Tenûrên Kurdan li hember teknoljiyê li ber xwe didin

Malbat û hoste dibêjin ew li ber tenûran çîrokan ji hev re dibêjin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Tunura ku berê di mala her Kurdekî de hebû niha li hemberî teknolajiya nûjen bi bin ketiye. Tenurên ku hem tê nan hem jî xwarin dihate çêkirin, di roja îro de tû bandora wê nemaye. Lê belê li herêma Serheda bakurê Kurdistanê ev kevneşopî hîna jî li ber xwe dide.

Pêşketina teknolojî û bilindbûna asta jiyanê dike ku gelek warên pîşeyî ber bi tûnebûnê ve biçin. Yek ji wan pîşeyan jî tanûrvanî ye ku di çanda Kurdan de jî xwedî cihekî zor giring e. Karê tenûrvaniyê li gorî berê her çiqas kêmtir bûbe jî ev warê pîşeyê li bajarê Mûşê hê jî tê vejandin. Ji ber karê bisînor û bêderfêtiya ku erdnîgariya herêmê ji bilî cotkariyê rê nade tiştekî din, tenûrvanî ji bo hindek malbatên ku debara xwe nikarin baş bikin, dibe wek warê pîşeyê. Malbat ji bo ku karibin debara xwe bikin tenûrên ji axê hildiberînin. Li gorî hosteyên tendûran, li bajar û bajarokan eleqeya gel gelekî kêm bûye. Hosteyê tenûrê Hakîm Yildiz diyar dike ku ew 4-5 salan e ku vî karî dike û ew dixwaze ev çanda Kurdan her berdewam bike. Ji ber wê yekê jÎ ew dev ji welatê xwe bernade û ji bo xebatê naçe xerîbiyê.

Hosteyê tenûrê Hakim Yıldız wiha got:"Ev xwelîya hanê em ji çolê tînin, em tînin li vê derê tevîhev dikin. Rojek dû roj disekine, paşê em destpê dikin, çêdikin. Em li vê derê pê debara xwe dikin. Ev jî çanda me ya berê ye. Lê vê gavê hunda dibe. Zêde kes nastîne, kes nanê tenûrê naxwe. Lê gûndî hê verdewam dikin. Em hez dikin; ev çanda me ya berê ku hebû bila berdewam bike."

Ew axa ku hatiye berhevkirin ku digihîje ber destê hosteyên li cihê xebatê, pêşî tê gêrekirin, bişûnde jî dibe herî û herî dawîn jî bi keda hosteyan û hunera destê wan ev berhem tê afirandin. Di mehên havînê de tenûr di hefteyekê de amade dibin, lê di çille de di navbeyna 10-15 rojan de encax amade dibe.

Welatiyê ku li mala xwe tenûrê bikar tîne Kerem Yildiz jî wiha got:

"Tenûr hem ji aliyê aborî ve ji însanê me re çêtir e û hem jî çanda me ya berê ye. Mirov piştî nanlêxistinê piyê xwe dixe tenûrê û li ser tenûrê ji xwe re kilaman dibêjin. Aniha jî em hez dikin û vê yekê berdewam dikin di nava gelê xwe de."

Malbat û hoste dibêjin ew li ber tenûran çîrokan ji hev re dibêjin, ji bo jiyandina çandê, ew ji ber vê yekê jî gelekî kêxweşin; lê ku ev pîşe ber bi tûnebînê ve neçe. Hoste dixwazin ev kar bi pêş de here, ji bo vê yekê jî naçin bajarên xerîbiyê, ligel zarokên xwe di vî karê tenûrê de dixebitin û pê debara xwe dikin.