mane.

Li bajarê Dirbêsiyê 3 kenîse hatibûn avakirin, lê niha bi tenê kenîseya Marisya el-Hekîm vekirî maye û hemû pêkhateyên deverê serdana wê dikin.