Bi hatina Remezanê re bazara Qedayîfa Diyarbekirê geş bû

Yek ji çanda xwarinê ya Diyarbekirê, şîrînahiya qedayîfê ye. Daxwaza Qedayîfê Diyarbekirê, bi hatina meha Remezanê re zêdetir dibe. Qedayîfê ku ji çanda xwarina Ermeniyan maye, li Diyarbekirê bi destên çend hosteyên diyarkirî dewam dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Yek ji çanda xwarinê ya Diyarbekirê, şîrînahiya qedayîfê ye. Daxwaza Qedayîfê Diyarbekirê, bi hatina meha Remezanê re zêdetir dibe. Qedayîfê ku ji çanda xwarina Ermeniyan maye, li Diyarbekirê bi destên çend hosteyên diyarkirî dewam dike.

Fistiqên Dîlokê, bi destên hoste tên hêrandin û ji bo şîrînahiya bi nav û deng a Diyarbekirê yanî ji bo Qedayîfê tê amadekirin. Hevîrê qedayîfê pêşî bi av û ar tê meyandin û kêliyeke dirêj bi kefgiran tê lihevxistin. Piştî meyandina hevîrî, ji bo têlên qedayîfê makîne tên germkirin û hevîrê meyandî ji bo qedayîfê têl bi têl ji hev tê veqetandin.

Hoste Abdûllah Buruteçen 23 sal in ku qedayîfa Diyarbekirê çêdike û wiha qala çêkirina wê dike. Hosteyê Qedayîfê Abdûllah Buruteçen ji K24ê re got: “ Çêkirina Qedayîfê, kare tîmekê ye. Her hosteyekî me bi karek ve mijûl dibe. Piştî ku hemû kar bi dawî dibe û qedayîf tê qelandin, em şerbeta wê lê digerînin û piştî 20 xulekan em qedeyîfê xwe ji bo servîsê pêşkêş dikin.”

Sêniyên ku bi rûnê nivîşk ê xwezayî hatine amadekirin, bi pêçandina fistiq û qedayîfê tên dagirtin. Piştî pêçandina qedayîfan, sênî li ser agir tê danîn û ji bo ku wekî hev biqele, li gorî pîvanê rûnê avî lê tê gerandin. Qedayîfên ku ser û bin tên qelandin, rûnê zêde ji ser tê hilanîn. Welatiyê bi navê Îsmaîl Ozşanli dibêje ku xwarina qedayîf, çandeke jêneger a Diyarbekirê ye û ji bo enerjiya wê zêde ye, di Remazanê de li ser hemû sofreyan cihê xwe digire.

Welatî Îsmaîl Ozşanli dibêje: “Diyarbekir bi qedayîfê xwe bi nav û deng e. Ev pîşe ji Ermeniyan ji bo bajêr maye û 50-60 sal in ku dewam dike. Qedayîfê resen bi gûzan çêdibe. Piştre ji bo qedayîfê fistiq hatin bikaranîn, lê qedayîfa herî xweş ya bi gûzan e.”

Hosteyên ku ji danê sibehê ve dest bi çêkirina qedayîfê dikin, ji bo bigihînin danê fitariyê deste bi deste sêniyên şîrînahiyê amade dikin. Piştî ku şerbeta sar li ser qedayîfê germ tê gerandin, ji bo ser sofreyên malan tên pakêtkirin û pêşkêşî hezkiriyên qedayîfê tê kirin.