Otombîla salê ya 2018an – Volvo XC40

Volvo XC40 bi 325 xalan, wekî Otombîla sale ya 2018an hate hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her sal bi destpêkirina pêşangeha otombîlan a Cenewê, herweha Otombîla sale tê hilbijartin.

Ji bo Otombîla sale ya 2018an 60 rojnamevanên teknikê ji 23 welatan di navbeyna 37 otombîlan de: Alfa Romeo Stelvio, Audi A8, BMW 5 Serisi, Citroen C3 Aircross, Kia Stinger, Seat Ibiza û Volvo XC40 wekî baştirîn otombîl diyarkiribûn û ew otombîl mabûn final a salane.

Di nav van otombîlan de:

Volvo XC40 bi 325 xalan, wekî Otombîla sale ya 2018an hate hilbijartin.

Di rêza duyem de Seat Ibiza 242 xal bidest xistin.

Di rêza sêyem de BMW serie 5 jî 226 xal wergirtin.

 

C.B