Qamişlo: Mûzexaneyek taybet bi amûrên kevnar

Mozexaneyek li Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi navê Şehîd Ferhad Sebrî yê ku di zindanên rêjîma Sûriyê de sala 2012an de dibin işkence û lêdanê de şehîd bvûbû,hate vekirin. Zêdeyî hezar alavên girêdayî dîroka Kurdî di heyama sê rojan de hatin nemayiş kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9816c51a-e464-4f4e-86cd-ff0f337ec75f/Mozexane.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Mozexaneyek li Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi navê Şehîd Ferhad Sebrî yê ku di zindanên rêjîma Sûriyê de sala 2012an de dibin işkence û lêdanê de şehîd bvûbû,hate vekirin. Zêdeyî hezar alavên girêdayî dîroka Kurdî di heyama sê rojan de hatin nemayiş kirin.

Li bajarê Qamişlo mozexaneyeke taybet bi navê Şehîd Ferhad Sebrî hate vekirin, ku tê de alav û amûrên kevnar yên girêdayî bi dîroka Kurdî ve hatin nemayiş kirin. Xwediyê mozexanê Ehmed Sebrî dibêje ku, bi dehên salan e van entîke û alavan dide hev, da ku wan bi parêze ji wendabûnê.

Sebrî ji K24ê re got: “Di destpêkê de, ne di bala min de bû ku ez vî karî birêve bibim, lê piştî çend amûr min dane hev, hate bala min ku ez van kel û pelên Kurdî bidime hev û di cihekî taybet de wan nemayiş bikim û bi nifşên kevn û nû wan bidim nasîn.”

Alav û amûrên di mozexanê de bala welatiyan kişand, nemaze kesên temenê wan mezin in, ku di demên borî de, ew alav bi xwe bikar anîn bûn.
herwiha nifşên nû jî kêfxweşiya xwe diyar kirin bi vê mozexanê ya ku karibû dîroka bav û kalan bi wan bide naskirin.

Li gorî xwediyê mozexanê ku ji sînorê çemê Diclê ta bi Kobanê û Efrînê, carcaran ji derveyî Rojava jî ev amûr hatine komkirin û di encama danehevê de, nêzî 1050 alavên curbecur cihên xwe di mozexanê de girtin, herwiha dixwaze mozexaneya wî bibe mîna cihekî dîrokî û kevnar ji kelepûrê Kurdî re.